Ferhad Pîrbal

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ferhad Pîrbal
Jidayikbûn1961 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîIraq Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Parîsê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ferhad Pîrbal, nivîskar, helbestvan û lêkolînerekî kurd e. Ew di sala 1961ê de li Hewlêrê hatiye ser dinyayê.

Ferhad Pîrbal di sala 1983an de li Zanîngeha Selahadînê (Başûrê Kurdistanê) beşa ziman û edebiyata kurdî temam kiriye. Di sala 1986an de derket derveyî welêt, li Îranê bû penaber û bo salekê çû Polonya û Almanyayê û pişt re li Danîmarkê mafê penaberiya siyasî wergirt. Dû re Pîrbal çû Fransayê û di 1987an de li Parîsê li Zanîngeha Sorbonne edebiyata kurdî û îrannasî xwendin[1].

Di sala 1994an de vegeriya Kurdistanê. Li Hewlêrê dezgeha kulturî Mala Şerefxanê Bedlîsî ava kir[çavkanî hewce ye].

Kitêba wî Çolistan ji aliyê Firat Kelehkî li ser zaravê Kurmancî hate vegguhastin.

Nivîskar û wergêrê kurd Besam Mistefa jî 2 kitêbên wî, bi navê Santiago de Compostela û Hotêl Europe ji Soranî wergerandin Kurmancî û ji aliyê Weşanxaneya Avestayê, li Stenbolê hatin çapkirin.

Kitêbên Ferhad Pîrbal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Mal ava ey welatê min, şano, 1984.
  • Sibeha te bi xêr ey xerîbî, şano, 1988.
  • Exile, şiîr, 1994.
  • Rojnamevaniya kurdî bi zimanê fransî, Hewlêr 1998.
  • Çavkaniyên kurdnasiyê/Serçavkanî Kurdistan, lêkolîn, 1998.
  • Wêneyên kurd ji arşîva kurdnasên Ewropî, lêkolîn, 1999.
  • Manîfestoya duwem î wêran spiyên nav reş–reşên nav spî, şiîr, 1999.
  • Zêrê di nav ziblê de, wergera nivîsên rojhilatnasan li ser kurdan, ji fransî werger, 1999.
  • Încîl di dîroka edebiyata kurdî de (1857–1957), 1999.
  • Destpêkên serhildana pexşana kurdî, lêkolîn, 1999.
  • Cudahî, tevî neh şaîrên hewlêrî, 1999.
  • Mele Mehmûdê Bayezîdî, 2000.
  • Petatxwer/Petatxurekan, çîrok, 2000.
  • Efser Tehsîn û tiştine din jî, kurteroman, 2001.
  • Cewayez, çîrok û berhemên hevbeş bi helbestvanên Hewlêrê re, 2001.
  • Ebdilrehîm Rehmiyê Hekarî, lêkolîn, 2002.
  • Santiago de Kompostêlla, roman, 2002.
  • Mêrekî kumreş î paltoreş î pêlavşîn, roman, 2003.

...

Bîbliyografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Firat Cewerî (2003). Antolojiya çîrokên kurdî (1856-2003). Nûdem, Stembol.
  • Mehmed Uzun (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Tümzamanlar, Stembol.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Mehmed Uzun (1995). Antolojiya edebiyata kurdî. Tümzamanlar, Stembol û Ferhad Pîrbal (2012). Hôtel Europe. Avesta Stembol.