Famîleya ançêreyan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kulîlkên Loropetalum chinense

Famîleya ançêreyan, famîleya gihasêhran, famîleya hamameliyan (Hamamelidaceae) famîleyeke riwekan e di desteya Saxifragales de cih digire. Navê malbatê ji ançêreyê (gihasêhr, bi latînî: Hamamelis) tê. Kurdistan jî nav de, endamên vê komê li seranser erdxanê cihwar in. Hin endamên wê bo baxçevaniyê tên çandin. Herwiha hin jî bo dermanan. Ji darên hinekan sûd tê wergirtin.

Sîstematîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di desteya Saxifragales de, di nava riwekên darî de bi cih digirin ku yên din jî: Altingiaceae, Cercidiphyllaceae, Daphniphyllaceae û Paeoniaceae ne.

Cara pêşîn sala 1818'yê Robert Brown di Narrative of a Journey in the Interior of China, rûpel. 374'ê de binavdike. Navên din: Disanthaceae Nakai, Exbucklandiaceae Reveal & Doweld, Fothergillaceae Nutt., Parrotiaceae Horan., Rhodoleiaceae Nakai. ne.

Di famîleyyê de 3 binekom, 27-28 çîn, bi qasî 80 cure hene:

Şaxa Corylopsideae: Tenê yek çînek:
Şaxa Fothergilleae (Syn.: Fothergillaceae Nutt.): 9 çîn:
Şaxa Hamamelideae: 10 çîn:

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]