Famîleya kîwiyan
Famîleya kîwiyan (Actinidiaceae) famîleyeke riwekan e, li ser koma gezik, çay û çûxan (Ericales) tê hejmartin. Bi taybetî li herêmên tropîk ên başûrê rojhilata Asyayê diçên.
Li Kurdistanê hin deveran hatiye ceribandin, diçê, lê nebûna aramiyê rê nedaye ku kurd di gelek warên çandiniyê de xwe bigihên asta cîhanê. Li Afrîkayê di xwezayê de nayên dîtin. Navdara vê famîleyê kîwî ye. Hin riwekên famîleyê xwarbar in, hinan jî bo baxçevaniyê diajon.
Sîstematîk [biguherîne]
Famîleya Actinidiaceae sala 1925'ê ji aliyê Ernest Friedrich Gilg & Erich Werdermann ve, di Die natürlichen Pflanzenfamilien, çapa duyem, 21, rûpel 36'ê de hatiye binavkirin. Navekê din ê vê famîleyê jî Saurauiaceae Griseb. e.
Di famîleya kîwiyan Actinidiaceaeyê de tenê 3 cins û girêdayê wan jî 350 cure hene:
- Saurauia Willd.: Bi kasê 300 cureyan.
- Actinidia yan kîwî (Actinidia Lindl.): Bi qasî 55 heya 60 cureyan.
- Clematoclethra (Franch.) Maxim.: Tenê yek cureyek:
- Clematoclethra scandens (Franch.) Maxim.
Çavkanî [biguherîne]
- Famîleya kîwiyan Actinidiaceae di APWebsite. (ne bi kurdî ye)
- Die Famîleya Actinidiaceae de DELTA von L. Watson & M. J. Dallwitz.
- Jianqiang Li, Li Xinwei & D. Doel Soejarto: Actinidiaceae di Flora of China, Volume 12, 2007, S. 334: Online. (îngl.)
- S. Dressler, C. Bayer: Actinidiaceae. In: K. Kubitzki (weşan.): The Families and Genera of Vascular Plants. Band 6, weşanxaneya Springer, Köln 2004, r. 14-19. ISBN 3-540-06512-1