Girê Kortikê

Girê Kortikê (bi tirkî: Körtik Tepe) sîteyeke arkeolojîk a girîng li navçeya Bismilê ye. Girê Kortikê dê di bin gola bendava Ilisu de bimîne.

Li gundê Kortik (bi tirkî: Tepe) di kolanên arkeolojîk de sê gorên (mezelên) medeniyetên berê hatine dîtîn ku ji beriya pirtirî 12 hezar salan mane.

Li gor profesorê zaningeha Dîcleyê Vecihi Ozkaya ev gor di medeniyeta rojavayê Mezopotamyayê de ên herî kevn in ku çand û medeniyeta wê demê şanî me dide.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]