Gêjînk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gêjînk
near Amiens, France
near Amiens, France
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne eşkere ye) Eudicots
(ne eşkere ye) Asterids
Kom: Asterales
Famîle: Asteraceae
Cins: Achillea
Cure: A. millefolium
Navê zanistî yê latînî
Achillea millefolium
L., 1753
Achillea millefolium - roosa harilik raudrohi Valingu.jpg

Gêjînk, pûjang, bêjank,Hezar pelik (Achillea millefolium) giyayek bêar e. Du cûreyên wê hene, kulîlk spî û kulîlk zer. Di nava mêrgan dirûngehan, cihên çêrê, bedenan, hema li her deverê şîn têt. Ji kevnar de di nava gel de jibo derman tê bikaranîn. Di Kurdî de çend navên wê yên din jî hene. Wek: Pûjang, Bêwijan, Gulmêş, Gulikê mahran û hwd. Gîyayek wek navê xwe bê jan e. Ango; çi janan (êşan- arêşan) nade mirov, çi bandorên wê yên neyînî nînin.


Naverok[biguherîne]

Têdayî, made û mineralên tê de: Dohnên firek (dibin gaz), pînen, berneol, cineol, terpîneol, kaphor, thoyn. Şekirên glukoz, sakaroz, manmîtol, tanen, phosfart, asîdên organîk, achillein, potasyum.

Taybetmendî[biguherîne]

Xweseriyên taybetî: Tonîk û qebizê çêdike. Êşên malzaro ( rehîm) û hêkên wê dadixe. Îştahê vedike û destavê çêtir diherikîne. Sefrê zêde dike. Di demên hukmemêrî – jinî (baliqbûn) de, kerbê (hêrsê - esebîyetê ) dadixe û aramiyê dide. Di ketina kincan ( adet) de xwînê paqij dike, tevgêra wê serrast û tekûz dike. Kurmên di nava rûvîkan de dixe. Brînên bedenê yên ji derva dikewîne.


Bikêrhatin[biguherîne]

Gêjînk

Nexweşî: Astim, spazmayên givirandinê (hezimkirin - sîndirim), rêyên avrêjê, nexweşiya ba (romatîzma), hêrsbûn, hemi awayên westanê (betlîn), sermagirtin, grîp, acizahiyên ji tevgêra xwînê, herneroid, nexweşiyên perdeyên lenf, zorpêketina, destava zarowan, rawestandina xwînê (li ba jinan), emorît, edavên cerm, makoza, û nexweşiyên zûhrewî.

Çayê: Du kevçiyên xwarinê kulîlkên bêjanê bavêjin nav 0,5 l ava kelandî, bila seetekê di dema xwe de bimîne, paşê biparzinin û rojê çar caran berî xwarinê qedehek çayê an jî fincanek qehwe jê vexwin.

Tentûr (derman): Dema dinya tavik be, giya berhev bikin, hûrkin nav firaxek cam. Paşê heta diwerime kanyak an jî votka % 38-40 derece berdin ser , derê wê bigirin û 14 rojan li ber tavê bihêlin anjî li cihek germ biparzinin û rojê 3 caran 20-25 dilopan berdin nav hinek avê û vexwin.

Melhem: Jibo 90 gm nîvişk ,15 gm kulîlkên bêjanên hûrkirî bihevre sor kin , rojekê bila bisekine. Dotira rojê hinekî germ kin, biparzinin û bikin şûşek cam, danin sarincokê, li gor hewcedariyê li ser brîn û cihên edavgirtî xin.

Serşok (banyo) : 100 gm bêjana hûrkirî ji êvarî de bixin nav ava sar, bila heta sibê bisekine. Paşê wê avê bikelînin, biparzinin û bikin nav teşta şûştinê, anjî kuwêtê û têde rûnin. Jibo nexweşiyên malzarokê (rehîm) gelek başe.

Berhevkirin[biguherîne]

Dema dinya tavik be, kulîilkên bêjanê bi çiqan ve berhev kin. Heke şil bin di sîberê de xişk bikin. Ku hişk bûn, hûrkin nav firaxek

Çavkanî[biguherîne]

  • Bavê Jîndar, Lotikxane, 2008