Etşa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Etşa
Gavanê Etşayê

Etşa, ango 'Etşa (1928: Atcha ('Etşa)[1], 1946: Atşa[2], bi tirkî: Susuz) gundekî bi ser navçeya Farqîna Diyarbekirê ve ye.

Etşa gundê Farqînê ye, ji Farqînê heft km ber bi Amedê ve li ser rêya Hezroyê ye. Li seriya gund çiya heye û li biniya gund jî deşt heye, ev deşt diçe heta rêya Amedê. Ji gund bi rastî rê diçe digihîje rêya Amedê. Şeş rê ji Etşayê diqetin; yek diçe Farqînê, yek diçe Pîrexala gundê alî rojhelatê Etşayê, yek diçe ser rêya Amedê, yek di nav mezelên Etşayê da diçe Bilbil, gundê li aliyê rojava yê Etşayê, yek di jor de diçe ser rêya Hezroyê, yek jî di jor de diçe çiyayên seriya Etşayê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
  2. ^ Türkiye'de Meskûn Yerler Kılavuzu I-II. Başbakanlık Devlet Matbaası, Ankara, 1946.