Fobî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Peyva fobî ji Phobos a Grekî tê. Phobos di mîtologiya Grek a Antîk de xwedayê dehşetê ye. Tirsa ku jiyana rojane asteng dike, tirsa li derê hişarê, tirsa di mercên awarte de hatiye fêrbûn e.

Bo mînak heger mirov ji gur an hirçeke kovî bitirse ev tirseke li rê, biwate û normal e. Lê heger mirov li cihê ku hîç fîl najîn mirov ji tirsa fîlan newêribe derkeve der, ev fobî ye.

Tirs yek ji sazûmaniyên xwe parastina mirov a sirûştî ye. Tirs ji hişarê derketibe ango ji kontrola hişarê derketibe ew êdî fobî ye û jiyana asayî dike xetereyê, asteng dike. Tirs di xizmeta jiyanê de lê fobî li dijî jiyanê ye. Lê bingeha fobiyan ne tenê tirs e. Anksiyete û elementên binhişarê ji yek ji sedemên fobiyan in. Bo mînak fobîk (kesê ku fobî pê re heye) ji rewş û objektên li derî tirsê ye jî ditirse. Wekî tirsa ji danûstandinê. Hin fobîk bêî tedawî nikarin herin bazarê an dikanekê tiştan bikirin. Bingehên fobiyan him realîst in him jî berevajiya wê.

Sigmund Freud fobiyan bi nakokiyan di asta binhişarê ve girêdide. Derûnînasên ji dibistana tevgerzaniyê wan bi refleksên fêrbûyî ve girê didin.

Hin sîmptomên fobiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Xofa nediyar
  • Reng û rû sorbûn
  • Cirifandin
  • Xwîdan
  • Zihabûna dev
  • Bêhntengî
  • Şêlûdîtin

Mirov dikare fobiyan di 3 komî de kom bike. Fobiyên fonksiyonî, fobiyên objektî û fobiyên rewşî.

Hin cureyên fobiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zoofobî : Tirs ji ajalan.
  • Astrofobî : Tirs ji birûsk, laser, ewrgurmijîn hwd. Fobîkên wiha pirr bala xwe didin rewşa texmînî ya hewayê.
  • Klastrofobî : Tirs ji cihên girtî. Bo mînak li odeyekê tenêmayîn, asansor, hucreyên girtîgehê, metro hwd. Fobîk dikeve wê şik û baweriyê ew dê bifetise.

Manofobî: Tirs ji tenêmayînê. Fobîk hîç carekê nikare bi tenê bimîne.

  • Agorafobî : Tirs ji meydanê, rasteyan, kolanan.
  • Fobiya daqultandinê: Fobîk newêre tişteke bi hêsanî daqulte. Ji wê wertir e ew dê bixeniqe an qirşikên masiyan di qirika wê ve bizeliqe.
  • Fobiya deryayê: Newêrin li keştiyan siwarbin.
  • Fobiya balafiran (firokeyan) : Newêrin li balafiran siwarbin.
  • Pirofobî : Tirs ji agir.
  • Kainatetofobî : Tirs ji guhertin û nûjeniyê.
  • Kenofobî : Tirs ji tariyê.
  • Orofobî : Tirs ji serdebijêran. Bo mînak ji çiya daketinê ditirsin.
  • Xenofobî : Tirs ji biyaniyan.
  • Ablutofobî : Tirs ji xweşûştinê.
  • Amatofobî : Tirs ji ariyê, tozê.
  • Akrofobî : Tirs ji bilindahiyan.
  • Belonefobî : Tirs ji derzî û tiştinên tûj.
  • Bromidrosifobî : Tirs ji bêhna laşê mirov.
  • Erotofobî : Tirs ji têkiliya cinsî.
  • Hidrofobî : Tirs ji avê.
  • Hwd bi dehan fobî

Di tedawiya fobiyan de rêbaza psîkoanalîz û derman tên bikaranîn. Dermanên antîdepresan her gav bikêr nayê. Psîkolog bi pirranî fobîk nêzîkê objekt an rewşa ku ji ditirse dikin û bi vê awayê alîkarî dikin daku fobîk fêrî rewşê bibe û tirsa xwe derbibe.