Ergatîvî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ergatîvîtî çi ye?[biguherîne]

Di hindek zimanên zindî yên cîhanê da, ko kurdî yek ji wan e, fail anko subjekt bandorê li kar anko fiilî (verb) nake, carina berkar anko mefûl (objekt) jî li ser verb û fiilan dibe xwedî-bandor. Zimanê Pehlevî, ko mîna babê kurmanciyê ye, jî ergatîve bûye.

Di kurmanciyê da, ergatîvîtîyeka şeqkirî (split) heye. Bi vê ramanê ko rewşa fiilên derbaz (transitive) ji ya fiilên nederbaz (intranitive) derheqa ergatîvîtiyê da li dema niha û nehatî da ji rewşa wan li dema bihurî cida ye. Li demên niha û nehatî (present and future), fiil di bin bandora biker anko subjektî da dihê xebitandin, ne xem e ka fiil derbaz e an nederbaz. Bi gotineka dî, eger biker kithejmar be, fiil jî li goreyê wî kithejmar dibe, eger biker pirrhejmar be, fiil ji pirrhejmar.

Mînak[biguherîne]

Jibo fiilên nederbaz[biguherîne]

  • Ez diçim
  • Tu diçî
  • Ew diçe
  • Em diçin
  • Hûn diçin
  • Ew diçin.

Jibo fiilên nederbaz[biguherîne]

  • Ez dinivîsim
  • Tu dinivîsî
  • Ew dinivîse
  • Em dinivîsin
  • Hûn dinivîsin
  • Ew dinivîsin.

Lê binihêrrin ko eger ez nameyeka bi tenê jî binivîsim ez her dibêjim “Ez nameyekê dinivîsim”, û eger ez 10 nameyan jî binivîsim dîsa dibêjim “dinivîsim”: “Ez 10 nameyan dinivîsim”.

Dîsa we dît ko fiil li goreyê bikerî dihê, “diçim”, “diçî”, “diçe", …

Lê rewş jibo dema bihurî cida ye. Jibo fiilên nederbaz dîsa jî biker anko subjekt bandorê li fiilî dike. Sedema vê jî eşkira ye, fiilê nederbaz çi berkar anko objektan naxwaze. Bi vî rengî tenê subjekt anko biker heye ko tesîrê li fiilê nederbaz bike.

Mînak[biguherîne]

  • Ez mirim
  • Tu mirî
  • Ew mir
  • Em mirin
  • Hûn mirin
  • Ew mirin.

Lê şaşiya mezin ko diqewime wî çaxî ye ko dem dema bihurî be û fiil fiilekê derbaz be. Pirraniya xebatkarên televizyonî li vêderê dikevin şaşiyê, û çaresera wê formûleka pirr hêsan e. Çareser ev e:

Li dema bihurî, gava ko fiil derbaz (transitive) be, bikerê xweriskî (mefûl anko object) mîna bikerê rêzmanî dixebite. Bi gotineka dî, tu dibêjî qey berkar bûye biker û biker bûye berkar. Di zaravezanistê anko termînolojiya zanistê zimanî da, dibêjin vê diyarok anko fenomenê “ergatîvîtî” û ji wî berkarê xweriskî yê ko mîan bikerekê rêzmanê anko gramatîk dixebite ra dibêjin “kardar” anko ajan (agent). Ez dê vî tiştî bi mînakan ruhn bikim.

Min nameyek nivîsî. Te nameyek nivîsî. Wî/Wê nameyek nivîsî. Me Nameyek nivîsî. We (Hewe) nameyek nivîsî. Wan nameyek nivîsî.

Hewe dît. Di tevaya wan hevok anko cumleyan da “nivîsî” heye, û biker anko subjektên hevokan ne yek kes e. Carekê “ez”, carekê “tu”, carekê “wan”; lê di tevaya wan hevokan da fiil (nivîsî) wek xwe hatiye, çima? Hewe qet ji xwe nepirsiye çima? Jiber ko berkarê xweriskî anko mefûlê wan hevokan hemûyan yeke: “nameyek”.

Tiştê ko min gelek ecêbmayî dike ev e: Pirraniya kurdên ko di ergatîvîtiyê da şaşiyan dikin van çend hevokên jorîn dirist û bûçewtî û şaşî dinivîsin. Lê dema berkar bihê guhartin, an li şûna ko berkar navek be, pronavek be, li wê demê şaşî diqewmin. Çawa?

Mînak[biguherîne]

  • Min nameyek nivîsî. Min du name nivîsîn.
  • Min mirovek dît. Min sê mirov dîtin.
  • Binihêrrin! Di hemû hevokan da, subjekt anko bikerê xweriskî “min” e, lê fiil li goreyê berkarê xweriskî (name, mirov) carekê kithejmar (“nivîsî”, “dît”) û carekê pirrhejmar (“nivîsîn”, “dîtin”) hatine.

Niha em dê hevokê bi awayekê dî binivîsin:

  • Mirovekî ez dîtim. Sê mirovan ez dîtim.

Aha li vêderê jî pirr kes şaşiyan dikin. Sedema wê jî, herwekî me got, ew e ko ew ji ergatîvîtiya kurmanciyê nafehmin anko fehim nakin. Eger tu bizanî ko di kurmanciyê da kengî berkarê xweriskî dibe berkarê rêzmanî anko gramatîk jî, wî çaxî tu dê bikaribî nav û bernavan jî, kithejmar û pirrhejmaran jî baş û dirist bikar biînî.

Formûla bikaranîna dirist ya pronavan û navên pirhejmar û kithejmar jî ev e:

Li her dera ko berkar hebe, prova an navê ko temsîla wî berkarî dike dihê tewandin anko tesrîfkirin. Anko em dibêjin nav an pronav di doxa tewandî da ye. Û li her dera ko biker hebe, nav an pronavê ko temsîla wî bikerî dike nahî tewandin. Lê ji bîr mekin ko di vê formûlê da, merema me ji berkar û bikeran berkar û bikerên rêzimanî anko gramatîk in, ne yên xweriskî. Anko di demên niha û nehatî da, hemî biker û berkarên xweriskî biker û berkarên rêzimanî ne jî, lê di dema bihurî da, bikerê fiilên nederbaz û berkarên xweriskî yên fiilên derbaz dibin bikerên rêzimanî, û bikerên xweriskî yên fiilên derbaz dibin berkarên rêzimanî.

Bi vî awayî desteka pronavên “ez, tu, ew, em, hûn, ew” û navên mîna “Kurdo, Şirîn, Ehmed, name” di doxa netewandî da ne û dikarin rola bikerên rêzimanî bilîzin. Derheqa fiilên nederbaz da, ev çawa ko jibo demên niha û nehatî rast e, jibo dema bihurî jî rast e:

  • Ez hatim. Ez dihêm.
  • Tu hatî. Tu dihêyî.
  • Ew hat. Ew dihê.
  • Em/Hûn/Ew hatin. Em/Hûn/Ew dihên.
  • Ehmed hat. Ehmed dihê. Ehmed û Şirîn hatin. Ehmed û Şirîn dihên.

Lê niha li fiilên derbaz temaşe bikin. Li vêderê doxeka dî heye ko jê ra dibêjin doxa tewandî. Hemî pronavên desteka “min, te, wî/wê, me, hewe (we), wan” û navên mîna “Kurdoyî, Şirînê, Ehmedî, nameyê” tewandî ne û dikarin rola berkarên rêzimanî bilîzin. Ev tenê derheqa fiilên derbaz da rast e, jiber ko ji xwe fiilên nederbaz mefûl anko berkarî naxwazin.

Li van mînakan temaşe bikin:

  • Ez te dibînim. Ez wî/wê dibînim. Ez wan dibînim. Ez hewe dibînim. Ez wan dibînim.
  • Tu min dibînî. Tu wê/wî dibînî. Tu me dibînî. Tu hewe dibînî. Tu wan dibînî.
  • Ew min dibîne. Ew te dibîne. Ew wî/wê dibîne. Ew me dibîne. Ew hewe dibîne. Ew wan dibîne.
  • Ez Ehmedî dibînim. Tu Ehmedî dibînî. Ew (kithejmar: keçek an kurek) Ehmedî dibîne. Ew (pirhejmar: civatek) Ehmedî dibînin.
  • Ehmed min dibîne. Ehmed te dibîne. Ehmed wan dibîne.


  • Min tu dîtî. Min ew dît. Min em dîtin. Min hûn dîtin. Min ew dîtin.
  • Te ez dîtim. Te ew dît. Te em dîtin. Te hûn dîtin. Te ew dîtin.
  • Wî/Wê ez dîtim. Wî/Wê tu dîtî. Wî/Wê em dîtin. Wî/Wê hûn dîtin. Wî/Wê ew dîtin.
  • Ehmedî ez dîtim. Ehmedî tu dîtî. Ehmedî ew dît. Ehmedî em/hûn/ew dîtin.
  • Min Ehmed dît. Te Ehmed dît. Wî/Wê Ehmed dît. Me Ehmed dît. (He)we Ehmed dît. Wan Ehmed dît.

Hûn dibînin ko mumkin e ev hevok û gotinên pakij û orîjînal yên kurdî jiber jehrînkirina mejîyê kurdan bi qanûn û qayîdeyên rêzmanî yên zimanên mîna tirkiyê wekî hevokên şaş bihên dîtin. Zaroyên me li Bakurê Kurdistanê li dibistanan dixwînin ko fiil dibê li goreyê fail anko bikerê xwe bihêt. Law û nivîskarên me yên ko tenê bi tirkî xwîndiye, vê qayîdeya zimanê tirkî di kurdiya xwe da jî didin xebitandin. Eger tu li axivtina daybab û dapîr û bapîrên wan guhdariyê bikî, tu dê bibihîsî ko ew jî kêmzîde binema û qayîdeyên ergatîvîtiyê diparêzin. Lê di ciwanên dibistan dîtî da ergatîvîtî ber bi nemanê diçe.

Gengaz e ko rexne li min bihên girtin ko di hemî zimanan da guhorîn çê dibin û ev guhartinên ko bi ser ergatîvîtiya kurdiyê da hatine tiştên xweriskî û asayî anko normal in. Lê ez dibêjim ne normal in. Jiber çend sedeman: 1. Bandora dagîrkeranî û zordestanî ya zimanê tirkî bi awayekê dujminkaranî û jibo nehêlana zimanê kurdî , 2. Perçekirina kurdan û zimanê wan, bi awayekê wesa ko niha kurmancên nexwînda û gundî li Bakurê Kurdistanê bi xwe û li kurmancên li Başûr û li Rojhilata Kurdistanê, ko nekevtine bin tesîra tirkiyê, hêşta ergatîvîtiyê diparêzin, 3. Kurdên xwînda yên Bakur jî bi yekcarî dev ji hemî aliyên ergatîvîtiyê ber nedaye. Û ev hemî tevlihevî û aloziyên têkgehiştinê dinavbera kurdan da çê dike û moral û hasten neteweyî jî lawaz û qels dike. Jiber ko ciwan dê weha bifikirin ko kurd ji netewebûnê hêşta dûrtie jî dikevin.

Ez dê çend hevokên şaş binivîsim û paşî hindek nimûneyan ji Cizîrî, Xanî, Feqiyê Teyran û Mîqdad Medhet Bedirxanî binivîsim.

Nimûneyên şaş:

  • Te min dît. Min wî/wê dît. Min wan dît. Wan min dît. Min te dît.

Dibê ev hevok hosa bihên nivîsî:

  • Te ez dîtim. Min ew dît. Min ew dîtin. Wan ez dîtim. Min tu dîtî.

Nimûne ji Cizîrî (ji Melayê Cizîrî, Dîwan, Weşanên Roja Nû, 1987, Stokholm, rûpelên 160-161, 220):

1. Surşirînê, nazenînê kuştim û nakit yeqînê/ wê bi çengala evînê dil ji min bir, dil ji min.

Ko eger mirov bixwaze vê helbestê bi awayekê pexşanî anko nesir binivîse, dê bibe ev hevok:

Surşirînê (keçekê, nazenînekê, wê) ez kuştim ... ne wekî pirraniya xebatkarên televizyonan dibêjin*wê min kuşt.

2. Serwinazê, serfirazê, şubhê zêr remza mecazê/ dame ber çakûç û gazê, dil ji min bir dil ji min.

Ko bi awayekê pexşanî dibe ev hevok:

Serwinazê (dîsa wê) ez dam ber çakûç û gazan… ne wekî niha dihê gotin *wê min da ber çakûç û gazan.

3. Xema îşqê perihtim ez, hebîba xemrevîn kanê/ seraser têk behîtim ez, ji derdê ferq û hîcranê.

Ev jî pirr eşkira ye, hema bi awayekê zelal bibêje ko xema evînê “ez” perihtim, hebîba xemrrevîn “ez” behîtim. Binihêrrin ko Melayê Cizîrî negotiye: *Xema îşqê min periht, *hebîbê min behît. Wî bi şirînî û bi kurmancî gotiye: Hebîbê ez behîtim, hebîbê ez dîtim, ne *hebîbê min dît.

Nimîne ji Xanî (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn: Têksta kirîtîk, tircuma û pêşxeber, M. B. Rûdênko, Enstîtûya Milletêd Asyayê, 1962, Moskova, rûpel 166):

Hemsuhbetiya Memê mukerrem/ agah kirin heval û hemdem.

Hûn dibînin ko “hemsuhbetiya Memê” heval û hemdem agah “kirin”, ji xwe hemsuhbetî kithejmar e û bi mantiqê şaşê niha dibê Seydayê Xanî bigotiba *Hemsuhbetiya Memê hevalan agah kir.

Nimûne ji Feqiyê Teyran (Feqiyê Teyran, Şêxê Senaan, M. B. Rûdênko, Enstitûya Milletêd Asyayê, 1965, Moskova, rûpel 112):

Miska te ez rengzer kirim/ hubba te ez ebter kirim.

Hûn dibînin ko negotiye *Miska te min rengzer kir, hubba te min ebter kir.

Nimûne ji Mîqdad Medhet Bedirxan: Hema li destpêka Ronameya Kurdistanê, rojnameya dayik da, weha ninîse:

Sed hizar şukir û hemd ji Xudê Teala re ko em musilman xeliq kirin.

Hewe dît ko negotiye: *Xudê Me musilman xeliq kir.

Min ev çend nimûne anîn da bidim zanîn ko giringîdan û rêzgirtina ji rêzmana kurdî ne karekê ewqas giran e. Hîvîdar im ko roja zimanê pîvankî yê