Frevertîş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Frortîş hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Frevertîş (Fravartish)[1] an Fraortes (Phraortes)[1] hukumdarekî ji hukumdarên Medyayê bû ku paş Diyako[çavkanî pêwîst e] desthilatya Medyayê girt dest û 22 sal (655-633ê beriya zayînê) hukum kir.

Le katî hatine ser textî Frurtîş, hozî skayî ke tîreyekî şerxir u cengawer bûn le dewruberî golî urmêda dejiyan. parsekanîş le başûr dejiyan. Frurtîş herdem hewlî deda ke snûrgey împiratorîî mad berbilawtir bika, ewe bû hêrşî birde ser parsekan u melbendekeyanî xste jêr deselatî xoy u qelemrewî împiratorîî madî berîntir kird. Belam ew le xuliyaî eweda bû ke hêrşîş berête ser împiratorîî aşûr u kotayî be zolm u stemî asûriyekan bênê u gelê netewe ke naçar bûn bac u pîtak u serane be asûriyekan biden le jêrî ew bêdadiyeda rizgar bikat.

Supayekî giranî ko kirdewe u berew neynewa paytextî aşûuriyekan kewte rê. Hewal geyşte aşûriyekan, ewan le pêşewe berperçî madekaniyan dayewe. Skayiyekanîş ke le dewruberî deriyaçey urmêda dejiyan u hawpeymanî aşûriyekan bûn, supayekî giraniyan le piştewe xsterê bo hêrşbirdine ser madekan u piştîwanî le aşûriyekan. Maweyekî dûrudrêj gelê şerî qurs u giran lew nêweda kira. Madekan kewtbûne gemaroy skayiyekan u aşûriyekanewe.

Le yekê lew şeraneda le salî 633î pêş zayîn Frurtîş kujra u dewletî mad kz bû u skayiyekan ke heliyan be lebar dezanî kewtine dagîrkirtin u talankirdinî melbendî madekan. Ewan nzîkey 28 sal heteran u teteraniyan le wilatî madda dekird u kewtbûne kuştubirî madekan.

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b Mihemed Emîn Zekî Beg (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê. Avesta.
Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)