Ferhengoka kurdî ya nûzakî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Li vir berhevkirina bêjeyên pitik û zarokên biçûk hene û tên rêzkirin. Ango bi giştî bêjeyên zimanê nûzayan. Helbet tenê yên nûzayên kurd bikartînin, li vir bi alfabetîkî tên rêzkirin.

Bo mînak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ewtewt, kûço: kûçik, seg
  • Meûmeû, pişo: Psîk, kitik
  • Eçî: Lêdan, lêxistin
  • Awwa, ûf, ûfûf: Diêşe, êş heye
  • Lala, ee, pişpiş: Daxwaza xewê, raketin, xewtin
  • Nemnem, hamham: Xwarin
  • Çûçî: Rûniştin
  • Çeç: dest
  • maç: mûsîn,ramûsîn
  • Tadî: Rawestin
  • hîş: setimîn
  • Çûço: Rûnişteka pitikan
  • Bilik: Penîs
  • Kuşo,kuşkuş: Destava biçûk
  • Hayî kirin: Raketin, razandin
  • Bivê ye: Dema tu bixwazî zarok destê xwe nedine tiştekî ku bi giştî ji wan re bi xetere ye, bivê, biv an bivê ye tê gotin.
  • Kix an Kixê: Dema tu bixwazî zarok destê xwe nedine tiştekî gemarî, wisa ji wan re tê gotin

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]