Eyûb

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serhatiya Eyûb di Tewrat di Peymana Kevin de tê gotin. Ew mirovekî pir dewlemend bû û ji Xwedê tirsiya.

Xwedê hişt ku Eyûb ji aliyê Îblîs ve bê ceribandin, da ku baweriya wî kifş bibe. Pêşî Eyûb bi destê Îblîs hemû mal û milkê xwe winda kir û her heft kur û her sê keçên wî jî hatin kuştin. Dîsa jî Eyûb dev ji baweriya xwe berneda, perizî Xwedê û got: «Ez ji zikê diya xwe tazî derketim û ezê tazî vegerim wê derê. Xudan da û Xudan stand; navê Xudan pîroz be.»

Hingê ew bi xwe di tevahiya bedena xwe de nexweş bû û êşên pir dijwar kişandin. Hevalên wî dev jê berdan û ew bi tenê ma. Heta jina wî jî jê re got ku bila ew li Xwedê nefret bike, lê Eyûb got: Ma em qenciyê ji Xwedê qebûl bikin û xerabiyê qebûl nekin?

Piştî demekê sê car dostên wî hatin da ku hanê bidin wî, wî teselî bikin. Lê ew hemû difikirîn ku divê sedema belayên Eyûb gunehekî wî yê veşartî be, lê Eyûb ev yek qet qebûl nekir û hêviya xwe bi Xwedê ve gireda. Lê jê re pir zehmet bû ku Xwedê ji bo demeke dirêj qet bersîva wî neda.

Li dawiyê, Xwedê ji Eyûb re ji ezmên got û li ser gelek tiştên ku mirov nikare pê bizane pirs kirin. Bi wî awayî Xwedê jê re da fêmkirin ku aqilê mirov nikare fikrên Xwedê fêm bike. Eyûb ev yek qebûl kir û Xwedê her tişt li wî vegerand, wek berê bû sax û dewlemend.

Di Încîlê de li ser Eyûb weha tê gotin: Birano, pêxemberên ku bi navê Xudan peyv gotine ji bo xwe wek mînaka êşkişandin û sebrê bigirin. Binêrin, em wan ên ku tengahî ragirtine, bextewar hesab dikin. We ragirtina Eyûb bihîst û we dît ku Xudan di dawiyê de ji bo wî çi kir. Çimkî Xudan gelek dilovan û tije rehm e. (Aqûb 5:11)

Di Quranê de jî du caran behsa sebira Eyûb tê kirin (21:83-84 û 38:40-44).

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]