Empîrîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Empîrîzm (ji zimanê yewnanî εμπειρισμός, empeirismós, ango ceribandingerî, rêbaza ceribandinê) yek ji angaşt an dibistanên fîlozofî, derûnînasî û dîsîplînên zanistiyê ye.

Bingeha vê kevneşopiyê, di warê zanistiyê de, bi hestên mirov bawerîanîn e. Empîrîzm li dijî teoriya rasyonalîzm (rastîparêzî) e. Gorî rasyonalîstan zanînên mirov ji hişmendiya mirov tê. Lê bi ya empîrîstan zanînên mirov ji hestan tên û bi wan diyar dibin. Ew zanîn û agahiyên ko mirov bi hestên xwe werdigirin jî, gorî tecribeyên mirov taybetî û naveroka xwe dadigirin.

Fîlozofên empîrîst[biguherîne]

Fîlozofên empîrîst di navbera xwe de wek empîrîstên materyalîst û empîrîstên îdealîst bi ref dibin.

  • John Locke empîrîstekî materyalîst ê tradîsyona empîrîzm sîstematîze kiribû bû. Wî li hemberê rasyonalîstê navdar René Descartes ramana xwe dabûn zanîn. Gorî Locke zêhna mirov nola kaxizekê vala (tabûla rasa) bû ku, bi hêsanî li dihate nivisandin.
  • George Berkeley û David Hume du damezrênerên empîrîzma îdealîst bûn. Gorî Locke bi tenê hestên ji cîhana rastegîn dihatin, rast bûn. Bi ya Berkeley û Hume, bitenê hest rast bûn. Dîsa gorî wan, cîhaneke bêhest bêwate bû.

Girêdanên Derve[biguherîne]