Eqîdeya îmanê (pirtûk)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Eqîda Îmanê hat beralîkirin)
Eqîda îmanê
Nivîskar Ehmedê Xanî
Şêwe Berhem
Ziman Kurdî / (Kurmancî)
Dîrok Sersala 17'an

Eqîda Îmanê, berhemek ji wan berhemên Ehmedê Xanî ê ku wî nivîsandîya. Ev berhemea wî, li ser Îmanê û aqil bi hev re disekinê. Rêya biaqil, di îmanê re dide nîşandin li pêşîya mirov.[1]

Dema nivîsandina berhemê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têgihiştin felsefe ku bi berheme Aqîda Îmanê re tê ser ziman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bandora wê ya ku li demê û bi demê re li mirov bûya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bandora wê ya li ser çand û kevneşopîya kurdan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bate muheqqeq bitin ev cewab
Diho gote min hatifê bê hîcab

Sa Ehmed senake bi qewlê sehîh
Li tewhîda Barî bi lefzê fesîh

Xwedê yêke bê hevrê û bê heval
Ne me’zulîye ne mirin ne zewal

Ne esl û ne fesl û ne da û ne bab
Heyîn wî heyîna wî nabit hîsab

Ji bo wî çunîn e, cîhat û mekan
Ne ma nend û misl û ne hemta nîşan

Li wîra nebûrîne weqt û zeman
Ne sal û ne mah û ne hîn û ne an

Ebed dê hebitin ezel her heye
Di dunya û ‘uqba Xwedayê me ye

Ewî afirandin em û cumle xelq
Nihin xeyrê wî qet çu xaliq bi heq

Resûlê di wî cumle heqqin temam
Xusûsen Mûhemmed ‘eleyhisselam

Ku ser defterê cumle ‘alem ew e
Nubuwwet xwe mektûb e xatem ew e

Xwedê afirandin ji bo wî felek
Ji bo xidmeta wî şihandin melek

Ku quran ji ‘erşan di gel wan hinar
Ji bo wî hebîbê xweyî bextiyar

Ji bal xwe bûraqek ji bo ra şihand
Lê zînek muresse’ ewî rûnihand

Bûraqê di gel refrefê dest bi dest
Bi emrê Xwedê ew birin pêşê dest

Di heft asîmanan ewî êwerand
Biqasî du qewsan vibal xwe gihand

Hilanî Xwedê perde rakir nîqab
Cemala Xwedê dît ewî bê hîcab

Du caran bi çehvan cemala wî dît
Li derrê melayên dibêjin nedît

Mebe bê sebeb munkerê “Qed rea”
Ji xelqê “Temarûn ‘ela ma yûra”

Eger tu bêjê li kû dî Xweda
Xwedê go linik “sidretul munteha”

Mûheqqeq bizan wî Xwedê dîtiye
We lêkin nizanit heqîqet çiye

Ji bo wî çunîn e nezîr û şebîh
Kesê wesfê kit dê çi bêjit bedîh

Sîfatê di seb’e ji bo Zul-Celal
Bizan heft in, ey ‘arifê pir kemal

Xweşî şîn û zanîn û vîn û kelam
Bihîstin digel dîtinê bûn temam

Qedîmin wekî zatî cumle sîfat
Ne ‘eynî di zatîne ne xeyrî zat

Xwedê nîn e cewher ne cizm û ‘ered
Ne kule ne be’d e, bizan bê xered

Eger bê guneh me mu’ezzeb bikit
Ji wîra heye me mueddeb dikit

Rewa ye bikit ew li xelqê meşaq
Bi qehra xwu teklîfa “ma la-yûtaq”

Erê key bi zulmê tekelluf dikit
Di mulkê xwe de ew teserruf dikit

Li me ferz e herçî ji bo wî bikêr
Ne ferz e li wî ya ji bom e bi xêr

Îrade diket ew bixeyr û şeran
Rida nîn e emma bi fê’la şeran

Bizan bende muxtarê fê’la xwe ye
Ne xaliq ne mecbûrê fê’la xwe ye

Muwafiq nebit qewl û niyet ‘emel
Li ba me dibêtin di îman xelel

Mirovê bi îman di dojê muqîm
Bizane ku namînitin ey hekîm

Musulman bi qetl û zinayê çunar
Ne kafir dibe ne muxeled dinar

Ji me’siyyetan lazime tewbe zû
Guneh nîn e tewbe nebêtin li dû

Ne me’ezûr e cahil ku ‘aqil bitin
Ji xaliq bi cehla xwe xafil bitin

Mirovê nezan bêt û nadan û sist
Dibêtin bi teqlîdê îman dirust

Di weqtê ‘ezabê Xwedê kit nizûl
Li ser kafiran nîn e îman qebûl

Ji ‘ezl û gunahan Nebî bûn berî
Ji bo qismê jin nîn e pêxemberî

Welîyyan keramet dikin jê zihûr
Dikin xerqê-‘adet gelek jê sidûr

Xwedê dê bibînin musulman bi çav
Wekî sahî bêtin heyîva tevav

Jibîr dê bikin nî’meta cennetê
Wekî dest bidin dewleta ruyetê

Betal e tenasux, muhal e hulûl
Meke ittîhada du tiştan qebûl

Eger tiştikî purr mucezza bikî
Qebûl nakit êdî mucezza bikî

Heyûla çunîn e, ’edîm e, ’edîm
Dinê kafire, ê dibêjit qedîm

Meke lec di Luqman û Iskenderî
Ji bo wan ne me’lûm e pêxemberî

Melaik şeyatîn û cinnan wucûd
Heye da nekê bûyînawan cuhûd

Wekî yêkin ev herdû bê şek temam
Dirizqiyyetêda helal û heram

Bibêjim te fedla sehabê resûl
Bican bike bawer bidil ke qebûl

Ebû bekrê Siddîqê yarê şefîq
Ew e saniyesneyn di xarê refîq

Ji ewwel di fedlê ser-amed ew e
Kerîm e û sahib keramet ew e

Li pêy wî bi heq ‘Umerê dîn-penah
Bi fethê diwî şa ne xwendkar û şah

Xîlafet kemer bû mecala wî best
Ji hukmê wî puşta mixalif şikest

Li pêy wîye ‘Usman bi heqqê hekîm
Di ‘ilmê ‘elîm û di hilmê helîm

Ji Kerrarî efdeltir e bê guman
Ev e î’tîqada me der heqqê wan

Di pêy wan ‘Elî sahibê zulfîqar
Suwarê li dildul şehê namîdar

Tefewwuq li ser yên di mayî heye
Bi me’na birayê resûlê me ye

Şefa’et dikin enbiya ewliya
Bi izna Xwedê bo kesê eşqiya

Di xeyb û hudûrê du’ayan eser
Dibêtin ji bora eya baxeber

Bi fê’lê diqenc da nekê minnetê
Bi fedla Xwedê di biçê cennetêv

Bihişt û cehennem hene vê demê
Fena nabin û naçine ‘edemê

Yeqîn dê bibêtin di yewma-qiyam
Hîsaba helalê ‘ezaba heram

Ji bo ehlê xêran necat û rîda
Ji bo ehlê şerran ‘îqab û ceza

Di qebrê dibêtin ji xelqê mirî
Sûala Nekîrî digel Munkerî

Di heşrê terazî û mîzan heye
Xerabî û qencî û kêşan heye

Sîrat ew pura purr bi xewf û xeter
Cemî’ê xelaiq dikin lê guzer

Cehennem dibinda û cennet li pêş
Li ser wê îlahî tu destêm bikêş

Weger ne, ezî mucrimê bed’emel
Dizanim ku dê bê te pêy min zelel

Bi zenb û qusûrê di min tu nekî
Di gel min bi ihsan û lutfa xwekê

Min û cumleyê ummeta Mustefa
Bibê cennetê tabi’ê Mustefa

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 1 hezîran 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2015.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)