Frada

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Frada navê serhildêrekî margawî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Marguşê serî hilda bû. Daryûs satrapê xwe yê Baxtriya yê bi navê Dadarşî dişîne ser hêzên Frada. Dadarşî serhildana wî têk dibe û ew tê kuştin.

Di nivîskên Bêstûnê de qala Frada[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • ″Şah Daryûs dibêje: Satrapiya bi navê Marguş li dijî min serî hilda. Yekî margawî yê bi navê Frada rêbertiya wan dikir. Piştre min li dijî wî persiyekî bi navê Dadarşî, xizmetkarê min bû, şand. Ew herwiha satrapê Baxtriya bû, û min jê re got: Here, wê artêşa ku serî hildaye û min napejirîne ceza bike. Lewma Dadarşî bi artêşekê çû, û bi margawiyan re şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min ew artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir. Di roja bîst û sêyê meha Âçiyâdiya de (28ê kanûna pêşîn a 521an) şer di navbera wan de pêk hat.″

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]