Frîgya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nexşeya paşagehên kevnare yên rojavayê Anatolyayê li derdora sala 500î ya berî zayînê. Ev nexşe bi îngilîzî ye û Frîgya wekî Phrygia xuya ye.
Bermayiyên Gordion paytexta Frîgyayê

Frîgya (bi yewnanî: Φρυγία, Frigía; bi latînîPhrygia) paşageheke li rojavayê Anatolyayê bû ku di nav salên 1200 û 680î yên berî zayînê de nêzîkî çemê Sakaryayê hatiye danîn.

Dîrok[biguherîne]

Frîgiyayî xelkekî hind-ewropî bûn û li Trakyayê dijiyan. Xelkê frîgyayî di derdora 1200î berî zayînê de, piştî hilweşandina dewleta Hîtîtî, ji Trakya koçî Anatolyayê kiriye û paytexta xwe Gordion li wir avakiriye. Herweha şahê welatê Frîgya Aryo Barzanê Frîgyayî bû.

Zimanê frîgî[biguherîne]

Li gorî zimanzanan [1] frîgî yan frîgyayî zimanekî hind-ewropî ye û bêhtir nêzîkî yewnanî[2][3], ermenî û zimanên îranî ye, û herwiha bi albanî, zimanên slavî û baltikî re xwediyê taybetmendiyên hevpar e.[4]

Çavkanî[biguherîne]