Zimanê esperanto

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Esperanto hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Alayê Esperanto

Esperanto zimanê çêkirî ye. Zimanên çêkirî ji aliyê merivek an civatek tên darxistin. Sedemên wan ên zanist, wêje û civatî hene. Sedema çêkirina esperanto jî daxwaza aşitiyê bû. Zamenhof, doktorekî çavan li Polonyayê di salên 1880an de, bawerkiriye ku sedema şerê nav gelan netêghîştina hev e. Ew dem li bajarê wî, Białystok, şer di navbera polonan, rûsan û cihuyan çêdibûn. Ewî jî xwast ku bi çêkirina zimanek gelerî vî şerî û şerên din ên li cîhanê biqedîne.

Dîrok[biguherîne]

L.L. Zamenhof, damezrênerê esperanto

Dr. L.L. Zamenhof di sala 1887an de pirtûka yekemîn, "unua libro", a esperanto derxist, berê bi rûsî, paşê polonî, almanî, fransî û îngilîzî. Di vê pirtûkê de cara yekemîn 16 zagonên ziman hatin diyarkirin. Di sala 1888an de pirtûka duyemîn, "dua libro" derket. Ji 1889 ta 1895 li bajarê Nürnberg a alman kovara "La Esperantisto" hat derxistin. Di nav van salan de esperanto li her derê Ewropa belav bû. Di sala 1905an de li Berlîn kongreya cîhanî a esperanto çê bû. Li wir din nivîsa "Fundamento de Esperanto" bingehên ziman hat rûniştandin. 1907 hin kes guherandina esperanto xwastin û ji nerayîbûna wan zimanê îdo, ji aliyê Louis de Beaufront ê fransewî derket holê. Di dema Stalin û Hitler hemî komelên esperanto hatin qedexekirin. Di sala 1954an de ji aliyê UNESCO ve bi piraniya dengan wek zimanekî navnetewî hat nasandin. Unesco fêrkirin û fêrbûna esperanto pêşniyarê endamên xwe kir. Herwisa Unesco di 100emîn salvegera derçûna esperanto, di sala 1986an de ji bo careka din û bi belavokeka din li ser helwêstên peşiya xwe cext kir û piştevaniya xwe li esperanto der bir.

Esperanto zimanê ti welatek nîne. Her sal sedan kongre û konferans, semîner û hevdîtinan bi zimanê esperanto tê girtin. Bi sedan rojname, kovar, û pertûkên zanistî, teknîkî û hunerî bi esperanto tên weşandin. Bi dehan radyoyên navnetewî li Çîn, Brazîl, Kûba, Aûstriya û Vatîkanê weşanên xwe bi esperanto belav dikin.

Hejmara kesên esperanto dizanin bi 2 000 000 kesan tê nirxandin.

Rêzimanê Esperanto[biguherîne]

Rêzimanê esperanto gelek asan û zagonmend e, ji tenê 16 zagonan berhev dibe.

Hemû navan paşgire (-o) digrin,

Hemû sifatan paşgire (-a) digrin,

Hemû navek di plural de paşgire "j" (y, tê xwendin) digrin.

Alfabeya Esperanto[biguherîne]

Zimanê Esperanto bi alfabeya latînî tê nivîsandin û 28 tîpên wê hene. Q, W, X, Y tune, lê 6 tîpên ĉ (ç), ĝ (c), ĥ (x), ĵ (j), ŝ (ş), ŭ (w) hene.

  • a b c ĉ d e f g ĝ h ĥ i j ĵ k l m n o p r s ŝ t u ŭ v z
  • a b ts ç d e f g c h x î y j k l m n o p r s ş t û w v z (xwendina tîpên esperanto)

Bêjeyên Esperanto[biguherîne]

Dema meriv esperanto dibihîze, wek zimanek ewropî ye, bi taybetî zimanek romanî. Rast e, ji ber ku pirraniya bêjeyan ji zimanên latînî, fransî, îtyalyanî, spanî, portûgîzî, almanî, îngilîzî, rûsî û polonî ne. Lê rêzimanê wî wek zimanên bantû (Afrîka) û tirkî ye. Herwiha rêziman ji zimanên din ên hind û ewropî dûr e.

Hin bêjeyên esperanto

Esperanto Kurdî

du = du
kvar = çar
ses = şeş
naux= neh
dek = de
cent= sed
mi = ez
ci = tu
vi = hûn
akva = av
nun = niha
frato = bra
astro = stêr
stelo = stêr
monato = meh
futo = pê
osto = hestî

Wêjeya Esperanto[biguherîne]

Nûserên bi navbangên Esperanto[biguherîne]

Nirxandin[biguherîne]

Kesên esperanto rexne dikin dibêjin anha ew ne pêwîst e, ji ber ku, îngilîzî niha rola zimanê cîhanê dilîze. Hinekên din dibêjin ew ne navnetewî ye, lê ewropî ye.

Girêdanên derve[biguherîne]