Erdheja Bazîdaxa-Bêgiriyê 1976

Erdheja Bazîdaxa-Bêgiriyê 1976
39°07′Bk 44°02′Rh / 39.12°Bk 44.03°Rh / 39.12; 44.03
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Erdheja Bazîdaxa-Bêgiriyê 1976 li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Erdheja Bazîdaxa-Bêgiriyê 1976
Erdheja Bazîdaxa-Bêgiriyê 1976

Erdheja Bazîdaxa - Bêgiriyê 1976, yek ji erdhejên li Kurdistanê bûne ye. Di 24ê çiriya paşîn 1976ê de li parêzgeha Wanê li Bazîdaxa, Bêgirî û devedorê wê rûdaye. Hêza erdhejê (gorî tomarkirinên Tirkiyeyê) 7,5 richter bûye.

Navenda erdhejê Bazîdaxa û Bêgirî be jî, Erdîş, Qerqelî, Bazîd û gelek deverên din jî ziyanê dibînin. Mirov dikare vê erdhejê wekî erdheja parêzgeha Wanê jî binav bike.

Di erdhejê de 3.840 kesan jiyana xwe jidest dane, bi hezaran kes jî birîndar bûne. 9.832 avahî ziyanê dibînin. Dema erdhej dibe li herêmê hewa sar, -17 °C ye. Gelek kes jî ji sermayê dimirin, bi taybetî mirovên nexweş, pitik.

Dewleta Romê (Tirkiye) heya hefteyekê ti alîkarî nade herêmê. Gel bi hêza xwe û alîkariya kurdên li devedorê, bi erdhejê re têdikoşe. Erdhej di katjimêr 12:22yê de diqewime.[çavkanî hewce ye]

Di dîroka nêzîk de piştî Erdheja Ezirganê 1992, duyemîn erdheja mezin e. Bi hezaran gundî bi salan bê mal û bê xanî man. Tirkiyeyê alîkariyên welatên din dabûn, neda mexdûran. Kurdan bi hêza xwe birînên xwe kewandin, çareya serê xwe geriyan. Bi salan şûnde li hin gundan dewletê çend xanî çêkirin.[çavkanî hewce ye]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]