Erdal İnönü

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Erdal İnönü (z. 1926, Enqere - m. 31 kewçêr 2007) siyasetmedarekî tirk e.

Lawê İsmet İnönü yê heval û alîkarê Mustafa Kemal Atatürk e. Sala 1947'an de li Enqereyê zanîngehê bidawîdike û dîploma fîzîknasiyê werdigire. Li DYA'yê perwerdeya bilind dibîne. Salên 1964 - 1974 li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn dixebite. 1983'an de dest bi siyasetê dike û partiya SODEP'ê dadimezirîne. Ev partî bi partiyeke din re SHP'ê dertînin holê û Erdal İnönü jî dibe serokê SHP'ê. 1991 - 1995'an de alîkariya serokwezîr û wezîrtiya karê derve dike. Di van salan de bi hezaran gundên kurdan ji aliye dewletê ve tên rûxandin an valakirin. Li seranserê Kurdistanê pêkutî, êşkence û kuştin çêdibin[çavkanî pêwîst e].

Çavkanî[biguherîne]