Gutî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Gûtî hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Gutî[1] di dirokê de yek ji pêşiyê kurdan e li çiyayê Zagros û li kêlêka çemê Zapê jiyan e, 2700 sal beriya zayînê, dewleteke xurt û serbixwe sazdikin û tênê heta Mezopotamya, lewre axa wir gelek xweş û bijun bû. Di sala 2649'an a pêşiya zayînê de êrîş dibin ser sumer û akadiyan welatê akadiyan ji zevt dikin du qerna wan îdare dikin, peşe di sala 2400'î ya beriya zayînê de bi biraye xwe gele lolora yekbunê çêdikin dewleta wan bi vî rengî gelek xurt û pêşve diçe. Lê piştre li hember akadayî dîsa mexlûb dibin û diçin warê xwe yê kevn çiyayê Zagrosê. Piştre di sala 2270'î ya beriya zayînê de di dema padişahê asûriyan Salmanasarê yekem de bi wan re şereki giran datinin. Navê keyê dawî yê gutiyan Tîrîgan bû.

Guti dema wan de, serdestîya wan pirr mazin hebûya. Bi teybetî, Li dora Çîyayê Cudî û heta ku digihişt ber Zagrosan serdestîya wan mazin hebûya. Ku dikeve bakûrê Şrnaxa Roja me de û ji Şîrnaxa Roja me 35 kîlometre dûr a ji navendê Bajarê dema berê bi navê "finîkê ku Mîrên botan hertimî ji xwe re weke cihekî seyrangehê bihardihînin jî, kirmanên wir, tê gotin û bawer kirin ku ji dema wan in. Kirmanên bilind, peylekê mirovekê i ser hasp sûwar, û hwd, çend ji wan bermehîyên ku mana ji wê demê û hê jî li wir ku heyîna xwe diparêzên in.

Lîsteya keyên Gutî[biguherîne]

  • Erridupizir li dora. 2141–2138 BZ Li Nîppûrê
  • Imta û ankû Nibia li dora. 2138–2135 BZ
  • Inkişuş li dora. 2135–2129 BZ (Navê wî li lîsteya keyên sûmerî de heya.)
  • Zarlagab li dora. 2129–2126 BZ
  • Şulme li dora. 2126–2120 BZ
  • Silulumeş û ankû Elulmeş li dora. 2120–2114 BZ
  • Inimabakeş li dora. 2114–2109 BZ
  • Igeşauş li dora. 2109–2103 BZ
  • Yarlagab li dora. 2103–2088 BZ
  • Ibate li dora. 2088–2085 BZ
  • Yarla û ankû Yarlangab li dora. 2085–2082 BZ
  • Kurum li dora. 2082–2081 BZ
  • Apilkin li dora. 2081–2078 BZ
  • La-erabum û ankû Lasirab li dora. 2078–2076 BZ
  • Irarum li dora. 2076–2074 BZ
  • Ibranum li dora. 2074–2073 BZ
  • Hablum li dora. 2073–2071 BZ
  • Puzur-Suen li dora. 2071–2064 BZ (kurê Hablûm a)
  • Yarlaganda li dora. 2064–2057 BZ (Li bajarê ´Umma´ ..)
  • Si'um û ankû Si'u li dora. 2057–2050 BZ (.. Umma)
  • Tirigan li dora. 2050–2050 BZ (bi navê Utu-hengal re li Uruk navê wî heya.)


Çavkanî[biguherîne]

  1. Mihemed Emîn Zekî Beg (2002). Dîroka Kurd û Kurdistanê. Avesta.