Empanada

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Empanadaya Arjentînî
Empanadaya Spanî (Galîsya)

Empanada cureyekê kilora Arjentînî ye. Li Spanya, welatên Amerîkaya latînî gelek navdar e. Dişibe kilorên kurdî yên toraqê. Tê gotin ji bajarê Salta ya Arjentînê belav bûye ku li hin cihan navê wî jî Salteña ye. Wekî tevahiya kiloran, ji hevîrê şikevayê (pelhevîr) tê çêkirin.

Li Arjentînê di dirûvê devdasê (heyvê) de vedikin, goştê mirîşk an dewarê dixinê. Herwiha jambon, goştê hêrayî, ananas, pîvaz, penîr ûêd jî. Di argûnê de dipijînin.

[biguherîne] Hin cureyên empanadayê (saltena)

Cureyên wan ne ji hev cuda ne, tenê berkelîna (melzeme) wan cuda ye. Hin bigoşt, hin jî bi sebze ne.

Li gelek welatên Amerîkaya latînî li ser navê Empanadayê rojên taybet tên pîrozkirin û festîval tên lidarxistin.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din