Gerardus 't Hooft
Gerardus 't Hooft (* 5'ê tîrmehê 1946 li Den Helder) fizîknasekî Holandî ye. Sala 1999'î bi tevî Martinus J.G. Veltman, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jînenîgarî [biguherîne]
Gerard 't Hooft perwerdeya xwe ya amadeyî sala 1964'î li Dalton Lyceum li Den Haag bidawî dike. Heya 1966'î li zanîngeha Utrecht, perwerdeya matematîk û fîzîkê dibîne. Sala 1969'î perwerdeya xwe ya bilind jî li heman zanîngehê dike.
Bo demekê kurt li Harvard û Stanfordê dimîne û sala 1977'î li Utrechtê dibe profesor. Wekî profesorekî mêvan sala 1981'î diçe Caltech, sala 1988'î zanîngeha Boston û 1989'î jî diçe zanîngeha Duke.
Saka 1972'î bi Albertha Anje Schik re evînmarî bûye (zewiciye) û bi navên Saskia Anne û Ellen Marga du keçikên wî hene.
Xebat û girîngî [biguherîne]
Di zanînên li ser qûarkan de reformên nû pêk aniye. Teoriyên Yang-Mills ên derbarê birrînên sîmetrîk ên spontan îsbat kiriye. Dîsa bal kişandiye ser angaşta qûantan a bi navê azadiya asîmptotîk.
Bi tevî Leonard Susskind li ser Gravîtasyonteorî rawestîne û prînsîpên holografîk keşfkirine. Ew endamê akademiyên keyserî yên Beljîk û Holandî ye. Herwiha endamê akademiya zanistî ya Fransî ye jî.
Asteroîd 9491, bi navê wî Thooft hatiye binavkirin.
Hin ji berheman (ne bi zimanê Kurdî ne) [biguherîne]
- Regularization and renormalization of gauge fields (with M. Veltman). Nucl. Phys. B44 (1972) 189–213 (ji bo vê xebatê Xelata Nobel wergirtiye)
- A planar diagram theory for strong interactions. Nucl. Phys. B72 (1974) 461–473.
- Magnetic monopoles in unified gauge theories. Nucl. Phys. B79 (1974) 276–284
- In search for the ultimate building blocks, Cambridge University Press 1997, ISBN 0-521-57883-3
- A Confrontation with Infinity, Nobel Lecture in Physics 1999. Reviews of Mod. Phys. 72 (2000) 333
- Horizons. Erice Lecture Notes (2003), gr-qc/0401027
- 50 Years of Yang-Mills Theory, Hrsg. G. 't Hooft. World Scientific 2005, ISBN 981-238-934-2
- Planetenbiljart. Sciencefiction en echte natuurkunde (Bîlarda exteran, scince fiction û çêtirîn xwezanasî), holandî,Bert Bakker, Amsterdam, 2006.