Abdulmelik Fırat

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Evdilmelîk Firat hat beralîkirin)

Abdülmelik Fırat[1] (bi kurdî: Ebdulmelik Fîrat) (jdb. 1934 li Xinûs, parêzgeha Erzîromê, Bakurê Kurdistanê - m. 29ê îlona 2009an li Enqere, Tirkiye) siyasetmederekî bi esil kurd ê Tirkiyeyê bû.

Firat, perwerdehiya xwe li Amedê "Sosyal Bilimler Meslek Yüksek Okulu" (Dibistana bilind a pîşeyî û zanistî ya civakî) xwendibû.

Lawê Şex Şahabeddîn û nêviyê (torin) Şêx Seîdê Pîran e. Piştî darvekirina Şêx Seîd hemû malbata Şêx Seîd hatin nefîkirin (1925). Piştî wê di sala 1929an de, bi efûyekê re, li welatê xwe vegeryan. Lê belê ev jî pirr neajot û ji hêla komara Romê (Tirkiye) ve, di sala 1935an de disa hatin nefîkirin. wê demê jî Abdûl Melîk Firat yek salî bûye.

Û herî dawiyê di sala 1947an de efûyek derket, ku malbat hatin li welatê xwe bi cîh bûn.

Abdûl Melîk Firat, Di sala 1957an de di Demokrat Partî yê de bû parlementer. Dema cûnta 27ê gulana 1960an de ew jî hatiye girtin û nêzîkî 1,5 salê di girtîgeha “Yassiada” yê ma.

Di sala 1991’ de di Partiya Riya Rast (DYP) de dîsa bû parlementer û kete parlementoya Tirkiyeê. Piştre, ji ber gotinên xwe yê kurdewarî, ji vê partiyê veqetiya.

Ser dawiyê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ava kir. Bû serokê vê partiyê. Dema ku çû ser dîlovaniyê serokê rûmetê yê HAK-PARê bû.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 25 çiriya pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 28 kanûna paşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)