Ferhad Shakely

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Ferhad Şakelî (Ferhad Shakely), nivîskar û helbestvanekî kurd e.

Ferhad Şakelî di sala 1951ê de li başûrê Kurdistanê, li herêma Kerkûkê hatiye dinyayê.

Ew li Kurdistanê di salên 1973–74an de di rojnameya Birayetî de dixebite û li Swêdê jî di hundirê deh–panzdeh salan de bi kurdî û swêdî du kovaran Svensk–Kurdisk Journal 1985–1989 û Mamostay Kurd 1985–1996 derdixe.

Wî heta niha pênc kitêbên şiîran û kitêbeke kurteçîrokan bi kurdî weşandine û heft kitêbên zarokan jî ji swêdî wergerandine zimanê kurdî. Wî bi swêdî jî kitêbeke helbestan û du antolojî weşandine. Wekî din bi nave Kurdish Nationalism in Mem û Zîn of Ahmed–i Khani kitêbeke bi îngilîzî derxistiye.

Ferhad Şakelî di hevpeyvîneke xwe de dijberiya xwe ya alfabeya latînî gîhand astek were di serî da Bedirxanî û hemû kurdên ku parêzvaniya alfabeya latînî dikin wek peya û sixûre kemalîzmê û rojavayî rave kir. Ji ber vê yekê jî rewşenbîrên kurd li dijî wî kampanyayeke şermezekirinê li darxist.

Ew niha li Swêdê dimîne û li Zanîngeha Uppsalayê mamostetiya zimanê kurdî dike.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din