Ey Reqîb

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar (1918-1948) di sala 1946 de hat nivîsandin, wextê Dildar li zîndana bû. Ey Reqîb bi soranî ye, lê piştre hat wergerandin bi kurmancî re.

Ev helbest di sala 1946an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe sirûda (marşa) vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Ey Reqîb, bi soranî

Ey Raqîb

Ey reqîb, her mawe qewmî kurdziman
Nayşikênê danayî topî zeman

Kes nelê Kurd mirduwe,
Kurd zînduwe Zînduwe qet nanewê alakeman

Ême roley rengî sûr û şoriş în
Seyrîke xwênawîye rabirdûman

Ême roley Mîdya û Keyxusrew în
Dîniman e, ayîman her niştiman

Çend hezar lawanî kurdî nere şêr
Bûn be qurbanî, hemûyan nêjiran

Lawî êstaş hazir û amade ye
Canfîda ye, canfîda ye, canfîda

Lawî Kurd helsaye ser pê wek dilêr
Ta be xwên neqşî eka tacî jîyan


[biguherîne] Ey Reqîb, bi kurmancî

Ey Dijmin

Ey dijmin, her maye neteweyê kurdziman
Nikare bişkêne liba topa vî zemanî

Bila kes nebêje kurd dimirin,
Kurd zindî ye Zindî ye, qet nizim nabe ala me.

Em kurd in rengê sor û şoreş in
Li serboriya me ya xwîndar binihêre.

Em kurên Medya û Keyxusrew in
Dînê me, ayîna me her niştîman e

Çend hezar lawên kurd ên şêrdil
Bûn bi gorî (qurbanî), hemû hatin veşartin

Lawên wî niha jî hazir û amade ne
Canfîda ne, canfîda ne, her canfîda

Lawê kurd rabûye ser pê wek mêrxwasan
Çawa bi xwîn neqş dike tacê jînê


[biguherîne] Bi rengê marş

Ey reqîb her maye qewmê Kurdziman
Naşikê û danayê topê zeman.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna tiya me da rijand.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Em xortên Medya û Keyxusrewin
Dîn îman û ayînman, her niştiman
Dîn îman ayînman, Kurd û Kurdistan.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Lawê Kurd rabûye ser pê, wek şêran
Ta bixwîn nexşîn bike tacî jiyan.

Kes nebê Kurd dimirin
Kurd jîn dibin.
Jîn dibin, qet nakeve ala kurdan.

Xortên nûh tev hazir û amade ne
Can fîda ne can fîda, her can fîda !


[biguherîne] Ey Reqîb, bi kirmanckî/zazakî

Ey reqîb her mendo qewmê kurdziwanî
Nêşikîno, nêkuwno bi topa zemanî
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma

Lajê kurdî vaşto ra payan zê çêran
Ta bi gonî bineqişne tacê cuyane
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma

Ma domanê Medya û Keyxusrew îme
Dîn îman, ayînê ma her welat o
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma

Ma domanê rengê sûr û şoreş îme
Temaşeke, gonin o ravêrdeyê ma
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma

Lajê kurdî her hazir û amade yo
Canfeda yo canfeda, her canfeda
Kes mevajo kurd mireno, kurd cuyîno
Cuyîno, qet nêna war beyraqa ma


[biguherîne] Girêdanên derve

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din