GNOME

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Logo ya GNOME
GNOME 2.16 di Ubuntu de

Gnome (GNU Network Object Model Environment) derdoreke sermasê (desktop) ji bo Linux e. Bi vî rengî Gnome dibe beşeke gelek bingehî ji bo Linuxê. Gnome ji bo hemû rengên Linuxê heye.

Guhartoya Gnome ya nû her şeş meh (adar û çiriya pêşîn) dedikeve. Ev plansazî û plansaziya Ubuntuyê paralel in. Di Gnome de, guhartoyên wekî 2.10, 2.12, 2.14, 2.16 û hwd. biistîkrar in, guhartoyên 2.13, 2.15 û hwd. ji bo testê ne.

Gnome nivîsbariya azad e. Çend beşên GNOME hatine wergerandin li kurdî.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]