Famîleya baqilan
| Famîleya baqilan | ||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||
|
||||||||||
Cihê ku famîleya baqilan lê:
Daristanên baranê Nermhewa Giya |
||||||||||
| Binefamîle[1] | ||||||||||
Famîleya baqilan (navê botanîk Fabaceae) famîleyeke fireh a Riwekên bi kulîlk e. Piştî Famîleya orkîdeyan û Famîleya beybûnan famîleya fireh a sêyemîn e. Li gorî agahiyên fermî (binêre:Royal Botanical Gardens) 730 cins û bêhtirî 19,400 cure hene. Bi hejmara bêhtirî 2,000 cureyan Cinsê herî fireh Gonî ne, Darcêwî zêdetirî 900 cure, Wesme nêzîkê 700 cure ye. Cinsekî dî yê fireh heye ku Crotalaria xwediyê 600 cure û Giyaşîrîn 500 cure ne.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Pel
Pelê wan bi gelemperî alternatîf û bi hevdu ve ne. Gelek cure xwediyê pelên bi binyateke wisa ne ku moriyan dikişîne xwe û ev morî jî riwekan ji kêzikên giyaxur diparêzin.
[biguherîne] Kulîlk
Kulîlk bi gelemperî ji pênc pelên çeperê yên pevkelijî û pênc pelên tancikê yên serbest pêk tên. Bi giştî nêremo ne.
[biguherîne] Fêkî
Hêkel bi giştî di nava teneyêke de mezin dibe an jî geşedanî dibe. Tene ji fêkiyekî ziwa yê sade pêk tê.
[biguherîne] Ra
Li ser rayên gelek baqilan bakterî hene ku ev nîtrojena serbest a li hewayê digirin û didine nav axê. Bi saya van bakteriyan baqil nîtrojenê ji axê distînin.
[biguherîne] Çavkanî
- ↑ "GRIN-CA". http://pgrc3.agr.ca/cgi-bin/npgs/html/family.pl?440. Retrieved 2002-09-01.
- Ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê , Zana Farqînî
- Agahiya Navneteweyî di derbarê teneyan de
- Dara Jiyanê ya Fabaceae
- Beanref - Girêdana lêgerîna fasuliyan
- Famileya baqilan li îsraîl
- Famîleya baqilan li Mongolya