Genim geriya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Genim geriya, yek ji cureyên leyîstikên zarokên Kurd e. Leyîstikeka zivistanê ye.

Bi 3 û berjortir kesan tê leyîstin. Bingeha leyîstikê li ser baldarî, rastaxavtin û zîrekiyê hatiye avabûn. Destpêkê de herkes navê xwe yî rastîn bikartîne. Hergava ku yekê xwe şaş kir, navê wê tê guhertin û navên pêkenokî tên dayîn. Cara pêşîn ji ber ku hêj kes ne mastxur e, dor ji keçikan re tê dayîn. Keçik heya ku bibin mastxur dibin mîr û cezayê yên din dide.

Kê destpêkir wiha dibêje:

  • "Rojda: Genim geriya Rizgar!"
  • Rizgar: Li ser serê kê geriya ye?
  • Rojda: Li ser serê Baran geriya ye.
  • Baran: Li ser serê Baran qet û qet negeriyaye.
  • Rojda: Lê li ser serê kê geriya ye?
  • Baran: Li ser serê Rewşenê geriya ye.
  • Rewşen: Li ser serê Rewşenê qet û qet negeriya ye.
  • .....
  • ....

Kê xwe şaş kir ji mîr re tê gotin.

  • Rewşen: Mîrê mîran!
  • Rojda: Deng nayê min.
  • Rewşen: Mîroooooo!
  • Rojda: Haaa?!
  • Rewşen: Xwedê lawek da te.
  • Rojda: Xwedê bela xwe bideyê.
  • Rewşen: Bila navê wî çi be?
  • Rojda: Bila navê wî "Tajiya zû tê" be.

Kê bûbe mastxur êdî navê wê "Tajiya zû tê" ye. Li vir genim di wateya spî û kêçan de ne. Divê mirov rastbiaxive, baldar be, xwe şaş neke.