Fatimî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xelîfetiya Fatimî

Fatimî an dewleta Fatimiyan, dewleteke misilmanên şiî, navbera 909 û 1171an de li Mexrib, Misir û Sûrî serwerî ajotî bû. Piştî dema Hz. Elî misilmanan wek şiî û sunî parve bûn. Piştî vê parvebûnê, xelîfetiya şiayan bi zayenda keça Hz. Elî Fatima dewam kirin. Lê piştre jî şia wek Îmamî, Îsmaîlî û Zaidî parve bûn.

Fatimiyên li Mexribê[biguherîne]

Di sedsala 9'an de Ebdela el-Ekber dest bi pêşengiya Îsmaîliyan kir. Lê wî paşwerên xwe ji bo qedexeyan misyonên xwe veşartî dewam dikirin. Li Îraq, Yemen û Mexribê veşartî mezheba xwe bela dikir. Ji pê wan li Mexribê mezheba xwe nav berberan de belav kir û dijwar dest xwe xistin re wan li Mexribê serweriya xanedana Exlebî ya Ifrîqiyeyê leqand û Ebdela el-Mehdî dewleta Fatimî demezrand. Ebdela el-Mehdî xwe wek xelîfe da zanîn û bajarê bi navê xwe El-Mehdiye ava kir. Di dema el-Mehdî de Sîcîlya, Misir, Cezayêr û Fas hat dagir kirin.

Lê di dema Ebu'l-Qasim el-Qaim (910–934) de Sîcîlya bi piranî şûnda ji dest der ket. Dîsa di dema wî de xarîciyan di serdariya Ebû Yezîd de serîhildan û paytext Mehdiye (al-Mahdiyya) dorpêç kirin.

Di dema Îsmaîl el-Mensûr (946–953) û Ebû Tamîm el-Muiz (953–975) de dewleta şunda hêza xwe kir û bi generalê Cefer es-Siqilî de heta beravên Atlantîk dagir kirin.

Kargerên Fatimî li Mexribê[biguherîne]

Fatimiyên li Misirê[biguherîne]

Di 969an de Fatimiyan Îşidî bin xist û Misir dagir kir. Di 972an de jî xelîfe el-Muiz paytext bire Qehîre û Zîriyan kirine xanedana pardara împeratoriyê.

Ji pê Ebu Tamîn el-Mûîzz Misir kira navenda kargerîye wan heta 978 Felêstin û Sûrî jî dest xwe xist. Di wê demê de wan qontrola Meke û Medîne dest xwe xist û bû serdijwara misilmananê wê deme.

Di dema Fatimiyan de Misirê aborî, çendayî demeke rind dît. Fatimiyan li Misirê Zanîngeha el-Azhar ava kir.

Di dema el-Hekim de, di 1017'an de, li Misir mezhebeke nû yê wek bawer dikir ku Xwedê di el-Hekim de çê bûye der ket. Ji pê re wan wek Durzî hatin navandin.

Di dema xelîfe el-Mustensir de (1036–1094) xelifetiyê dema xweya herî rind dît. Dewletê xakên xwe li Îraqê jî fireh kirin û Îsmaîliyan Bexda di 1059'an de demek kurt dest xwe xist.

Lê ji pê vê belav bûnê re dewlet ji dijwar de ket û lawaz bû. Çiqas Zîriyan li Maxrêb serweriya xwe dewam kir jî Sûrî û Felestîn di 1076'an de derbaza Selçûqiyan bû.

Ji pê Seferên Xaçperestan destpê kir û Quds di Sefera Xaçperest ya Yekem de dest xaçperestan ket re Fatimiyan dijwareke bihêz li hembera xwe dît. Di 1163'an de kargerê Şamê Nur ed-Dîn, arteşek şande Misir û Selahedînê Eyûbî 1171'an de dewleta Fatimî hilweşand û dewleta Dewleta Eyûbî demezrand.

Kargerên Fatimî li Misirê[biguherîne]