Erdheja Gimgimê 1966

Erdheja Gimgimê 1966
39°12′Bk 41°36′Rh / 39.2°Bk 41.6°Rh / 39.2; 41.6
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Erdheja Gimgimê 1966 li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Erdheja Gimgimê 1966
Erdheja Gimgimê 1966

Erdheja Gimgimê 1966 yek ji erdhejên mezin ên li Kurdistanê pêk hatine ye. Di 19ê tebaxê 1966ê de li navçeya parêzgeha Mûşê Gimgimê, Xinûs û gundên devedorê rûdide.

Wê demê teknîka pîvana erdhejê nebûye, lê çavkaniyên romiyan (tirk) hêza wê wekî 6,9 richter didin zanîn. Gorî tomarkirinên fermî 2.394 kesan jiyana xwe jidest dane, 1.489 jî birîndar bûne.

Erdheja 1966ê du caran dibe. Yekem erdhej di 7ê adarê 1966ê de di katjimêr 03:16yê de bi hêza 5,6 richter rûdide. 14 kes jiyana xwe jidest didin, 75 jî birîndar dibin.

Erdheja duyem û mezin jî di 19ê tebaxê de, di katjimêr 14:22yê de dibe. Lê dema behsa erdheja Gimgimê (Varto) bê kirin, a duyem, a mezin bibîrdikeve.

Alîkarî winda dibe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

DYA, Almanya, Îsrael, Îran, Pakistan û gelekên din bi bihayê 40.000 xaniyan dirav didin Tirkiyeyê. Lê ev alîkarî nayên dayîn. Piştî erdhejê di sala 1973, 1990 û 1999î de ji gel re bi giştî 5 hezar xanî yan baraqe tên çêkirin.

Binêrin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]