Eyvind Johnson

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Eyvind Olov Verner Johnson (* 29'ê tîrmehê 1900 li Svartbjörnsbyn a derveyî Boden, Swêd; † 25'ê gelawêjê 1976 li Stockholm) nivîskarekî Swêdî û û sala 1974'î de bi tevî Harry Martinson Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtibû.

Di ciwaniya xwe de dest bi rojnamegeriyê dike. Li gelek bajarên Ewropa dimîne û digere. Bo jiyana xwe ya rojane, ji firaqşuştinê heya seyîsiya hespan gelek karan dike. Bi tevî jina xwe karê wergerê dike û di destpêka şerê cîhanî yê duyemîn bi tevî Willy Brandt rojnameyeke norwegî dadimezirîne.Di berhemên xwe de parastina demokrasiya rojavayê Ewropa dike û li dijî faşîzmê derdikeve. Ew herwekî rexneyên mezin li sosyalîzma real dike.

Hin ji berhemên Johnson[biguherîne]

  • Här har du ditt liv! (1935) (Li vir jiyana te heye!)
  • Strändernas Svall (1946) (Veger -a Odysseus-)
  • Drömmar om rosor och eld (1949) (Xeyalên gul û agir)
  • Molnen över Metapontion (1957) (Ewrên li ser Metapont)
  • Hans Nådes Tid (1960) (Demeka girîng)