Firawer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Firawerek ji kalikên kurdan (Medan), Silêmanî

Firawer, firaweher, firaweştî, firavartî navê nîşaneya, sîmbola ola Zerdeştîtiyê ye. Zerdeştîtî ola gelên îranî bû, bi belavbûna Îslamê re hêdî hêdî ji holê rabû. Niha gelek kêm bawermendên vê olê hene.

Firawer sîmbola ruhê bêdawî ye. Heger bawermend bixwaze û têbikoşe, dikare di cîhana xwe ya hundirî û ya derveyî de rindî û başiyê biserbixe. Heger viya bike, başiyê bifikire, başiyê biaxive û başiyê bike ruhê wê tê bixelatkirin, xwe digihîne pardêzê (bihuşt).

Ev ne sîmbol an nîşaneya xweda Ahûra Mazda ye. Di ola zerdeştiyê de Ahûra Mazda bi tîrêj an agir hatiye dirûvandin. Wêneyê Ahûra Mazda nîne. Ahûra Mazda di Zerdeştîtiyê de Xweda ye. Xweda û mirov ji heman koka tîrêjî ne. Jiyan dualî ye. Her tişt dualî ne. Jiyan hebe, mirin jî heye. Dar bigihên, dirizin jî. Başî hebe, xirabî jî heye. Mirov divê têbikoşe û başî û qenciyê biserbixe.

Wateya firawer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fira îro jî di kurdî de tê wateya firînê. Kesê difirre. Wer, weher, wehar (di formeke din de wertî, wehertî, wehartî) jî, di wateya "ya baş, tercîha baş, tercîhkirina ruhê, tişta baş". Bi giştî di kurdiya îro de tê wateya "ruhê baş ê tercîhkirî yê li jor, bi safî û pakijiya xwe berî bi bêdawîtiyê difirre".

Sîmbola Firawerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Firawer, nîşaneya ruhê mirov, ji bûyînê heya piştî mirinê
  1. Rûyê mirov ê di firawerê de: Ji serî heya binî tevahiya armancên xêrê, ji bo mirov in. Ji ber wê di sîmbolê de rûyê mirovek hatiye çêkirin. Ji hezkirina Zerdeşt pêxember, dirûvê mêrekî ye. Lewra Zerdeşt mêr bû. Lê mirov dikare dirûvê jinekê jî bikarbîne. Hezkirina Zerdeşt bûye sedem.
  2. Herdu baskên sîmbolê ji sê qoran, sê beşan pêkhatine. Ango, ji sê daxwazan: Başiyê bifikire, başiyê biaxive, başiyê bike.
  3. Binê sîmbolê, boçika wê jî ji sê qoran, sê beşan pêk tê. Ew jî di wateya: (Heger) başiyê nefikirî, başiyê neaxivî, başiyê nekî ye. Binî yan jî boçik, heger giran be çawa çivîkek dikeve xwarê, wisa jî divê mirov bizanibe, heger mirov xwe bide xirabiyê, dikeve. Per û baskên balindeyekê heger barê wê yê wê berî bi xwarê dikişîne giran be, nikare balindeyê bifirîne. Divê bar sivik be.
  4. Di sîmbolê de du dirêjî, du xortim, du dirûvê wekî maran hene. Ev du ruh in. Hurmuz û Ehrîman. Berê mirov, berî bi aliyekê ve ye kû ew alî jî yê Hurmuz e. Mirov pişta xwe daye Ehrîman, ango ruhê xirabiyê. Divê wisa jî bike.
  5. Di gilaleyê, gewdeyê sîmbolê de xelekek heye. Xelek gilover in. Di giloverikan de cihê destpêkê û bidawîbûnê nîne. Mirov ji cihekê xelekê destpê bike, dîsa tê heman cihê. Xelek tê wateya ebediyetê, bêdawîtiyê. Di vê sîmbolê de ji bawermendan tê xwestin ki "hûn dikarin ruhê xwe bigihînin ebediyetê, di destê we de ye".
  6. Destên Firawerê: Destê yek berî bi jor e. Ji Xwedê dixwaze. Li benda rehm û hezkirina Xwedê ye. Zanîn, zîrekî, afirandêrî, şahî û bextewarî, her tişt ji Xwedê tê. Mirov bi nefsa biçûk, ji Xwedê dixwaze. Di destê din ê mirov de xelekeke biçûk heye. Ew jî wezîfe û cidîyeta jiyan, tevger û îbadetên wê bibîr dixe. Ango tê xwestin ku "jibîr neke, tu dixwazî ruhê xwe bigihînî cinetê û bêdawîtiyê. Lê herwiha divê bizanibî, îradeya te di destê te de ye. Tu nikarî Xweda bixapînî, bi teralî û bêkêriyê, bes bi îbadetê nikarî bigihê armanca dawî, têbikoşe, bi jiyanê henek nabe. Herwiha jibîr neke, tu dikarî bandorê li mirovên din jî bikî, ew jî di destên te de ye. Ango ebediyet di destên te de ye"

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]