Eynelqudatê Hemedanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Eyn el-Qudat hat beralîkirin)
Eynelqudatê Hemedanî
Jidayikbûn1098 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin7 gulan 1131 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hemedan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêCezayê mirinê
HevwelatîÎmperatoriya Selçûqiyan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Eynelqudatê Hemedanî (farisî: ابوالمعالی عبدالله بن ابی‌بکر محمد میانجی‎), z. 1098 Hemedan - m. 1131 Hemedan) fîlozofekî kurd yê felsefeya îslamê bû.

Navekî giranbiha û navdar yek jî Eynelqudatê Hemedanî ye. Eynelqudat navnasê wî ye, navê wî yê berastîn Ebdullah e. Ebdullahê kurê Muhemmedê Elî. Weka ku ji kunyeya wî jî tê fehm kirin ji kurdekî Hemedanî ye di 1098'an de li Hemedanê hatiye dinyê. Ji ber ku di fiqiha Îslamê de pêşketî bûye û hê di bîst û du saliya xwe de di 1120'an de dest bi qazîtiyê kiriye jê re gotine Eynelqudat ango çavê qaziyan. Eynelqudatê Hemedanî birastî jî xwediyê hişekî hêja bûye. Lewra digel ku wê demê ewqas zanyarên mezin û jêhatî di Hemedanê de dijiyan, qazîtiya wî bajarî ango hakimtiya wî bajarî di dest Eynelqudatê Hemedanî 22 salî de bû.[1]

Eynelqudatê Hemedanî ji ber fikr û ramanên xwe ciwanî hat kuştin. Wî jî weka Xellac felsefeya Wehdetul wucûdê di parast û ji ver van ramanên xwe ji alî desthilatdaran ve bi xedarî hate kuştin. Feqîtiya xwe ji dest seydayên mezin ên weka Omer Xeyam, Ehmed Xezalî û Şêx Muhemmed Hemayî derbas kir. Di avakirina felsefeya xwe de ji du navên mezin bandor girt: Xellacê Mensûr û Mihemedê Xezalî. Di felsefeya wî de tenê rêgezên Îslamî tuneye di heman demê de ji felsefeya yewnanan jî bandor girtiye û bi vî rengî felsefeya yewnanan xistiye nava felsefeya îslamê. Wekî ku me li jor jî hanî ziman wî jî weka Xellac di felsefeya xwe de wehdetul wucûd parastiye. Serqisê ev gotin ya wî ye “ Ew ê ku hûn wî xwedê dizanin, ew Muhemmed e. Ew ê ku hûn wî Muhemmed dizanin ew Xwedê ye.” Ev gotin dibe ku di halê sekrê de hatibe gotin. Lewra aliyê wî yê tesewwûfî gelek mezin bû. Lê dîsa jî, ji vê gotina wî nayê fehmkirin ku Muhemmed û Xweda yek in an Muhemmed xweda ye. Bi vê gotinê armanca wî yekîtiya afirîner û yên afirî ye. Jixwe wehdetul wucûd jî li ser vê yekê ava bûye.

Pirtûkên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Eyn el-Qudat di gel ku di 33 saliya xwe de ango temenekî ciwan de hatiye kuştin jî, li dû xwe berhemên hêja hiştine û di van berhemên xwe de felsefeya xwe bi awayekî diyar haniye ziman. Berhemên wî ev in:

  • 1- Temhîdat
  • 2- Zubdet-ul Heqayîq
  • 3- Yezdan şinaxt
  • 4- Mekatîp
  • 5- Rîsaleyî cemalî
  • 6- Şekvaul Xerîb

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]