Fena (sofiyatî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Di sofiyatiyê da, yek ji qonaxên jêhilçûn anko berjorçûna sofiyan e. Sofî piştî rêvîngiyeka dirêj û xebateka berdewam di çavdêrî anko muraqibeyê digehe vê qonaxê.

Di vê qonaxê da, sofî ji kesînî ya xwe ya kitekesî, civakî û hizirî rizgar dibit. Ew xwe mîna dilopeka avê di deryaya hebûnê da niqom dibînit. Bi gotineka dî, ew xwe li beranberî mezinahiya hebûnê "hîç" û tunne dibînit.

Peyîsk anko wargehê duyê di qonaxa fenayê da, fena fî'llah, anko tunnebûna di Xudê da ye.