Franz Liszt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Franz Liszt di sala 1858'an de, kitkitek ji wêneyekî ku ji layê Franz Hanfstaengl ve hate kişandin

Franz Liszt (bilêv bikin: Frants Lîst) (1811-1886), mûzîkdaner û piyanovanê navdarê macaristanî ko afirîner û babê resîtalên piyanoyê yên tek dihêt hesibandin.

Jînenîgar[biguherîne]

Ew li gundê Raiding li Macaristanê hat dinyayê. Li sala 1823'ê bi daybabên xwe ra çû Parîsê û jihê xwe wekî piyanovanekê çeleng peytkir.

Ew 12 salan li Fransayê ma û bi gelek rewşenhizrên wî çaxî ra, mîna mûzîkdanerê fransî Hector Berlioz û nivîskar Victor Hugo û hozanvanê elmanyayî Heinrich Heine hevalînî kir. Paşra, heta sala 1847ê, ji bo heyama 8 salan li hemî Ewrûpayê geriya.

Li sala 1848'ê heta 1861'ê li dîwana dûkê mezin ê Weimarê rêveberê mûzîkê bû. Li sala 1861'ê çû Romê û dest bi xwîndina teolociyê anko îlahiyatê kir. Paşmaya jiyê wî di navbera Weimar, Rom û Bûdapeştê bi danan û fêrkirina mûzîkê derbaz bû.

Karên piyanovanê polonîFrédéric Chopin tesîr liser Lîstî danaye.

Bandora wî[biguherîne]

Lîsr bi yek ji nûafirînkarên harmoniyê li sedsala 19'ê navdar e. Ew nemaze di warê bikaranîna Kordên Kromatîk da desrhel bû. Wî di warê form an qalibê mûzîkê da jî nûafirandinek heye ko bi leimotiv navdar bûye. Ew di vê teknîkê da guhartinan di têman (bi îngilîzî: thematic transformation) da çêdikit.

Mûzîka wî ya piyanoyê jibo jenînê gelek zehmet e û wî gelek şiyanên nû nundirî piyanoyê kirin.

Karên wî[biguherîne]

  • Sonata piyanoyê di B Mînorê da (1853)
  • 12 meşqên hilbir (transcedental) ji bo piyanoyê (1851)
  • 6 meşqên paganînî ji bo piyanoyê (1851)
  • Konsertoya piyanoya hijmar yek di E Flatê da (1849)
  • Konsertoya piyanoya hijmar du di A Majorê da (1848)
  • Karekê sê pişkî bi navê Salên Ziyaretê (1855, 1858, 1877)
  • Demko Miroslav: Franz Liszt compositeur Slovaque, L´Age d´Homme, Suisse, 2003.