Ertuğrul Özkök

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ertuğrul Özkök
Jidayikbûn4 tebax 1947 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ertuğrul Özkök (bixwîne Ertûẍrûl Îozkîok) (jdb. 4ê tebaxê 1947 li Izmir) rojnamevan, nivîskarekî navdar ê romî (tirk) ye.

Bi eslê xwe ne tirk, ji malbateke balkanî ye. Çend sal beriya ku Özkök ji diya xwe bibe, malbata wî ji parêzgeha Bulgaristanê Кърджали (Karcalî) tê li Tirkiyeyê bicih dibe.

"Li cem eskeran bi pênûsê êrîş dibir ser kurdan"[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi xwe di bernameyeke TVê de digot, "min jî bi pênûsa xwe li dijî hewldana nû ya cudaxwaziya kurdan şer kir, heger hêza çaremîn medya, tevlî şer nebûba, niha Xwedê dizane, navê Diyarbakirê kiribûn Amed" Özkök xwedî nêrînên kemalîst, mîlîtarîst e. Di salên 1990î de ku gerînendeyê giştî yê rojnameya kemalîst û neteweperwer Hürriyetê bû, giraniya xwe dabû şerê psîkolojîk ê li dijî kurdan dihat meşandin. Gorî gelekan têkiliya wê bi rêxistinên veşarî yên dewleta tirk re hene, wî perwerdeya endezyariya civakî, sîxurî, şerê psîkolojîk, teknîkên lidarxistina provokayonan ûêd dîtiye.

Di nava salên 1990 - 2009ê de gerînedetiya giştî ya Hürriyetê kiriye ku slogana vê rojnameyê "Tirkiye ya tirkan e!" ye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Özkök sala 1947 li bajarê Îzmîr (navê berî Smîrna) hatiye jiyanê. Koçberên balkanî ne. Malbata wî karê çapkirinê dikir. Dibistana amadeyî ya Izmirê bidawî dike, li Parîsê perwerdeyê dibîn.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]