Endemîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gula Reş cureyekî endemîk ê gulan ê herêma Xelfetiyê ye.

Endemîk anku cureyên endemîk, ev cureyên ajal, balinde, buhik, riwekan û hwd, yên ku bi tenê di herêmeke taybet de dijîn. Anku cureyên xwecihî û herêmî û bi cihekî taybet ve girêdayî ne. Li Kurdistanê, li Qerejdaxê riwekên endemîk hene, yanê bi tenê li Qerejdaxê tên dîtin.

Mêş û mûr jî hene, yên ku dibin sedema nexweşiyên mîna lerzeta û dengue û hwd. Dema ev nexweşî li cihên taybet bilav dibin mirov jê re dibêjin nexweşiyên endemîk.