Eylo
| Eylo, helo | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
| Navê zanistî yê latînî | ||||||||||||||
| Aquila chrysaetos Linnaeus, 1758 |
||||||||||||||
Bilavbûna eyloyan li cîhanê
Keskê vekirî: Cihên ku lê hêlîn çêdikin Hêşîn: Li zivistanê Keskê tarî: Tevahiya salê |
Eylo, helo, daraş, wirxal an jî qertel, navê zanistî: Aquila chrysaetos, di nav balindeyên goştxur de xwediyê baskên herî mezin in, 78 cm dirêj e û firehiya di navbera herdu baskên wî de digihe 190-230 cm.
Eylo li serê zinarên bilind hêlînên xwe çêdikin.
Eylo nêçîra çûk û heywanên biçûk dikin û dixwin. Ji ber jehriya dermanên ziraî hejmara eyloyan kêm dibe.
Bêjenasî [biguherîne]
Peyva eylo wek peyva pehlewî aluh, aloh[1] e. Di îngilîzî de eagle û di latînî de aquila ye. Îhtimala mezin ev peyvan ji hev hatine.
Lê belê, li gorî hin çavkaniyên din[çavkanî pêwîst e] ti têkiliya peyva kurdî «eylo, helo» û hwd., bi înglîzî û latînî ra tun e. Ev peyva bi medî [*rzifya-], avestî [ǝrǝzifiiya-], sanskrîtî [rjipya-] «helo, eylo, qertal» va girêdayî ye. Li gorî dengnasiya dîrokî divêt di zmanê hîndî-ewrupî yê bingehîn da wekî [*rgyi-ptyo-] dayî bibe[çavkanî pêwîst e].
Li hin herêmên Kurdistanê ji bazan re jî eylo dibêjin[çavkanî pêwîst e].
Pêşangeha eyloyan [biguherîne]
Çavkanî [biguherîne]
- ↑ Michael Chyet (2003). Ferhenga Kurmancî-Înglîzî. Yale University Press, New Haven û New York.