Fat Joe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fat Joe di sala 2005an de

Fat Joe (bi kurdî: Ûsê Şîşko, z. 19ê tebaxê 1970an wek Joseph Antonio Cartagena) rapvanekî DYAyê ye.

Malbata Fat Joe ji Puerto Ricoyê ye, ew bi xwe di taxên Bronx (New York) de jidayikbû û zarokatiya xwe li wir derbas kir. Wî di destpêka kariyera xwe de çend stranên solo derxist û piştre digel stranbêjên wek Jennifer Lopez, R. Kelly, Ashanti, Ricky Martin û Ginuwine xebatên muzîkî meşand. Herwiha, Joe damezirînerê koma Rapê ya bi navê The Terror Squad e.

Yekemîn beşa navê Fat Joe ji leqabê wî Joe (Ûs) pêk tê. Ya duwemîn jî destnîşana qelawbûna wî dike.