Gîrek (zimannasî)
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Di zimanzanistî da, gîrek morfîmek e ko bi morfîmeka bingehîn, wekî rihe an qurmî vedinûsit da peyvekê çêbikit.
Coreyên gîrekan [biguherîne]
Li goreyê pêgehê wan beranberî riheyê, gîrek bi ser çend coreyan da dihên dabêşkirin:
- pêşgir (bi berî morfîmeka dî vedinûsin)
- paşgir (bi piştî morfîmeka dî vedinûsin)
- navgir (di nav morfîmeka dî da cih digirit)
- dorgir (dormandora morfîmeka dî an komeka morfîman digirit)
- navbergir (cihên vala yên navbera çend morfîman digirit)
- tevgir an guhêrgîrek (gîrekeka neberdewam karî li riheyeka neberdewam dikit)
- jorgir (bi awayekê jorparçeyî bi morfîmeka dî ra dihêt girêdan)
- dubaregir (dubarbûna riheyê an morfîmeka dî)
Gîrek morfîmên vebestî ne.