Fehmi Koru
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fehmi Koru, (* 1950 İzmir) rojnamevan û nivîskarekî navdar ê romî (tirk) ye. Di rojnameya tirk-îslamîst Zamanê de dest bi nivîsandinê dike. Demekê di Turkish Daily Newsê de dinivîsîne. Niha di rojnameya neteweperwer-adetperest Starê de quncika wî heye.
Li DYA, di zanîngeha Harvardê de perwerdeyê dibîne. Bi bernavka Taha Kıvanç jî di rojnameyan de nivîsên wê derdikevin. Wî demekê di rojnameya neteweperwer-adetperest û îslamîst Yeni Şafakê de jî nivîsibû. Bi erebî û îngilîzî dizane.
Pirtûk [biguherîne]
- Yeni Dünya Düzeni (Beyan) - Sazûmaniya nû ya cîhanê
- Taha Kıvanç'ın Not Defteri (Timaş) - Lênûsa têbiniyan a Taha Kivanç
- Tabana Kuvvet (Timaş) - Qewet ji paniyê re
- 11 Eylül, O Kader Sabahı (Timaş) - 11'yê rezberê, wê beyana (sibeha) çarenûsê (qederê)
- One Column Ahead (Timaş)
Girêdan [biguherîne]
- Qunciknivîsên Fehmi Koru (bi zimanê romî)