Evîn Çîçek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sevê Evin Çiçek
Jidayikbûn31ê adarê 1961
EsilKurd
HevwelatîKurdistanKurdistan Kurdistan SwîsreSwîsre Swîsre
PîşeNivîskar, civaknas, dîroknas û wêjevan
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sevê Evin Çiçek, weku Evin Çiçek tê naskirin, ew xanim rojnemevanê, lêkolîner e, niviskar e, helbestvan e, parastvana mafên mirovan e. Xwediyê du nasnama ne: Kurd, Swîs.

Sedemê zewicandinê li Tirkiye gora kanuna medenî jin mecburbûn paşnavê mêran bigirin, bi kar bînin wê jî « Aydar » kardaniya. Weki « Evin Aydar », li Ewropa « Evin Aydar Çiçek » dahat naskirin.

Dema ku 1999’da gora kanuna medenî ya Swîsrê mêrê xwa berda bi fermî bi navi paşnavê xway kurmancî weki Evin Çiçek, Sevê Evin Çiçek hat naskirin.

Ciyê bûyînê/herem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sevê Evin Çiçek sala 1961 an li herema Koçgiri Kamilava-Maciran-Çît (tirkî İmranlı) silav dide dunê. Dema komara Tirkiyê hat îlan kirin du da Q(k)oçkirî ser bajarên Sêwaz , Dêrsim , Erzincani Gümüşhane hat bilavkirin. Navê gundê Çiçekê Çimen e. Tê mana deşta ser çiya. Navê gund bi tirkî « Yoncabayırı » e. Gundî li êla-eşîra Mılan in. Gund li ser kendêkî çiyay Çengeli yê ye. Ev çiya 2596 metro bilind e. Seba-bo gundiyên heremê ziyarete, pîrozê. Gundiyên hereme ola Kurdan ya beriya hezeran salan diparêzin. Agir, av, dari ber, herd, çiya, marê reş, pezkûvî bo-seba wan pîrozin. Gora baweriyê dema kesek mir rihê wî derbazi zîndikî din dibe. Jiyan berdewam e.

Kurdên ku berê xwa vedigerînîn rojê, hîvê niyaz-îbadetê dikin bin zordariyan da, darên qirkirinêda dijîn. Rêvebirên İmparatoriya Osmanî/komara tirk bo ku wan bikin Muhemedî bê navber kardikin. Nav demê de hin guhartin bûne. Bo-seba xwe li qirkirinan biparêzin mecburmane navên ereban weku pêşnav bikarbînin.

Gundiyên heremê niyazên xwe li çiyay Surik, li çiyay Çengelîyê, li Sed Xaziyê dikin. Hemû dicivin û gora ola xwe pêwîstiyan pêk tînin. Evîn Çîçek di zaroktiya xwe de tevli îbadetên, niyazên çiyayê Çengeliyê bûye. Kurmancên heremê naçin ciyên biyanî ziyaretên, ziyaretgahên wan li nêzikên wan e. Ew olên (dînên) biyanî qebûl nakin. Dayik pîroze. Zariyên dayîka-diya vê olê weki yên « rê », olê tên qebulkirin. Mîna Êzdiyan zariyên-gêncên xwe bi bawermendên olên din re nazevicînîn, qedexe ye. Bi teybetî çilley pêşin da Gaxand, çilley paşîn da Xizir, meha adarê de hersê heftmal-Çarşema Reş, nîsanê da Çarşema Sur rojên têybetin. Kom dibin, civat tên girêdayîn.

Perwerde/Pisporî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Evîn Çîçek li gundê xwe dest bi dibistana destpêkî dike. Komi kuflet (malbat) bi sedemên aboriyê koçî bajarê Turkiyê, Estenbolê/Stembolê dikin. Evîn Çîçek sinifa duyemîn va dest bi perverdêyê dike, li wî bajarî dixwîne. Li Ortaköy/ Argion/Ayios Fokas « Kılıç Ali Paşa », li Aksaray « Oruç Gazi İlkokulu » dibe şagirt. 6 salan li « Cibali Kız Lisesi » dixune. Paşê dest bi « Zanîngaha Marmarê » dike. Li wê derê beşa zanistî ya « Aborîi Rêvebiriya rêxistinên devletê » diqedîne. Du da salekê bi teybetî domî qursa zimanê îngîlîzî dike. Her perwerde domdike. Dema penaberiyê li bajarê Fribourgê welatê Swîsrê nû va dest bi xandinê dike. Ew zimanên kurmancî, tirkî, fransizî, îtalyanî, îngîlîzî dizane. Bisporî: aborîi îdare-rêvebiriya devletê, beşê zanîstiya polîtîk. Ew endama « Pen a Kurd », endama « Pen international » e. Gotarên wê bi zimanê tirkî, fransizî, îngîlîzî ne. Helbest bi kurmancî ne. Lêkolîn bi zimanê tirkî hatine nivisandin.

Jiyana Evîn Çîçek ya kar (şixul)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bavê Çiçek karkere. Ew 1980’de lîse (kolej) dixedîne, dest bi kar dike. Evîn Çîçek îdeolojiya çep diparêzî. Çepgir e. Loma bi zanabûn dixwaze çina-tebexa karker nas bike. Li atelyeyên konfeksiyonan de dibe karker. Him durînê hîndike, him jî jiyana karkertiyê bi pratikî, bijiyandin nêzîk ve nasdike. Dema zanîngahê da dibe şagirt jî ciyên cuda da hem kardike hem dixune. 1988’da weki rojnemevan dest bi karekî din dike. Xebera yêkemîn ya wê « Nahala-nevala Qeseban/Sêrt/Siirt » e. Ew weku rojnemevan, lêkolînvan, niviskar domdike.

Siyaset[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema salên daviya heftê danistandina wê bi netevperestên Kurd re çêdibe, her bi pêş dikeve. Ew fêrî siyasetê dibe. Dîroka welatê xwe ya rast hûdike. Cunta 12ê îlona 1980an tê ser text. Gelek kesan digirin binçavan. Zilmê li wan dikin. Bi hezaran Kurd avitin girtîgehen, bi dehan kuştin. Nişteciyên komara Tirkiyê ku hatibûn girtin % 85 Kurmanc, bi teybetî Kurmancên ku ne Muhemedî bûn. Di meha Gucig-Şibata sala 1981an de Çiçek jî bi rêvebirên, êndamên koma KAWA’va te girtin. Ew kom/rêxistin Kurdistanik yêk, Kurdistanek serbixwe dixwaze. Çiçek du mehan di oda, xaniyê zilmê de dimîne. Naw du mehan de dibe şahîdê, goriya-qurbana zilma polîsên komara tirkiyê. Paşê 6 mehan jî girtîgehên eskerî da dimîne. 1990’da Partiya Keda Gel da « HEP-Halkın Emek Partisi» du da jî Partiya Demokratîk da «DEP-Demokrasi Partisi» cî digire.

Parastvaniya mafê mirovan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1988an de ewi hin welatparêzên din « Komela Mafê mirovan » beşa bajarê Sêrtê avadikin. Evîn Çîçeki hin kurmancên Sêêrtê dibin rêvebir. Çîçek sala 1990-1992an da dibe seroka vê komelê. Di sala 1990an da, rêxistina navneteweyî, Human Right Watch (HRW) (Komîteya Çavdêriyê Heqê Meriyan) Xeleta Parastina Mafên Mirovan dide wê.

Sirgun/penaberî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sala 1993an de terre Başûrê Kurdistanê. Sê meh û nîv li başûr dimîne. 3 meh li kampa PKKê ya Zelê (Slemani/Qelediz) derbaz dibe. Ew li wê derê du lêkolînan dike. « Bin ağır da nizam/hukuk », « Nikanin tixubê daynin ber hezkirinê » Dozgerên Komara Turkiyê çuyina wê xeber digirin. Dixwazin ku bo demek dirêj, 10-15 sal wê bavêjin hepsê. Evîn Çîçek mebcur dîmîne derkeve derveyî welat. Li çiriya paşîn a 1993an vir va penabere, li dervayî Kurdistanê/Komara Tirkîye, li Swîsrê dijî.

Komi kuflet[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

1984 an dizevice. 1993an va bi zariyên xwa va dibe penaber, tenê dimîne. 1999an da bavê zariyên xwe berdide. Bi herdu lawên xwe re dimîne. Nezevicî ye.

Pirtûk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lêkolînên wêyên ku hatine çapkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Nikanin tixubê daynin ber hezkirinê, 1998, çapxane Medya, Suède.
  • Hereketa netevî ya Koçgîrî yê, 1999, çapxane APEC, Suède.
  • Armanci hêsîrbûyîna armancê, 2000, çapxane Peri, İstanbul.
  • Rêwiyên Araratê, karmendiya meriyan, koçkirin, penaberî, 2005, çapxane Peri, İstanbul
  • Bi jînbûyîn darizandin, 2005, çapxane Peri, İstanbul.

Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Awaza Serpêhatiyan I, II, III. 2004, çapxane Peri, İstanbul.

Bi dehan gotar nivisandine.

Lêkolînên wêyên ku nahatine çapkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Artesa Tirki kuvvet, rêvebiriya devletê
  • Enverizm/kemalizmi Kurmanc I, II, III, IV
  • Bin ağır da nizam/hukuk
  • Her « Tirk » leşker nay dunê
  • Kurmanci penaberî, bê eri kirina Kurdistanê
  • Li Diaspora gêncên Kurmanc

Gelek helbest jî nehatinê çapkirin.