Encûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Encûr (bi tirkî, "kıllı acur") sebzeyekî Kurdistanê ye. Ev sebze wek xeyaran e. Rengê wî gewraxî ye. Qalikê wî wek bi pirçikê hatîye girtîye. Li Kurdistanê encûr bi giştî ji bo dolmeyan tên bikaranîn. Hundirê encûran dikolin û hişk dikin. Paşê dikin dolme. Encûr bi aliyekî ji famîleya petêxan e. Çunkî ku encûr gir dibe hundurî xwe dipelife wek petêxan sor û şîrîn dibe. Bi encûrî pelifî re dibêjin qeleşok. Qeleşok wek kelekên drûjnik girdibin. Bêhna xwe xweş dibe. Ji bo çandinê re dendikên qeleşokan vedişêrin.

Ava encûran wek şîrê hejîrê şîrê ajalan diqemitîne dike jajî. Hundurê encûrekî bikolin. Ku we kola bila evikê êncûr hin di bin da bimê. Paşê şîrê mihiyekê tê da biguvişin. Pêşekê paş ve şîr diqemite.