Gangnam Style

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Gangnam Style
PSY
Berga Fermî ya Gangnam Style.png
Berga fermî ya Gangnam Style
Sal 15'ê tîrmehê, 2012
Format CD, Daxistina Dijîtal
Cûre Hip-Hop
Dirêjahî 3:39
Fîrma YG, Universal Republic, Schoolboy
Diskografîya PSY
PSY Five (2010) Gangnam Style
(15'ê tîrmehê, 2012)
PSY's Best 6th Part 2 (TBA)

Gangnam Style (bi koreyî: 강남스타일) navê straneke artîstê başûr-korêyî PSY e. Stran di 15'ê tîrmeha 2012'an de hat belavkirin. PSY û Yugeonhyeong pevre ev stran nivîsand. PSY, yê 34 salî, yekemîn hundermendê Koreyayî ye ku li Amerîkayê pir navdar be. Li meha 11, 2012 PSY "Xelata Muzîka MTV" ya Ewropayê wergirt. Bi 26ê mijdara 2012 ve vîdeo klîba wê di YouTube de 800 mîlyon kes temaşe kir[1] û rekora strana "Baby" ya Justin Bieber heland û dûv re “Gangnam Style” bû yekemîn vîdyo ku ji layê yek milyar kesan ve bihête temaşekirin.[2]

Jêderk[biguherîne]

Nivîs, deranîn û qeyd kirina “Gangnam Style” di bin albûma PSY ku xebata stûdyoya şeşem, PSY 6 (Six Rules), Part 1 nav yek sernavî de çêbû. Li pey belavkirina wî ve kêmzêde di hemû lîsteyên bilbordê koreyî, malperên lêgerîna portala, firoşgehên mûzîkê bionlîne de cîhê xwe girt.[3]

Paşxan[biguherîne]

Bi zimanê korêyî wateya "nam" başûr, ya "gang" jî rûbar e. Di vê stranê de behsa Rûbarê Hana paytextê Korêya Başûr hatiye kirin. Sedsala 15'an de paytext û bajara mezintir Sêûl bû. Gêşbûna Gangnam û Sêûl di salên 1970an de destpêkir. Gangnam di 1970 û 80'an de ekonomî pêş ve xist ku bû nîşana Korêya Başûr. Ji niha ve li Korêya Bakur bajara dewlemendtir ew e.[4]

Çavkanî[biguherîne]