Farqîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Navçeya Farqînê
Silvan
Farqîn.jpg
Dîmenek ji Farqînê

Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir (parêzgeh)
Serbajar Farqîn

Hejmara nahiyan 3 nahiye
Hejmara bajarokan 2 bajarok
Hejmara gundan 83 gund

Navê nîştecihan farqînî, silîvî
Gelhe (2008) 86.256[1] kes
Rûerd 1.379 km2
Berbelavî 62,5 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 38°8′30″Bk 41°0′25″Rh / 38.14167°Bk 41.00694°Rh / 38.14167; 41.00694
Gelhe (2008) 42.736 kes
Bilindayî 835 m
Koda postayê 21640
Koda telefonê (+90) 412
Nexşeya cihan Tirkiye
Farqîn (Tirkiye)
Farqîn

Farqîn an Silîvan (1928: فارقين / Farqine (Farqîn, navend), Sîlvan (qeza); 1946: Silvan) bajêr û navçeya Amedê ye. Navê wê yê Tirkî Silvan e.

Nav[biguherîne]

Farqîn[biguherîne]

Farqîn Kurtkirina Meyafarqîn an Mafarqîn an jî Mayyafarqîn e ku navê bajarê di nav kelê de ye. li Rojhilat gundê Qulfayê, li nîvroyê Rojhilat Gundê Reşo an li Bakurê Rojava Şifqet ji alîyê îdarî ve girêdayê Farqînê bin jî Farqîn nîn in.

Silvan[biguherîne]

Di çaryeka dawîn a 1800'î de ku Farqîn bû baregehê qeymeqamiyê, bi Tirkî navê Silvan lê hate danîn. Silvan dejenere bûyiya navê Silîvan e ku îro bi tenê Tirk bi kar tînin û di nivîsên Tirkî an fermî de bi kar tê.

Silîvan[biguherîne]

Di nav gel de bi piranî "n" ya dawî dikeve û wek Silîva tê bikaranîn; herwekî Botan, Xerzan û Şikakan. Silîvan navê yek ji sê federasyonên eşîrên Kurmancan e: Xelîkan, Milan, Zîlan û Silîvan. ji zozanên xwe yên li Sîpana Xelatê heta germiyanên xwe yên li Rojhilat û Bakurê rêzeçiyayên Qerejdax-Mêrdîn-Torê wek bergeh dane ber xwe, lä wanderan danîne û dêmanî bûne. Di danîna alayên Hemîdiyê de seltenet vê taybetiyê daye berçavê xwe û li wê gorê ji Milan Brahîm Paşa, ji Zîlan Kor Huseyn Paşa, ji Silîvan jî Seyfedîn Paşa (Sêvdîn/Sêrdîn) kiriye paşayê wan herêman. Di wê demê de Farqîn hem biye baregeha qeymeqamiyê û hem jî ya Seyfedîn Paşa ku li navçê bi navê Sêrdîn Paşa tê nasîn.

Sophenene[biguherîne]

Farqîn di çavkanîyan de bi çend navên cûda tê naskirin. Di dîrokê de navê wî yên ewil Sophanene bû. An navê heremê ye. Ev nav paşî ye diguhere. Demek jî derûdora Xarpûtê bi navê Sophanene dihat naskirin[çavkanî pêwîst e].

Tigranocerta - Tigranokerta - Tigranakert[biguherîne]

Farqîn berîya zayînê bi navê Tîgranocerta hatiye avakirin. Tîgranê Mezin di sala 80'ê berîya zayînê de Farqînê avakirîye û navê xwe daye vê bajarê. Bajar bi navê Tigranokerta (Tigranocerta) hatiye naskirin. Di vê demê de hejmara niştecihên Farqînê digihije derûdora 300.000'î. Farqîn dibe navenda siyasî û aboriyê[çavkanî pêwîst e].

Martîropolîs[biguherîne]

li sala 410'an a piştî zayînê de metranê Farqînê Mar Marutha, ji Îranê 40 şehîdên Xiristiyan tîne û li Farqînê bi derindêzekî mazin niştin dike. Ji bunî van şehîdan nave bajar dibe Martîropolîs, anku Bajarê Şehîdan. Farqîn di vê demê da dibe garnîzoneke leşgerî yê herêmê[çavkanî pêwîst e].

Justîniyanpolîs[biguherîne]

Împeratorê Bîzansê Justîniyanê yekê di 527'an a piştî zayînê de dertê ser text. Kela Farqînê tamîr dike û tîne şeklê iro. Navê bajêr tê guherandin û dibe Justîniyanopolîs[çavkanî pêwîst e].

Meyafariqîn - Meyafarqîn - Farqîn[biguherîne]

Evliya Çelebî ji bo navê Farqînê û avakirina Farqînê ewe dinîvîse: "Bajar di navbera çemê Farqînê û cemê Êlihê de hatiye avakirin. An ku Farqîn bi daxweza Hz. Cercîs, bi alîyê Hindîk ve hatiye avakirin."[çavkanî pêwîst e]

ji bo ku li ber çemê Farqînê hatiye avakirin. Jê ra gotine Kelheya Farqînê. Derûdora wî bi av û ber biye navê wê dane Meyafarqîn[çavkanî pêwîst e].

Erdnîgarî[biguherîne]

Meyafarqîn, li ser rêya Amedê û Sêrtê ye. li qontara Çiyayê Elbatê de hatiye avakirin ku ev çiya heta 1500 mêtroyî bilind dibe. ji hemû herême re Silîvan tê gotin. Lêbelê Tirk ji bajêr re Sîlvan dibêjin. Derûdora bajêr bi kêlekê hatiye girtin. ji Rojavayê bajêr Amed û navçeya Hezroyê, ji başûr navçeya Bismil, ji Bakûr navçeyên Licê û Pasûrê, ji rojhilat ve jî bajarê Êlihê cîranên Farqînê ne. Rûberê Farqînê nêzîkî 1400 km çarçik e. Erazî bi giranî bi kurtik û mesîl e. Çiyayên Elbatê ji seranserê deştê ve bajêr ji rojhilat ber bi rojava ve dibire. Deşta Farqînê bi giranî bê şênayî û dar û ber in lê di aliyê çiyan de, cî bi cî darên maz, berû û yên fêkiyan hene. Avhewaya herêmê havînan germ û ziwa, zivistanan jî serma, şilî û şepelî ye.

Farqîn, 2009
Farqîn, 2009
Farqîn, 2009

Niha bi giştî 75 gund û 82 mezra li ser Farqînê ne û bajar bi xwe ji 11 Taxan pêk tê.

Dîrok[biguherîne]

Her çiqas di derbarê avakirina bajarê Farqînê de hin texmîn û dîtin hebin jî, di rastiya xwe de baş nayê zanîn ku ev bajar kengî û ji aliyê kîjan qewmî ve hatiye avakirin. Li gor çavkaniyekê, Farqîn di dema asûriyan de hatiye avakirin û mîna Miferket an Mifirkert hatiye bi navkirin. Li gor efsaneyekê jî, bajar di dema urartuyan de ji aliyê Marusu Layuta ve hatiye avakirin. Îdîayeke din jî ku ev bajar ji aliyê dewleta Tîgran ve hatiye avakirin û yek ji bajarên herî mezin û girîng a dema helenîstîkî bûye û navê bajêr Kerta bûye. Dewleta Tîgran a Ermeniyan berîya zayinê di sala 77'an de hatiye avakirin. Li gor Moltke jî, bajarê bi navê Tîgranokerta ku ji aliyê Tîgranê Mezin ve beriya zayinê di salên 80'yî de hatiye avakirin û Meyafarqîn heman bajar e. Ev bajarê bi navê Tîgranokerta cara yekem ji aliyê kumandarê romayî Lukulus (Lucullus) ve, paşê jî di dema kumandarê Neron, Korbulo (Corbulo, 7-67 p.z.) ve tê dagîrkirin û bajar heta dawiya sedsala VII an jî girîngiya xwe diparêze. li gor dîrokzan Ibn el-Ezreqê Farqînî jî, piştî şerê navbera [Rromî]] û Sasaniyan (387 p.z.) Pîskoposekî Farqînî bi navê Mar Maruthan, bi destûra împeratorê Bîzansê û zoranê Îranê Yezdîgirt, şehîdên Xiristiyan li vê herêmê vedişêre û bajarek li ser ava dike û navê Martyropolis an ku, Bajarê Şehîdan lê dike. Bajar, di sedsala VIan de, yek ji wargehên leşkerî yên herî girîng ê Împeratorê Bîzansî Justinianus bûye.

Di serdema Îslamiyetê de, bajar cara yekem ji aliyê kumandarên Xelîfe Omer Îyaz bin Ganem ve hatiye girtin. Di wê demê de bajar bi navê Meyafarqîn hatiye bi navkirin.

Paşê bajar ketiye destê Hemdanî, Biweyhî û Merwaniyan.

Serdema Merwaniyan 983-1085[biguherîne]

Dewleta Merwaniyan ji aliyê Badê kurê Dostik ve tê damezirandin. Di pey mirina Edudedewle de 983 p.z. (372ê koçî), Bad (carina wek Baz jî tê naskirin) Meyafarqînê dike bin desthilatdarîya xwe û ev xanedaniya Kurdan ji sed salî bêtir li ser piyan dimîne. Xanedanê duyem ê Merwaniyan Mumehidedewle (997-1011 p.z.) ye. Mumehidedewle dîwarên kela Meyafarqînê tamîr dike û navê xwe li ser dide nivîsandin. li dema Merwaniyan de demeke dûr û dirêj Amed bi xwe bi Meyafarqînê ve hatiye girêdan ango paytêx Meyafarqîn bûye. li serdema Merwaniyan de çand û huner li Meyafarqînê gelek bi pêş dikeve. Bi taybetî Nesredewle (1011-1061 p.z.), ji her deverên ku destên wî digihîjinê, hunermend û nivîskaran tîne û dike bin xizmeta xanedaniya xwe. li vê dewletê de her çendî bandor û motîvên Îslamî zêdebin jî, dewleta Kurdan a herî temendirêj e. Lewra Kurd wê demê bi giranî Misilman bûne û ew dem serdema pêşketina Misilmaniyê bûye.

Serdema Selçûqiyan 512-1118[biguherîne]

Bajarên li derûdora Amedê û Amed bi xwe jî, di sala 1085'an an de dikeve destê Selçûqiyan.

Di pey de Meyafarqîn di destê Merwaniyan de ma heta ku bajar û deverên mayî yên Amed di 1085'an de ketin destê Selçûqiyan. Êrîşa bi ser Merwaniyan ve, ji aliyê Fexredewle Ibn Cehîr ve tê birêvebirin. Ibn Cehîr, yek ji wezîrên kevin ê dewleta Merwaniyan e. ji bo zêr û dewlemendiyên dewleta Merwaniyan a mezin bi dest bixe, siltanê Selçûqiyan Melik Şah îqna dike û li gel hêzên Selçûqiyan êrîş dibe bi ser Meyafarqînê.

Serdema Ertuqiyan 1118[biguherîne]

Piştî mirina sultanê Selçûqiyan Mihemed bin Melik Şah 1118 Necmedîn Îl-Xaziyê Ertuqî, di 19'ê sala 1118'an de dikeve bajarê Meyafarqînê û bajar dike bin desthilatdariya xwe.

Piştî ku Îl-Xazî di sala 1122'yan de dimre, kurê wî Temurtaş dikeve dewsa wî û li ser bajarên Mêrdîn û Meyafarqînê sî sal desthilatdariya xwe didomîne. Piştî mirina Temurtaş jî, di 1152'an de, Meyafarqîn demeke kurt di bin destê Ertuqiyan de dimîne.

Serdema eyûbiyan 1185-1260[biguherîne]

Meyafarqîn, di sala 1185'an de, ji aliyê Selahedînê Eyûbî ve tê vegirtin.

Selahedîn, Meyafarqînê di 1195'an de dispêre birayê xwe Seyfedîn û bajar 165 sal ji aliyê Eyûbiyan ve tê birêvebirin, ta ku di sala 1260'an de bajar dikeve bin dagîrkeriya Mongolan.

Piştê ku Seyfedîn'ê birayê Selahedîn diçe Misrê Farqin dikeve destê kurê wî. Dema Eyyûbiyê Meyafarqînê dest pê dike. Ku ji wan ra dibejin Eyyûbiyê Mezopotamya yê. li dema Eyyûbiyê Meyafarqîn'ê da herem dibe navenda çand û Aboriye. Farqîn dibe peytêxtê heremê.

Serdema Mongolan 1259[biguherîne]

Di sala 1257'an de zoranê Meyafarqînê Melik Kamil, bîryara dagîrkirina bajarê Amedê digire, lewra ew sal Mongolan Anatoliyayê dagîr kirine, artêşa sultan Izedîn Key Kawûsê Duyem di şer de têk çûye û artêşa ku bajarê Amedê diparêze jî derketiye seferê.

Melik Kamil, pismamê xwe wî Melik Musammir û ji pêgirtiyên xwe Necmedîn Mûxter dide ser artêşa xwe û heman salê bi ser Amedê ve dişîne. Piştî ku bajar tê girtin, Melik Kamil Sefyedîn bin Mucelî mîna Subaşî (karê ewlekariyê dike û di dema aştiyê de jî bac berhev dike) dişîne Amedê.

Hulagûyê Mongol, ango Tirkê Îlxanî bi vê yekê dihise û daxwez dike ku bajar paşve bidine sultanê Selçûqiyan Qiliç Arslanê Çarem û ew bi xwe jî bê û li gel wî bi ser Bexdayê ve bigire. lê Melik Kamil li vê daxweziya Hulagû guhdarî nake. Hulagû jî, piştî ku di sala 1258'an de Bexdayê dagîr dike, kurê xwe Yeşmût bi ser Meyafarqînê ve dişîne.

Meyafarqîn du sal, berxwedaneke pir mezin dide li dij mongolan. Berîya ku mongol bikevine Meyafarqînê, herêmên li derûdora Farqînê talan û wêran dikin. Bajar di sala 1259'an de, di bin fermandariya Yaşmûtê Mongol de, dikeve destê Hulagû. Hulagû, piştî ku bajar digire, hemû rêvebirên Eyûbiyan dide kuştin û bajar talan û wêran dike.

Paşê, bajêr di dema sefera artêşên Tîmur Leng a bi ser Amedê ve, ev bajarê xirabe dikeve bin desthilatdariya Tîmur. Piştî şerê Çaldêranê jî bajar dikeve bin destê Osmaniyan.

Mîrên Meyafarqînê[biguherîne]

Eslê mîrên Meyafarqînê jî digihêje Mîr Şêx Ehmedê kurê Emîr Izedîn. Ew pismamên mîrê Pasûrê ne. Yekemîn kesê ji vê malbata han ê wezîfeya mîrektiyê girtiye, Behlûl Begê kurê Elwend Begê kurê Mîr Şêx Ehmed e. Behlûl Beg gelek mêrxas, destvekirî û merd bû. Berê ew û birayê xwe Omer Beg bi hev re di bin xizmeta Îskender Paşayê Mîrêmîran ê Amedê de bûn.

Piştî kuştina Behlûl Beg, kurê wî Emîr Xan Beg kar û barên welêt bi rê ve birin. Piştî kuştina Emir Xan Beg jî, birayê wî Omer Begê kurê Behlûl Beg bû desthilatdarê Meyafarqînê. Lê karê desthilatdariyê jê nedihat û di vî karî de kêm ket. Ji ber vî qasî, li ser daxweza Mîrêmîran ê Amedê û defterdarê wî, Dîwana sultan Mihemed Xan (1595-1603) rêvebiriya kar û barên mîrektiya eşîretên Kurdan û Meyafarqînê da Îbrahîm Begê Aqsaqê kurê Cîhangîr Beg.

Cihên taybet ên Farqînê[biguherîne]

Kela Farqînê[biguherîne]

Kela Farqînê
Dergehê Qulfayê, yek ji dergehên Farqînê ye.

Dîroka avakirina kela Farqînê nayê zanîn. Lê li gor Ewliya Çelebî, bi kêmayî bi qasî kela Amedê kevn e.

Sûrên Farqînê du qat hatine avakirin û di navbera her du sûran de rêyeke fireh hebûye. Stûrî û firehiya sûra hundir 4,5 m û ya derve jî 1,93 m ye. Sûra derve neha hindik be jî, ji aliyê deriyê Amedê ve tê dîtin. Kele çargoşe ye. Ji rojhilat ber bi rojava ve 600 m, ji bakûr ber bi başur ve jî 500 m, bi giştî 2200 m dirêjayiya kelê ye. 50 birc û kulek di kelê de hene. Dirêjiya bircan ji der ve 10,5 m û berên wan jî 7 m ne. Bilindahiya wan li seriya 25 m ne. Di navbera du bircan de dîwarek ji bo destekê heye. Mesafeya di navbera du bircan de ji 20 m zêdetir e. Neha ji xeynî çend bircan ku ew jî texrîb bûne, bircên kelê û kel bi xwe jî nemaye, lewra him dewletê ji bo avakirina qişleyên eskerî û saziyên dewletê û him jî gelê herêmê, bi taybet jî dewlemendên Farqînê ji bo avakirina xaniyan kevirên kelê jê birin û bi kar anîn. Bêyî ku li sira di wan keviran de veşarî bihizirin û bikine xem û derd ji xwe re!

Kevirên ku pê kelê avakirine, dirûvê kevirê Maltayê dide, spî û hişk in. Kevir bi hostatiyeke mezin hatine şekirin, ango birîn.

Evliya Çelebî ji bo avakirina kelê weha dibêje: "Ev kele di navbera çemê Şatê û Batmanê de ye û li ser daxwaza Hz. Cercîs, ji aliyê pêgirtiyê wî Melîk Handîk ve hatiye avakirin."

Li gor çavkaniyan neh dergehên kelê hebûne. Çar ji van li başûr, du li bakûr, du li rojava û yek jê jî li rojhilatê bajêr bûye. Ji van dergehan ên ku neha têne zanîn ev in: Dergehê Meyxanê, Dergehê Boşatê, Dergehê Qulfayê, Dergehê Taxa Jêrîn û Dergehê Amedê.

Li ser dîwarên kelê nivîstekên ji dema eyûbî, ertuqî û merwaniyan hene. Herî zêde di dema Hulagû de, kela Farqînê hatiye rûxandin. Di sala 532'yan de jî ji aliyê împeratorê bîzansî Justîniyenê Yekem ve hatiye restore û qewîkirin.

Şikeftên Hesûnê[biguherîne]

Şikeftên Hesûnê

Şikeftên Hesûnê ber bi rojavayê bajêr ve, nêzîkî 8 km li derveyê bajêr e. Li ser rêya di navbera Farqînê û Batmanê de, dema mirov ber bi Batmanê ve diçe, li ser mile çepê dikeve. Ev di rastiya xwe de bajarekî ji şikeftan e. Wisa xuya ye ku bi kolana zinaran ev şikeft hatine avakirin. Di qontra çiyê de, beriya ku mirov bigihêje şikeftan xirabeyên hemamekê hene. Ev avahî ji kirêc û tûxlayan hatiye avakirin û di rengê mîmariya romayiyan de ye. Hinek li seriya vê avahiyê, çalek heye ku av lê kom dibe û dibe gol ango hewiz. Hinek li jortir jî dêrek heye. Bilindahiya vê dêrê heft mêtro ye. Mîhraba dêrê mina nîvdaîreyekê ye. Dêr li ser sê kemberan hatiye avakirin.

Sir û sêra di van şikeftan de veşarî mirovan serxweş dikin û dibine serdema kevirî. Di deriyên teng de mirov dikeve hundirê şikeftan lê dema mirov dikeve hundir, ode û salonên mezin, di nav hev de, du tebeq û yekpare derdikevin pêşberî mirovan. Herweha dêreke mezin jî heye ku salon û mîhraba dêrê di nav zinaran de vedane û çêkirine.

Ji herî jora çiya ber bi jêr ve, li ser zinaran cih hatine vedan. Ava berf û baranê ji van cihan diherike û li jêr, li sarincan kom dibe. Zinarên vî çiyayên ku ev şikeft lê hatine kolan û vedan ji kevirên nerm û gewr têne pê.

Temtemburk[biguherîne]

Temtemburk navê sê şikeftan e. Ev şikeft li ser çiyayên Elbatê, li ser rast û çepê rêya Boşatê ne û her yek ji wan odeyek e.

Ev şikeft jî mîna şikeftên Hesûnê bi dest hatine çêkirin lê dîroka kolan û vedana van şikeftan nayê zanîn. Herweha navê Temtemburkê jî!.. Ji van her sê şikeftan, di ya herî mezin de du ciyên razanê ji kevir hatine çêkirin. Mirov bi pêplûkên ku di zinaran de hatine neqişandin ber bi van şikeftan ve hildikişe.

Wisa tê texmînkirin ku ev şikeft ji bo di dema şer de mirov xwe biparêzin û lê bisitirin hatine çêkirin.

Kela Boşatê[biguherîne]

Kela Boşatê li bakûrê Farqînê ye û ew herêm xwedî gelek berhemên dîrokî ye. Di demên berê de ev kele mîna zîndan hatiye bikaranîn. Taybetiya vê kelê ew e ku li ser zinarekî hatiye avakirin û dagîrkirina kelê pir dijwar û zehmet e.

Minareya Qot[biguherîne]

Minareya Qot a Farqînê

Ev minare 400-500 m li başûrê rojavayê bajêr e. Ji dema eyûbiyan maye û ji aliyê sê birayan (Melik Ewhed Eyûb, Melik Eşref Mûsa û Melik Muzefer Xazî) ve hatiye avakirin. Minare pênc qat e. Di demên berê de mîna rasatxane jî hatiye bikaranîn. Herweha demek zingila dêrê jî lê hatiye daleqandin. Sedema ku dibêjin minareya qot, li gor tê gotin, ev minare ji pênc qatan hîn bilindtir bûye û paşê xerabûye. Lê di demên dawî de hatiye restorekirin û neha nayê dîtin ku ev minare berê xerabûye.

Pira Malabadê[biguherîne]

Pira Malabadê

Pira Malabadê di dinyayê de, di nav pirên kevir de xwedî kembera herî mezin û fireh e. Li gor ku di nav gelê herêmê de tê gotin, pir ji aliyê Badê kurê Dostik ve di dema Desthilatdariya Merwaniyan de hatiye avakirin ku loma jê re gotine Mala Bad ango Mala Badê. (1)

Înşaata pira Malabadê çend car xera bûye. Ji bo avakirina pirê kalkerê gewr (grî) hatiye bikaranîn. Li ser pirê hin nivîstek û fîgur hene ku neha baş nayêne xwendin. Lewra zarokan bi ramana şaş a ku ev heykel ji aliyê gawiran ve hatiye çêkirin, xwe hildikişandine jor û bi kevir û biviran ev nivîstek û fîguran dişikandin. Lê ev nivîstek û fîgurên li ser vê pirê, dişibine nivîstek û fîgurên Heskîfê û pirên li Cizîrê.

Dirêjiya pirê 220 m, fireyiya wê jî 7 m ye. Fireyiya kembera pirê 40 m û ji nîvê kemberê bilindahî jî 20 m ye. Bi van pîvanan, pir dikara qubeya Ayasofyayê bi hêsanî di nav xwe de biveşêre.

Di salên 1950'î de dewletê li kêleka pira Malabadê pireke nû çekir. Rêya nabera Farqîn û Batman û Bedlîsê di ser vê pira nû de derbas dibe.

Pirek mîna pira Malabadê lê jê piçûktir jî, berê ji aliyê kalê Bad Kemûk ve hatiye avakirin ku neha ji wê pirê û ji gundê ku li ber wê pirê hatiye avakirin re jî dibêjin Pira Kemûkê û gundê Kemûkê.

Mizgefta Selahedînê Eyûbî[biguherîne]

Mizgefta Selahedînê Eyûbî

Îbn'ul Ezrak dibêje ku temîra mizgeftê di dema Artuqiyan de bîye. Avakirina mizgeftê di dema Merwanî'yan da ye. Her çendî mizgeft bi vî navî tê nasîn jî, mizgeft ji dema ertuqiyan (1152-1157) maye. Lê di dema eyûbiyan de jî hin tişt li ser hatine zêdekirin. Di nav gel de Camiya Ecem jî tê gotin lê nayê zanîn ku ji ber çi sedemê weha tê gotin.

Camî ji kevir û qubeya wê ji tuxlayan hatiye çêkirin. Çapa qubeya camiyê 13,50 m ye.

Kela Zembîlfiroş[biguherîne]

Kela Zembîlfiroş.

Kela Zembîlfroş, kela herî kevn a Farqînê ye. Tê gotin ku di dema Tîgranê Mezin de hatiye restorekirin û mezinkirin. Pişt re Marûta (Marûsa) kela mezin avakiriye.

Kela Zembîlfiroş navê xwe ji destana Gulxatûn û kurê mîrê Hekarê Zembîlfroş digre. Ji ber vê destanê, yek ji cihên ku herî zêde li Farqînê navdar e û li seranserê Kurdistanê hatiye nasîn û bûye malê hemû gelê kurd jî, ev kele û ev destan e. Lê mixabin ku neha ji wê ezameta kela bi nav û deng zêde tiştek li paş nemaye.

Kela Mala Mîran[biguherîne]

Kela Mîra, di waxta Hemdani'yan da hatîye avakirin u seraya Hemdanî'yane. Heta dema Nasruddewle jî seraya Mervanî'ya buye. Piştê ku Nasruddewle dibe hukimdar dev jivir berdide. Li şuna Kela Zembilfroş seray kî bi nav u deng ava dike. Di dawîyê de 500 sal derbas dibe herem dikeve destê Osmanîyan. Kişandina axa serê Kelê jî nezî 100 sal berê biye. 12 gundên mîr hebîye. Pal temam bîye. Gundekî deyndar maye. Efsaneyek Balûl beg heye. Di nava Balûl beg u Zilanê Jorîn da çîye.

Ev kele, di dema Selîmê Duyem padîşahê osmaniyan de, ji aliyê Behlûl Beg ve tê avakirin. Behlûl Beg ev kele, ji bo parastina xwe ya li dij piştgiriyên sefewiyan bi milê xelkê ava dike. Di nava bajêr de, girek çargoşe û ji axa ku bi pişta gelê Farqînê hatiye kişandin, ava dike. Derdora vî girî bi dîwaran diparêze. Girek wisa bilind ava dike ku ji ser banê koşka mîr ku ew jî li ser vî girî tê avakirin, dema mirov li derdorê dinêre, çaraliyê bajêr û derveyê bajêr tê dîtin. Parastina vî girî û kelê hêsan, dagîrkirin û bidestxistina gir jî ew çend dijwar e. Lewra hevraziya gir nêzî 45 dereceyî ye. Gir hîn heye û hin xanî û avahî jî li ser hene lê ew jî her wekî kela Zembîlfroş ji bêxwedîtiyê, wê mezinahî û ezameta xwe wenda kiriye.

Ziyaretên Farqînê[biguherîne]

Ziyareta Bavodînê[biguherîne]

Tê gotin ku ew kesê li wir hatiye veşartin û mezelê wî bûye mîna zîyaret, kesekî bi navê Bahedîn e û mezinek ji mala merwaniyan e.

Mêreniyê[biguherîne]

Li gundê Mêreniyê ye. Gund navê xwe ji vê ziyaretê girtiye. Tê gotin ku kesên felc dibin, dev û rûyên wan xwar dibin, şimikek heye li ziyaretê, wê şimikê di dev û rûyên ew kesên nexweş didin û nexweş pê baş dibin. Tê gotin ku kesê mezelê wî li vir e û bûye ziyaret, ne şêx e lê mîrekî kurd e.

Şêx Xelîl[biguherîne]

Ev ziyaret li gundê Pîleka ye.

Ziyareta Erqenîsê[biguherîne]

Ev ziyaret li gundê Boşatê ye. Erqenîs bi xwe kaniyeke pir cemidî ye. Zarokên ku bi sorikan dikevin an kesên zerikî ne diçin ser wê kaniyê xwe bi wê avê dişon û jê vedixwin û pê re baş dibin.

Şêx Zeydîn[biguherîne]

Ev ziyaret jî li Boşatê ye.

Ziyareta Zêvetirkê[biguherîne]

Li çiyayê Hafa Zerbiya, li kêleka Hesûnê ye. Ji vir tiştên antîk û hin dîwar û bermayên bajarekî derdikevin. Xuya ye ciyê bajarekî kevn e ku di bin erdê de maye.

Dara Hiznaxiyê[biguherîne]

Dara Hiznaxiyê

Du-sê kîlometre li dervayî Farqînê, li ser rêya Diyarbekirê ye. Darek e û kesek li wir hatiye veşartin. Paşê ew bûye ziyaret û bêtir bi wî darî hatiye nasîn. Lê li gor tê gotin ew kes jî ne şêx bûye. Kesekî bi navê Hesnewî bûye û kumandarekî, lehengekî kurd bûye.

Ziyareta Cimşa[biguherîne]

Di navbera Bêzwanê û Başqeyê de ye.

Girkûvî[biguherîne]

Di navbera Tîrkevankê û Dêrika Miqûrê de ye. Kesên ku tawî û bawî dibin, diçin ser vî ziyaretî û pişta xwe di kêlika mezel didin.

Şêx Meazê Cebelî[biguherîne]

Ev ziyaret li herêma Badika, di navbera Kemûkê û Aliya de ye. Bêtir bi navê “Ser Hivde” tê nasîn. Dibêjin ku ev kes Sehabî bûye û bi navê “Kurê Pîrê” hatiye nasîn. Di şerê sehabiyan de, di 17ê adarê de şehîd ketiye. Loma jî her sal di 17ê adarê de, bi hezaran kes diçûne ser vê ziyaretê û ziyaret dibû mîna festîvalek. Kesên diçûn Ser Hivde, piştî serdana mezelê Şêx, şahî dikin, govend û lîstikên curbecur dilîzin, qurban serjê dikin û keç û xort li wir hevûdu dibînin, bi hev şa dibin û gelek keç û xort wê rojê ji ser ziyaretê bi hev re direvin. Paşê dibe qiyamet, heytehol lê mîna agirê kayê, zû vedimire û şahî didome, ta ku deng û hewara reva keç û xortekî din were bibe.

Bendava Batmanê.

Neha li wê herêmê bendavek hatiye çêkirin û ji bilî wê ziyaretê, hemû herêm di bin avê de maye û girê ku ziyaret lê ye, mîna giravek di nav avê de xuya dike, lewra ciyê ziyaret lê ye bilind e.

Bi van bendavên ku li Kurdistanê hatine avakirin û dê hîn bêne avakirin, ne tenê çand û dîroka me ji me tên dizîn, herweha kêf û şahiyên me, kenê li rûyê zarokan, tîra evînê ya ji kevana dilê xort û keçan tê avêtin û tîreja evînê ya di çavên şermok de veşarî jî di nav golên bendavan de difetisin.

Şêx Emînê Bêzwanê[biguherîne]

Li gundê Bêzwanê ye ku neha ev gund jî di bin avê de maye.

Qarça Palê[biguherîne]

Li gundê Herşenê ye. Gora Mele Xelîlê Teraşî li wir e. 1ê gulana mîladî (ku dibêjin hesabê kurmancî) û dibe 14ê gulana mîladî, gel diçe ser ziyareta Mele Xelîlê Teraşî û qurban serjê dikin û daxwaziyên xwe jê dikin.

Ziyareta Siniya[biguherîne]

Nêzî gundê Babina ye. Li hêla Licê gundek heye ku ji wan re dibêjin sinî. Ev ne kurd in û ne jî misilman in. Kes nizane ji kîjan dînî ne û ew ziyareta çi ye ku her dema biharê ji Sinê tên û tewaf dikin?

Şêx Xelîl[biguherîne]

Ev zîyaret li nav bajarê Farqînê ye. Ziyaret di nav goristaneke mezin de ye. Gelê Farqînê miriyên xwe bi piranî li wê goristanê diveşêrin û ji wê goristanê re jî dibêjin “Mezelên Şêxelîlê”.

Şêxelîl navê mezela ye. Cîyê ku kaba wî xerabiye tê gotin ku mezelê sahabe tê daye. Farqîn berîya Amedê ket destê îslamê. Di 639'an de wexta ku Farqîn tê sendin. Ewil li vir limêj tê kirin. Li Anadolê da mescîda yekem vira ye. Piştê Farqînê Amed dikeve destê îslamê[çavkanî pêwîst e].

Kaniyên Farqînê[biguherîne]

Dîmenek ji Hesûnê.

Kaniya Mezin[biguherîne]

Ji Zuxrê Boşatê berjêr di qontara çiyê de ye.

Mirov bi hêsanî dikare bêje ku 60% ji farqîniyan li kaniya Mezin hînê avjeniyê bûne. Ava ku ji çiya diherikî û ya ku ji axê bi xwe diza, li wir golek çekiribû. Ev gol bi dîwarên beton û keviran ji hev hatibûne veqetandin û yek jê ne zêde mezin û kûr bû, ya din hinek mezintir û kûrtir bû. Zarokên ku melevaniyê nizanibûn, pêşî xwe di ya piçûk de hîn dikirin û paşê diketine hemza kûrtir û mezintir.

Li ser Kaniya Mezin stran jî hatiye gotin. Em beşek jê li vir binivîsin:

Kaniya Mezin kaniya dilan

Nazewcim nazewcim

Teşt û sênî li nava milan

Nazewcim nazewcim

Keçê çavê te kor be

Nazewcim nazeycim

Bi min re heye sebra dilan

Wellahî nazeycim...

Kaniya Navîn[biguherîne]

Li kêleka Kaniya Mezin e. Ava bajêr a ji bo vexwarinê ji vê kaniyê li bajêr tê belavkirin. Paşê ava Kaniya Mezin jî li ser hatiye zêdekirin.

Qolek[biguherîne]

Kaniya Qolek, di navbera Moşrîtê û Kaniya Navîn de ye.

Moşrît[biguherîne]

Li taxa Kevirspî (taxa Ferîdon) ye. Ev her çar kanî jî di qontara çiyayê Elbatê de û li pey hev in.

Kaniya Xanikê[biguherîne]

Li binya qişleya eskeriyê, li ser riya Qulfayê, li taxa Zazo ye.

Kaniya Zazo[biguherîne]

Ev nêzîkî kaniya Xanikê ye.

Ev her du kanî jî li taxa Kevirspî ne ku demên dawî li wir qişleyên eskerî hatine avakirin. Kanî di quntara heman çiyayî de ne lê hinek ji yên din bi dûr dikevin. Li biniya Zuxrê Qurniya (Qula Hemîdo) ne. Rêya ku diçe gundên Ferhendê, Kurbeytê û Taxikê jî ji wir derbas dibe.

Kaniya Tungê[biguherîne]

Di navbera mala Yumnî Beg û Kaniya Mezin de ye.

Kaniya Xuro[biguherîne]

Li ser riya Diyarbekrê ya kevn, li hember nexweşxaneya Farqînê li taxa Selahedîn e. Li ser vê kaniyê lihevhatiye weha ye:

Kaniya Xuro qinê minê

mala gewrê kêç ketinê

mala Şêx Cafer ziyaret e

min bibinê.

Kaniya Nûrê[biguherîne]

Li taxa Kelê nêzîkî mizgefta Qere Behlûl Beg e.

Kaniya Dergeh[biguherîne]

Kaniya Dergeh a Farqînê.

Di binê sûrê de ye, li taxa Selahedîn e.

Kaniya Massê[biguherîne]

Li taxa Selahedîn, li kêleka Kaniya Dergeh ye.

Kaniya Hecîcarkê[biguherîne]

Li ser rêya Korît e. Berê xwe bide aşê Nebo, bexçê ziretê li milê rastê dimîne û ew jî li milê çepê nêzîkî aşê Nebo ye.

Mala Ezîzan[biguherîne]

Mala Ezîzoxlî

Nêzîkî 450 sal berê du birayên bi navên Feqe Elî û Mele Feyat ji ber nexweşiya ku di navbera wan û pismamê wan de rû dide, ji Culemêrgê tên Farqînê û xwe li mîrê merwanan digrin. Ew jî mîrekên aliyê Culemêrgê bûne û girêdayê mîrê merwanan bûne. Wê demê eşqiyayek hebûye bi navê Grûzê Şeblerî û wî bînê li mala mîra çikandiye. Ji ber ku pir cengawer û jêhatiye bûye, tu kes nikaribûye Grûz bigire. Rojek tê ku pez û dewarên mala mîra ji xwe re bibe, Feqe Elî jî li wir e û bi Grûz re şer dike. Feqe Elî şûr davêjê û goşê kirasê Grûz dibire. Li ser vê yekê Grûzê Şevlerî dibêje: “Heta neha şûrê tu kesî nêzî min nebûye, çawa vî kesî kirasê min birî?” Dibêje: “Pismam bisekine, ez bi te re şer nakim, xuyaye ez extiyar bûme” û diçe malê tobe dike û li ser postê xwe rûdinê û berê xwe dide Xwedê. Mala mîr jî vê yekê sah dikin û radibin ji herdu birayan re dibêjin: “Ên ku divê mal û milkên me biparêzin hûn in” û yekî dişînine Ferhendê û ê din jî dişînine Boşatê. Piştî ku mala mîr êdî bê hêz dibin, ev gund û gelek gundên din ji mala Ezîzan û zarokên wan re dimîne.

Mala Ezîzan bi sê navan têne naskirin: Mala Elî Axa, Mala Yumnî Beg û Mala Huseyn Axa. Ev her sê jî ji nesla Mele Feyat û Feqe Elî ne. Pismamê wan jî hene li Mîranga, Mala Mecîdkeyayê Herşenî, hinek ji wan li Tilmînê ne û hinek ji wan jî li Bilbilê ne. Lê ji van ên ku pêş ketine Mala Elî Axa, Mala Huseyn Axa û Mala Mehrem Beg bavê Yumnî beg in.

Mala Ezîzan torinê Feyat'in.

Yumnî Beg ji mala ustun'a ye. Yumnî beg kurê sadik begê kure Abdulah bege. Mala Ustun'â digîjin Feq Eli. Qesra wan li dêrê Boşat'ê ye.

Kepolî[biguherîne]

Mezinê eşîra Şêxdoda ne. Bavê Mahmud Kepolî Mehemed axa di sala 1925 an di tevgera Şêx Seîd Efendî de, li Amedê hatebi darvekirin. Ew bineciyê Farqînê yên herî kevn in. Niha ew xwedî ax in û çend gunden wan hene.

Siyapoş[biguherîne]

Wisa tê texmînkirin ku Sîyapoş bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bûye. 230-240 sal berê miriye. Li Farqînê mezin bûye û li Farqînê rehmet kiriye. Hemû berhemên wî li Farqînê ne. Pir feqîr û perîşan bûye. Du - sê tûtikê (mirîşkên) wî hebûne xelkê Narikê ew dizîne. Sîyapoş ji gundiyên Narikê hez nekiriye. Di sala 1963 yan de gora Siyapoş ku li gundekî Farqînê Kurbeytê ye, ji aliyê Mele Ebdilkerîm Ceyhan û Şêx Mîsbahê Silîvî ve ji nû ve hatiye çêkirin û navê wî bi tîpên erebî li ser kêlika gora wî hatiye nivîsîn. Sîyapoş li ser bûyera gundiyên herêma Narikê û mirîşkên xwe van çarînan dinivîse.

Ehlê Narik ehlê nar in

Bi dev dost in bi dil neyar in

Sê mirêşkên Siyapoş hebûn

Ew jî xwar in.

Narik, bi tenê ne navê gundek, navê herêmeke çiyayî ye: Başimtê, Ferhendê, Boşatê, Heldayê Sêdeqnê, Baqûz, Kufrê...

Gundê Seyfilmilûk jî ku Sîyapoş li ser nivîsiye, li ser rêya Bismilê ye. Gora Seyfilmilûk bi xwe jî li wî gundî ye û navê wî li gund danîne. Ku mirov diçe Bismilê, di navbera Bismilê û gundê Seyfilmilûk de çem heye, çemê Diyarbekirê. Piştî ku mirov ji Diyarbekirê derdikeve bi 10 km yan gundê Seyfilmilûk li wir e. “Mihbetê kuştî Sîyapoş şubhetê Seyfilmilûk lew li ser me ferz û eyn e secdeya pûtxaneyê”.

Destana Siyamendê Silîvî[biguherîne]

Destaneke evînî ya hêla Farqînê ye. "Siyamendê Silîvî xwediyê tîr û kevanê zîv î". Biraziyê keyayê gundekî Farqînê ye û gurî ye. Lê mîna cinan e. Jêhatî û çavvekirî. Ji ber evîna xwe Xecê, bi çiyayê Sîpana Xelatê ve direvîne. Dawiya vê destanê jî, mîna gelek destanên evînî yên din, bi mirina her du evîndaran bi dawî dibe. Bi giranî Siyabend tê gotin û wisa tê zanîn. Mîna nav ne şaş e lê rastiya navê ku di destan de derbas dibe Siyamend e. Lewra di nav gel de ev nav xera jî dibe. Mîna Siyahmed, Siyamet û hwd jî têne gotin. Ev destan mîna pirtûk hatiye çapkirin û wergerandine tirkî jî. Herweha fîlmek wî jî bi tirkî hatiye çêkirin. Di fîlmê de Tarik Akan rola Siyamend, Mine Çayiroglu jî ya Xecê dilîze.

Rewşa dawî[biguherîne]

Nifûs[biguherîne]

Mîna gelek deverên Bakûrê Kurdistanê, li Farqînê jî bi taybet di navbera salên 1990 û 1993 yan de, di encama êrîşên dewletê û hîzbullahê de, bi sedan kesên bê çek, sivîl û welatparêz hatine kuştin. Ev kes bi piranî û giranî bineciyên Farqînê bûn û xwedî çandeke bajarvaniyê bûn. Di navbera van salan de gelek kes jî ji tirsa mirinê, êrîş û zextên dewletê ji Farqînê bar kirin. Hinek ji wan li Amedê bi cî bûn lê piraniya wan li bajarên tirkiyê yên mîna Stenbol, Enqere, Edene, Mersîn û hwd. belav bûn. Piştî demekê, ji gundên derûdorê koçberî çêbûn û bajar car din bi wan hate dagirtin. Niha kesekî ku heya10-15 sal berê jî li Farqînê dijiya û bi dê û bav her kesî dinasî biçe Farqînê, dê ne kes wî/wê ne jî ew dê kesekî binase.

Li gor hejmarên dawî, hejmara şêniyên Farqînê 64.100 kes in. Ji vê 33.502 mêr, 30.634 jî jin in. Hejmara ciwanan bi giştî 29.432 ye. Bi piranî jî bê kar û ser û ber in. An koçî metropolên tirkiyê dikin an jî dema xwe li qehwexaneyan dikujin.

Çandinî[biguherîne]

Li gel potansiyela xwe ya dîrokî û çandî, bajarê Farqînê xwedî potansiyeleke mezin a çandiniyê ye.

Ji %80 nifûsa bajêr, bi pez û dewar û çandiniyê debara xwe dikin. Li herêmê bi piranî genim, ceh, nîsk û nok têne çandin. Zeviyên ku dikarine bêne çandin bi giştî 88 hezar hektar in. Jı van 35 hezar hektar genim, 19 hezar hektar nîsk , 11 hezar hektar ceh e. Li gel vê yekê jî, bi tenê fabrîkayeke arvan heye. Nîskên ku têne çandin, bi giranî difroşin fabrîkayên Dîlokê. Ji % 60 genimê ku tê çandin jî, ji aliyê Ofîsa Hilberînên ji Axê (TMO) ya dewletê ve tên kirîn.

Hatiniya ji ajelan[biguherîne]

Salê 416 hezar ton goşt, 360 hezar ton şîr, 121 hezar û 666 ton penêr û 5800 ton jî hingiv tê hilberandin.

Bazirganî[biguherîne]

Dîmenek ji çarşiya Silîvanê

Niha li farqînê 1.602 dikanên ku girêdayê Odeya Esnaf û Sinetkaran in, 414 beqal in û 104 jî qehwexane ne.

Şer, êrîşên dewletê, kuştina bi sedan kesên sivîl û bê guneh û koçberî û rakirina tekela Farqînê, bisînorkirina hilberîna titunê ji aliyê dewletê ve û polîtîkayên dewletê ku li hemû kurdistanê derbas dibe, ji gelek aliyan ve pişt li Farqînê şikand. Lê Farqîn bi zeviyên xwe yên dewlemend, bi deşt û çiyayên xwe, bi dewlemendiya çanda xwe ya kevn û bi dewlemendiyên serax û binaxên xwe ve, mîna gelek deverên Kurdistanê, xwedî potansiyeleke mezin e û dikare j nû ve û hîn xurtir li ser van îmkan û potansiyelan şîn bibe. Lê divê xwedî jê re hebin, em hemû xwedî lê derbikevin!

Gundên Farqînê[biguherîne]

Ev lîsteya muxtariyên li ser qeza Silîvan ji arşîva Êhsanê hecî Eliyê Kanikî hatiye stendin. Tê de navê gundên li ser muxtariyê tunene; herwekî Gundêreşo, Qereelya, Bameydan, Elebengî, Pîrhesam, Kejika, Hogira, Xirba, Xeravgurya, Badikanêkêşê, Meleetmanka, Babina, Siltêniyê, Gundêcano, Sabê û gelekên dinê wek tax an mezra muxtariyê hatine dîtin û di listeyê de cî negirtine.

Girêdanên derve[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]


38°08′30″Bk 41°00′25″Rh / 38.14167°Bk 41.00694°Rh / 38.14167; 41.00694