Erdewan Zaxoyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Erdewan Zaxoyî
Jiyan
Navê jidayikbûnêErdewan Elî
Jidayikbûn1957
Zaxo
Mirin1986
NeteweKurd
PîşeStranbêj
Salên çalak1978-1986
biguhêreBelge

Erdewan Zaxoyî (yan Erdewan Zaxolî, bi navê xwe yê resen Erdewan Elî, 1957 - 1986) hunermend û stranbêjekî kurd e, di mawê jiyan xwe de xizmeteke berçav ji bo warê muzîka kurdî û kurmancî dike.

Jiyan û xebat[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erdewan Zaxoyî li sala 1957'an li bajarê Zaxoyê ji dayik bûye.

Ji ber rewşa dijwar ya jiyana wê demê wî nekarîbû xwendina xwe temam bike. Di sala 1978'an yekem kaseta xwe derxist. Paşî bû pêşmerge û li gel pêşmergatiyê jî berdewamî bi hunerê da û çend berhem û kaset çêkirin. Wî çendîn stranên şoreşgerî çêkirin ku ta niha jî ew stran pirr tên guhdarîkirin.

Helbet ji ber ku çêkirina kasetan li çiya gelekî bi zehmet bû û jiber ku Erdewan dixwest hunera xwe pêşbixe û bigihîne hemû gelê kurd, wî gelek hewil dan ku xwe bigihîne Ewropa. Lê derfet çênebûn û pêwîst bû ew pasportek îraqî derxîne. Loma ew careke din vegeriya bajarê Zaxo û mijûlî çêkirina pasporta xwe bû. Lê dîsan wî dest ji hunerê berneda û xwe weke pêşmerge hesab dikir û li hemû şev û ahengan de, li Kurdistanê û li Bexda jî.

Dema ku diçû ser seko û sehnê, wî bi navê "Kurdistan Barzanî û Pêşmerge" şahî dest pê dikir, ev yek jî bi dilê karbidestên rijîma Bees nebû. Loma li roja 26/01/1986, anku piştî şeş rojan ji wexerkirina Eyaz Zaxoyî, di demekê de ku Erdewan di hoteleke bajarê Bexda razayî bû, kabidestên Emn û Istixbarata Bees ew girt, wenda kir û ta niha jî kes nizane ew li ku ye û çi lê hatiye.

Gelek hunermendên kurd dibêjin ku dengê Erdewan dengekî nimûneyî bû û ta li ba kesek din peyda bûye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kawe Alîxan: Peyama Kurd, hj. 73, sal 2006