Eva ku divê bê gotin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Eva ku divê bê gotin (bi almanî Was gesagt werden muss) navê helbesteke siyasî ya nivîskar û helbestvanê alman, ê xwedî Xelata Nobelê ya Wêjeyê, Günter Grass e. Ev helbest di 4'ê avrêla 2012'ê di rojnameyên Süddeutsche Zeitung, New York Times, La Repubblica û El País de hate weşandin. Günter Grass di vê helbestê de Îsrael ji bo krîza atomî li hember Îranê bi zimanekî tund rexne dike û dibêje ku Îsrael aşitiya cîhanî hereşe dike. Berpeyiyên çapemenî gelekî xurt bûn. Hinekan gotin ku gotinên wî dirust in, ên din jî gotin ku nedirust in û Günter Grass antîsemîtîzmê (dijminiya cihûyan) dike.

Çavkanî[biguherîne]