Erdal Ronahî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Erdal Ronahî yek ji avakar û edîtorên Projeya Wîkîpediya, ensîklopediya Azad ya Kurdî ye. Di sala 2004an da bi destpêkirina vê projeyê re bingeheke mezin ji bo xebatên ferhengî û ensîklopedîk avêt. Di serî de her çiqas bi tenê be jî, her ku çû, bêhtir kes û kom beşdarî vê xebatê bûn û îro tekane Ensîklopediya Kurdî ye di qada Înternetê de ku her kes dikare her saet xwe bigihînê.

Wî di nav gelek xebatên komputergeriya kurdî de cih girt û destpêka wergera wan kir. Wekî mînak digel Rizoyê Xerzî û Rêzan Tovjîn bernameya Abiword wergerand kurdî û ev yek ji bo Officeya kurdî bû bingeheke bêhempa.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]