Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê
CihDihok, Herêma Kurdistanê, Îraq
Danîna festîvalê2012
Malperwww.duhokiff.com/index.php
biguhêreBelge

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê yan jî Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî (bi îngilîzî: Duhok International Film Festival) festîvaleke navneteweyî ya salane ya fîlman e ku ji bo yekem car di sala 2012an de li Dihokê hate pêkanîn.

Yekem filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî, 2012[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê ya pêşîn di navbera 9 û 16ê îlona 2012an de hate sazkirin.

Duyem filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî, 2013[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Duyem Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê di navbera 9 û 16ê çiliya pêşîn a 2013an de hate pêkanîn. Di 9ê çiriya pêşîn de fîlmê bi navê "Before the Snowfall" (Berî berfbarînê) yê derhênerê kurd Hişam Zeman festîval vekir. Di festîvala 2013an de kurtefîlmên derhênerê kurd Teha Kerîmî û sînemakara tirk Kudret Güneş jî bi awayekî taybet hatin pêşandan.

Fîlmên ji zêdeyî 40 welatan beşdarî di festîvalê de kirine û li Hola Kongreyan li zanîngeha Dihokê û Hola Mihemed Arif Cizîrî û hola avahiya kevn a Peymangeha Hunerên Ciwan ku nuha sentera festîvalê bûyî hatine nîşandan.

Rêveberê Filmefestîvalê Dihokê ya Navdewletî ya 2013an Eyûb Remezan bû.

Xelatên Fîlmefestîvala Duhokê, 2013[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sînemageriya Cîhanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşbirka Navdewletî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xelata Yilmaz Guney bo fîlmê dirêj ê navneteweyî, 10.000 USD, bo fîlmê gurcî "In Bloom";
  • Xelata bo yekem an duyem fîlmê dirêj ê herî serkeftî, 5.000 USD[çavkanî hewce ye].

Sînemageriya Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pêşbirka Kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xelata bo fîlmê dirêj ê herî serkeftî, 10.000 USD, bo fîlmê Hinêr Selîm "Welatê min ê tal û şîrîn" (My Sweet Pepperland);
  • Xelata bo derhêneriya fîlmê dirêj ê herî serkeftî, 5.000 USD, Hinêr Selîm bo fîlmê "Welatê min ê tal û şîrîn"[çavkanî hewce ye];
  • Xelata bo nivîsara fîlm a herî serkeftî, 4.000 USD, bo filmê "Welatê min ê tal û şîrîn";
  • Xelata bo aktorên herî serkeftî, 3.000 USD, bo Gilşifte Ferhanî li fîlmê "Wilatê min ê tal û şîrîn" û Suzan Îlîr li filmê "Berî berfbarînê";
  • Xelata bo belgefîlmê herî serkeftî, 5.000 USD, Teha Kerimî bo fîlmê "Hezar û yek sêv" (1001 Apple) û Mano Xelîl bo fîlmê "Mêşevan" (The Beekeeper);
  • Xelata bo derhêneriya kurd ên kurtefîlmê herî serkeftî, 8.500 USD, Salim Selewatî bo fîlmê "Zivistana dawî" (The Last Winter)[çavkanî hewce ye];
  • Xelata bo derhêneriya kurtefîlmê herî serkeftî ya Înstîtuta Goethe, 5.000 USD, Celal Saedpenah bo fîlmê "Reş û spî" (Black and White);
  • Xelata Jûriyê bo kurtefîlman, 1.500 USD, Gulistan Acet bo fîlmê "Bihuşta zebeşan" (Heaven of Watermelons).

Xelatên din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xelata Bajarê Dihokê bo fîlmê dirêj ê herî serkeftî ku li herêma Behdînan hatiye çêkirin, 10.000 USD, bo fîlmê Hişam Zeman "Berî berfbarînê" (Before the Snowfall)
  • Xelata Yeketiya Nivîskerên Kurd bo fîlmê herî serkeftî, 2.500 USD, Hisên Tabak bo fîlmê "Ciwaniya te bo min çi nîne" (Your Beauty is Worth Nothing).

Sêyem Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî, 2015[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sêyem Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê di navbera 9 û 16ê îlona 2015an de li Dihokê tê pêkanîn.

Çarem Filmefestîvala Dihokê ya Navdewletî, 2016[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çarem Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Dihokê di navbêra 9 û 16 îlona 2016an de li Dihokê pêk tê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rojname War 956, 2ê çiriya pêşîn a 2013, rûpel 9.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]