Farabî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Diravên qaxizî bi wêneyê Farabî

Farabî, Elfarabî an jî Ebû Nesr Mihemed ibn el-Ferex el-Farabî (bi farisî û erebî: Abū Nasr Muhammad ibn al-Farakh al-Fārābi) fîlosofê bi koka xwe Fars di sala 872'an li Farabê (Otrar) ya Turkmenistanê ji dayîk bûye û di sala 950'an de li Şamê jiyana xwe ji dest daye. Navê wî yê rastî Mihemed kûrê Tahran kûrê Uzlug e û li rojava jî ew bi navê Alpharabius, Alfarabi û Abunaser tê naskirin. Ji bona ku ew li bajarê Farabê yê Tirkmenistanê hatiyê dinê jê re dibêjin Farabî. Wî perwerdeya xwe ya serata li Farabê dest pê kir û bi şûnde jî li Rey û li Bexdayê xwend.

Dema ku wî li Haranê lêkolîn li ser felsefê dikir wî Yûhana bin Haylan naskir û rêgezên dibistana nepen fêr bû. Li Helebê ew bû mêvanê hukûmdarê Hamedanan Seyfûdewlet.

Girînge ku bê gotin, ku Farabî mirovekî zimanzan bû û dikarî bû bi zimanê kurdî jî biaxive.

Berhem û ramanên Farabî[biguherîne]

Farabî di dema pistî mirina Pêxember Hz. Mihemed û rewşa polîtîk a ku pistî wî re di navbera xelîfeyande derketiye jiyaye û ev rewş çavdêrî kirye. Ew bi giranî li ser têkiliyên olî û polîtîk sekiniye û ji bona ku şîroveyekî li vê rewşê bîne, ew li ser nivîsên Platon û Arîstoteles xebitiye. Gerek mirov vê rewşê bîne ber çavên xwe û nivîsên Farabî li gor vê yekê şîrove bike.

Farabî wek mijîyekî ensîklopedîk, bi teybetê bala xwe daye birêvebiriya polîtîk. Ji ber vê yekê gelek nivîsên wî şîrove û sentezên şexsî li ser felsefa Platon û Arîstoteles in.

wî pirtukek bi navê "Lihevhatina fîlozofan Arîstoteles û Platon" nivîsand. ev pirtuk bahsa "ramanên şêniyên siteya dilpak" dike. wekî din wî kurtebirek li ser zagonên Platon jî nivîstiye.

Girêdanên derve[biguherîne]