Xirabreşk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Girê Navokê hate beralîkirin)
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Xirabreşk (Dikeve nêzîkî Rihayê)

Xirabreşk (bi tirkîya şapînoz Göbeklitepe) 15 Km nêzîkî ÛrhaUrfayê, avahî û perestgeh a herî kevn a gitiye a hingama Neolîtîkê.

Heta niha hê li ser Xirabreşkê bêdira peyv û bêje nehatine gotin. Lewma ji ber her kesî ez dixwezim peyva xwe a pêşî û a paşiyê li vir di vê nivîsara de xwe bibêjim bikutihînim. Xirabreşk ne cihekî heyidî ye ew binyada şaristaniya 12 hezar salî ye. Xirabreş sereta û binaçeye şarsitaniya mirovatiyê. Ger xwediyê wê ango kurd nirx û bihayê wê birastî hilsengînin dê xirabreşk bibe `Mekkeya Mirovatiyê`. Ew herzal û misoger e.

Mirovên berê çire şehreke wek Ûrha`yê hilbijartine , çima ev der ev cihnigarî ji xwe wek baregeh û bingeh vebijartine hê ji hêjayê pirsînê ye.

Gava dastana Gilgameş hat azlû kirin, mirovatî di ser zikê hev re meşî. Di wir de awêne bû ku hemû pirtûkên pîroz berdewamiya hev in û hemû ji van minhoyên kevnar hatine wergirtin. Ji Bihûşta Aden bigire heta Adem û Hawa yê ku kurdiya wan Camer û Felemez e.

Her çi zanist û zanyarî şayesandina Camer û Felemez di pirtûkên pîroz de wek jin û mêr ên pêşîn yekemîn tên napejirînin jî,di zanist de ne du mirov lê mirovinên ewil hene û bi rastî jî hemû mirovza ji wan piraştine,ew wek kesayetên ewil ji jiyanek kûvî derhatine û berbi jiyaneke mirovane gavên sereta avêtine. Aha ew resm û wêne bixwe li xirabreşkê hate xêzandin. Nûma ye ku kanî û solîna dastana mirovên pêşîn wek Camer û Felemez ji xirabreşkê peyidî. Di vê dastanê de ku em ji pirtûkên pîroz ên samiyan wek quran,toret û mizgînê hîn dibin ku hidamiya Camer bi sêva ku ji Felemezê girtî û xwerî tê ku ew jî ji aliyê îblis ve hatiye pêşniyar kirin. Di encama vê delkbaziyê de Xwedan ango Yezdan wan herdukan ji bihûştê ango Gan Aden , Cenntetê, Cennet ûl Edn`ê diteqizîne wan dişîne beyabanê an ser erdê. Şîmane ye ku ew bihûşta ewil ku ji aliyê dînan ve wek metaforek hatiye venasandin, di rastiya xwe de ew cihê arizî ye ku mirovê rewend û şerpeze ji xwe re war û niştîmanek ava kiriye,lewma jî tu caran ji hêv û hewn xwe, ji bîr û hidama xwe nepakijandiye.

Ez gelek caran li ser qedexeya xwerina goştê berazî di dîn û ayînên samî ên wek misilmendiyê û cihûtiyê de ponijîme ,di dawiyê de têgihiştime ku ew divêt tabûyek berê be. Di dîn û ayînên gelek civatan de jî wisa ye carinan tiştekî ji sedemên erênî têt qedexe kirin piştre nayên zanîn ku çima ew qedexe heye, sedeminên neyînî bi wê de diqertifînin. Carinan jî tiştê ji sedemên neyinî têt berbend kirin dibilkewişe, dibe ji sedemên erênî.

Mirov dibîne ku di dakolandinên Xirabreşkê de herî zêde peykerên berazan xwe nîşan didin. Min tavine re fahm kir ku li mêj, beraz totemek bûye û nêçirandin û rava wê hatiye qedexe kirin. Di nihamen jêrîn ên Xirabreşkê de zehf hestiyên berazan derkeftine ,lewma ew jî nîşanê me dide ku ew ajal ajalek biber û birişt bûye ,mirovan herî ewil ew kedî kirine,goştê wan bi noşîcanî xwerine,hem jî ji hemû ajalên din zêdetir ,bo embaz ji pezî zêdetir.Mirovê rojhilata naverast ê Neolîtîkê dixuye ku ji berî her deverên din ên cihanê xonçe û merezmeyên xwe bi kebabên berazî xemilandiye. Di nihamên jorîn de hêdî hêdî hestiyê berazan hindik dibin,ew jî sedema tabûkirin û qedexandina vê ajalî bextreş bi me didê zanîn ku çima ew nika di dîn û ayînên rojhilata navîn de ,di ên ji hîvoka birişt piraştine de derketiye miyanê. Li aliyê din em haydar û agahdar in ku bîre ,mey ,ereq,herwiha cûreyên din ên aşavên alkolîn jî li hîvoka adan hatine kifş kirinê. Mirov îro nikane biaşopîne ku li deverek mîna Ûrha`yê di zemanên berê de goştê herî zêde jê têt hezkirinê goştê beraz bûye. Hingahinan em difeliqînin ku gelê Kurdistan`ê û gelên herêmê ên din çi mêjer ji rastiya xwe a sirûştî dûr ketine. Navbera gel û sirûşta wan de parseng parseng dûringî peyda bûye.

Ew cihê ku ji bav û kalên mirovatiyê re mazûvanî kiriye,bûye derkeftina ji ajaltiyê,her wiha hinkeftina mirovtiyê,her çi hinde îro dîsa ji mirovtiyê ber bi ajaltiyê, tew kewaltî tewtir lawirtiyê ve dimeşe jî.

Mirov behît dimîne, metel dimîne ku mirovên wî zemanî bi çi hêz û hizê, jibo çi sedemê ev cihê pîroz ,ev perestgeha evra wek gerû û nîvenda şaristaniya mirovatiyê ava kirine. Wisa xuya dike ku paradîgamaya zanistên civatî ên goya nûjen petixîye,divê paradîgmayên nû ji bo bingeha zanistên civatî bên damezirandin. Xirabreşkê wek bûmelerzeyeke tund gitiya zanistê ji hîm ve hezandiye.

Kî dibêje çi bila bibêje, navend û jêderka şaristaniyê `fertile Cressent` ango nîvehîva adan ango hîvoka birişt e yan jî hîvoka adan. Hîvoka Birişt ji kendava Îranî serdifetihîne,fetla çiyayên Zurgan an hê bi kurdî çiyastana Zurgan dişopîne,dûre dikeve qûntara çiyayê Torosan bi riya Amanosan berbi Levantê diçe. Hivoka birişt ji sedî 70 bi Kurdistan`ê ve li hev dipoşe,b es tenê aliyê Libnan û Îsraîl`ê li der Kurdîstan`ê dimîne.

Verastkirina nave Xirabreşkê jibo feşikandin û kospandina damezirandina zanistê li ser kûtalê dêrsandî wek peywirek ji berpirsyariya parskî piraştibe tûşî min hat. Lewma ez weç dibînim,tew fer dibînim ku vê verastandinê li jêr bi dirêjahî vepasim.

Zelandina navê Xirabreşkê

Xirabreşk gundekî biçûk û nêzikî navenda Ruha`yê ku dûringa wê 15 kîlometer in. Navê wê ê resen bi kurdî ye û Xirabreşk e. Li sala 1946 navê wê ji aliyê dûgela tirk ve bêbextane wek `Örencik` hatiye guhartinê. Gund navê xwe ji vî xirabî hilgirtiye. Navê wî girî bixwe jî `Xirabreşk` û lewma jî ji wî gundî re jî gotine `gundê Xirabreşkê`.

Navê wê ji `xirab` û `reş` û `k` yê pêk hatiye ku `xirab` xirabe ye û xirabî ye û wêran e, `reş` bêyomî ye û `k` jî pita biçûkandinê ye. Bi awayek gotinek din Xirabreşk ji van kîteyên jêrîn diceme;

Xirab + reş + k

Ger mirov wê ji kurdî wergerîne zimanê almankî sihê wisa dibe:`Der Ruin des Fluchs`.Gava em wê bizivêrên zimanê îngîlkî wergera wê wiha dixuye: The ruin of Damn. Gava mirov navê wê hem bi kurdî dibêje ,hem jî ji kurdî bi wateya wê ya resen dizivirîne zimanên biyanî numa ye naveroka wê hê bêtir tê fehimandinê. Nexêr te navekî şapînoz lê wê na, behleyekî kurd jî ew jî tirkî carekî din vegerande kurdî, hîngahinan navinên zehar û sosret ên wek `Girê Navokê` derdikevin ber çavê me,ku em jî ligel wan sosret û gosartme dibin.

Ez bawer dikim li seranserê Kurdistan`ê gelek navên din ên cihwarên kurdan ên wisa bi vî rengî hene ,bes ez tenê ên ku ez pê dizanim ji wer e li vir dadirêzim.Yek ji wan Xirabreşka li Hezexê ku bi tirkî nave wê `Varimli koyu` ye nave ji aliyê dewletê ve cara ewil di dema Osmaniyan de hatiyê xerimandin, cara ewil ku xwestin nave gund tomar bikin wek `Karaxarab` qeyd kirine. Cara duyem jî di çerxa `zir- komarê` de li sala 1928 ku Kor Kemo pêşengkomarê Tirkiyê bû, wek `Varimli` hatiye guhartin. Li vir ne weç e ku wateya navê bi tirkî dahûrînin,çimku wan bi eletewşî ev navê sosret lêkirine.

Gundekî wisa jê li Silopî ye û nave wê jî wisa hatiye guhartin.Navê gund nika `Yenîkoy` e û li 1928 ji aliyê zir-komara tirkiye ve nave gund hatiye guhartin ji Xirabreşkê bûye `Yenîkoy` Serencam dûgela tirk di her warî û di her biwarî de li dij kurdan û kurdî cengeke mezin serfetihandiye û biserkeftî û bêrawest dikûdîne.Gelekî mixabin beşek ji kurdên me jî çi ji debengiyê ,çi ji xiniziyê zehf piştevaniyê didin karê gemar a dûgela tirk. Bi wê nemaye hê dûgela tirk û kurdên xwenezan û xwefiroş biyaniyan jî perwerde dikin daku ew jî navên cih û warên kurdan, navên gund û şehrên kurdan bitirkînin.

Ma ev awişt e? helbet na!

Nîşeyên Sendroma Efendîtiyê

Binêrin navê Xirabreşkê ji tirkî Göbeklitepe wek `Girê Navokê` werdiçerxîne. Zeharên bi vî rengî ez dibawerim tenê li me kurdan diqelibin.Kurê min ! gedê min ! Ma te tu caran navekî wisa bihîstiye? Ma navê kurdî wisa dibin? Ev serê leşkerê tirk ê mêjîmirîşk e ku ew tenê navên wisa li cih û waran datîne. Ma tu nabînî? xwelî li serê te be! Ma ez ji te re çi bibêjim.? Ev kurdê me qay tu dibêjî ji valagehê hatine û haya xwe ji kar û barê dûgela tirk nînin. Nizane ku navê her cihekî bi kurdî jî heye, ne hewce ye hevwate be. Çim ku tirk xwe di ser kurdan re dizanin,lewma gava navê cihekî bi kurdî dibihîze bicinan dikevin, xwe hildipengizînin dibêjin `bu ne biçim dil böyle ! hemen degistirin ulan! burasinin adi filan olsun! falan olsun! `Örencik`, `Tepecik` ê dî xweda çi daye ber devê wî ê şom. `Tirk` tucaran neponijye ku ev gel xwediyê van deveran e, ev der binav kirine daku jê re kişametiyê û girametiyê binimîne,bejna xwe li ber çand û kelepora hingamên bihûrî, gelên kevin û gelê kurd bitewîne.Li bal wan ponijin, fikirin û ramanîn nîne, ferman heye `yap oxlim!` `et oxlim!` `git oxlim!`.Gava tirk tûşî kurdan tê tavilê dibe efendî. Bi rastî jî zerpên wan ji îngîl û rûsan xwerine ew nexweş kirine û xistine nava qeyraneke kûr û dirêj ku hê çend sedsalan jî jê nafilitin.Lêbelê tenê gava ew kurdan dibînin birîna wan a efendîtiya wan carekî din hildizidiqe.Ew hê ji dixwezin wê gewza wan a berê li ser kurdan bidomînin lê ew êdî ne gengaz e, ne jî şîmane ye.

Hinkeft

Li gelek deverên cihanê mirovên zanistê, serborîperest, mirovên naşî,şagirt, bextcu hwd. Di nava koş û xiroşeke mezin de lêgerîn û gercustên giranbiha dikin ku kifş bikin ka şaristanî li ku destpê kiriye û jikû pişkaftiye. Ev nêzî du sed sal in ev kar û xebatên wisa didomin. Geh gotin ji Qibtê derket geh gotin ji Romê, carinan jî digotin ji Yuna derhatiye. Gehinan jî digotin vedozînerên şaristaniyê Levantiyan in ku ji welatên li rojhilatê deryaspî ên wek Libnan, Kenan, Ednan, Filîstîn û Îsraîl dicemin, Piştre berê xwe dane Sumeriyan. Erê gelê sumerî gelek tişt veşikaftibûn û vedozîbûn, bes xêr ji seretaya şaristaniyê. Mirovên jîr û hêgîn bîr birin ku di serî de mirov ne di wê derawayê de bûne ku şaristaniyê di nava devê du robaran de damezrînin, ên wek ferat û dijlê de ku ji cihnigariyeke ji lîtav û avzêman,ji co û cobaran vedicemî bûye. Piştre gitiya zanistê ew fêhm kir ku wê şaristanî tenê dikane di nava bêlanên li qûntarên çiyan û li hilindiyên robaran bê hilberandin. Erê wisa jî hat selimandin ku bi rastî jî şaristaniyê ne li miyandevan, lê li pesar û berwarên di nava robar û çiyayên ku wan robaran bi berf û baran, û şilemeniyên xwe ên wek din xwedî dike digewzîne û dixurdîne de destpê kiriye. Erê li dawingê mirovên zanistê hevhizir bûn ku şaristaniyê li `hîvoka birişt` serfetihandiye.

Ango li Kurdistan`ê!

Erê Kurdistan landik û dergûşa şaristaniyê ye. Robaristan ku nava çemên Ferat û Dijleyê fire caran wek mezopotomya ya jêrîn tê fêrisandin, şeş hezar salî dîroka xwe a şaristaniyê heye. Gava li Kurdistan`ê dinihêrî, tu dibînî ku dîroka şaristaniya wê 12 hezar sal in. Ew çi mirêsdarî ye, ew çi wûrşedarî ye! Karê me kurdan gelekî hêsan e, em wek neteweyên din ne fer in şaristaniyek ava bikin, bes tenê em şaristaniya bapîrên xwe, a ku em li ser di şerepezetiyeke mezin, a ku em liser di belengaziyeke mezin de dijîn dakolin!

Xirabreşk ne tenê direfşa seretaya şaristaniyê ye, him vê re jî wek şehreke mezin û metropola hingama Neolîtîkê derdikeve pêşberê me. Ew nîşanê me dide ku jiber gome, zozan, gund û şehran peristgeh hatine avakiri, cûrbecûr, gir û hûr, mezin û biçûk. Lêbelê di nava van de a herî mezin bêguman Xirabreşk bûye. Ew hec û Mekke` ya wî zemanî bûye. Peywira ser milê kurdan ew e ku îro jî berê mirovên ji her dînî ber bi Xirabreşkê bikin da ku ew peristgeha wî zemanî bibe peristgeheke zanistî a dîroka mirovatiyê a nûjen jî.

Agahiyên Bingehîn

Xirabreşk an ji bi tirkiya şapînoz `Göbeklitepe` bi ser milê bakûrê rojhilat ve 15 km dûrê navenda parêzgeha Ûrha`yê û nêzikê gundê Xirabreşkê ye. Koma avahiyên ayîngeha herî kevin û dêrîn a li ser Cîhan`ê ye. Gewşeniya hevbeş a van avahiyan ew e ku 10 an 12 kêlên bi teşeya T bi şikleke girover li hev rêzandine û miyana wan jî bi dîwarên kevirîn honandine. Di navenda vê avahiya girover de du kêlên din ên hîn berztir hene ku li hindavên hev hatine çikilandinê. Li ser zehfaniya van kêlan, hinek direfşên mirovîn, dest, pî û baskên mirovîn, dawer û hêmeyên razber û nedîtbar bi şêwazeke hilpetikandî û qewartî hatine şayesandin. Li hinek kêlan ev nîgar û nimûşên dabaşkirî ew hinde himbiz hatine siviyandinê ku mirov bawer nake ku ew bi mebesta xemilandinê hatibin nitirandinê. Berewajî ew nîgar û nimûşên hanê mirov dihizirînin ku ew komnivîs şîmane ye ku bona, çîrokekê, amajeyekê an peyam û namilkeyekê hatine derbirin. Di nava nimûşan de ên ku herî himbiz dixuyin ganêr, bore ango berazê kûvî, rovî, mar, miraviyên kûvî, sîsark in. Ev cî ne wek wargehek, lê wek ayîngehekê tê veniyasînê.Ev tiştên ku hatiye fêrisandin ew e ku van ayîngehan di serdemeke derbaseya hilberînê a cotkariyê û zandariyê ji aliyê komên nêçirvan ve hatina bûnandin.Ew diwate ku li derdora Xirabreşkê qewtên nêçîrvan û hilçininde ên ku xûdanê sazûmaneke baweriyeke perisî, geşa û kûr hebûne, ev der ji wan re gelekî evra bûye. Tê angaştin ku şênîbûna vê herêmê a herî zû werçerxa A`yê a Serdema Neolîtîk a Bê Dîz û Kûz an bê Pinc û Şkevk e ku tûşê salên 9600-7300 ji B. Z. tê ye. Ew ji tê maneya 116000 ji berê rojgara me. Digel vê yekê em ne di wê derawayê da ne ku em dîroka çalakiyên mirovîn ên herêma Xirabreşkê bipeytînin, lêbelê ger mirov li van damezriyên bîrdarîn difekire, dihizire ku kevnariya wan digihije serdema Paleolîtîkê ango Hingama Berdîn A Kevin tew digihije hîn çend hezareyên kevintir heta Epîpaleolîtîkê ango Hingama Berdîna Kevnarê. Tê ramanîn ku siviyandina Xirabreşkê weke navendeke ayînî heta derdora 8 hezar salî B.Z. dikûdîne û ji wê pê ve hatiye şemirandin û bi tu awayên din û jibo tu haweyên din nehatiyê bikaranîn.

Hemû evan û taqsaziya bîrdarîn a ku di encama dakolandinên din de, vî cihî ango Xirabreşkê dike cihekî nefs û nemaz. Di vê babetê de hêjayê dabaşkirinê ku ji aliyê UNESCO ve li mêjû ya 15.04.2011 de wek berendama `Keleporên Cihanê` hatiye nimandin.

Hemû van kêlan wek peykerên mirovan ên şêwazkirî tên şayesandin. Nemaze nîgar û nimûşên dest û pê, piyên mirovîn ên di laşên kêlên navenda avahiya D de hatine nitirandin, di vê mijarê de hemû gûş û xişûşan dimesêxe. Lewma têgiha `kêl` vatiniyeke xwe a xwerû venahewîne, tenê wek têgîneke arîkar têt siviyandinê. Binema ev kêlên hanê traştiyên şêwazkirî ne ku laşên mirovan sêdîmenî dişayesînin.

Asûn û Hawir

Ew hilindiya ku li ser tirbek hebû, ji aliyê dimatiyan ve wek `Zêwiya Xirabreşkê` dihat bilêvkirin,girekî 15 metro bilind, li ser nêvengeke ku ji 300x300 metro pêk tê bû ku ew jî li ser besteke gêçîn a ku eşkêla wê 1 Kîlometro ye dipeyîde . Li ser bestê li tenişta van damezriyên ayînî, qator jî hene. Ev jî diwate ku mirovên dimatî ji 12 hezar salî pê ve bênavber ji wan giran kevirên kilsîn hildikolên û pê avahi û avadaniyên xwe dihonin.

Nêvenga ku bermayiyên wêran û xopanê hatin derxistin,ji gûrfek qûçên axa sor pêk tên kû li bilindiyeke bi eşkêlek 150 metroyê ye,li rexê rojava qewareke zaxor a şêlavê,li hindava başûrê rojava radimede û di navbera wan de kumişînên rûxalî hene. Di du girêleyên herî mezin de gor derketin.

Ger mirov li ser vî girî bi navûdeng ber bi bakurê rojhilat dinêre çiyayên Torosan û qûntarên Koreşê (qerejdax) ên mirêsdar dixuyin, gava mirov li rojhilat dinêre çiyastana besta Ûrhayê û deşta Firatê ji hev vediqetine dixuye,dema mirov berê xwe dide başûr deşta Herranê heta Binxetê dixuye. Bi vê derawaya xwe mirov li ser Xirabreşkê dîmenên herêmeke berfireh dibîne û ji derdoreke dûr ve jî vê ciha taybet ji dûrê ve dikare bişopîne. Tê ponijîn ku şîmanetiya sedema damezirandina gûrfeke avahiyên ayînî ev gewşeniya nefs a vê deverê be. Nûma ye ku ji avadaniyên wisa bîrdarîn re qatorên kevirên kilsîn ên wesfbilind jî weç in. Lewma jî sedemeke din a hilbijartina vê deverê jibo avahiyên ayînî ev kanistanên kevirên kilsîn in.

Tê angaştin ku dozîna kêlên bi şikla T li ser rûyê axê, li herêma Ûrhayê wek Yenî Mahalle, Karahan, Sefertepe û Hemzetepe, destkeftina nimûşên taqsazîn ên bi vî rengî di dakolandinên li Nevala Çorî de jî nîşanê me didin ku Xirabreşk bi van cihan re di peywendiyê da bûye.Zanistyar û lêkolîner balê dikişînin ser biçûktiya kêlên T(1,5/2 Metro) ên li van deverên dawîn ji ên Xirabreşkê. Serencam li dûv van destkeftiyan boçûnên wiha tên derbirin ku li herêma Ûrhayê Xirabreşk ne bi tenê sere xwe navendeke ayînî bûye, çend cûre navendinên din divêtin hebûna. Lewra ev xala hanê gelekî giring e ku ev kêlên hanê ên dîmen biçûk ku li navendên din hatin dozîn tûşê ta û nihamên hîn dereng ên xirabrêşkê tên. Ew jî diwate ku Xirabreşkê di serdema xwe de, di biwarê ayînî de navenda herî mezin a herêma Ûrhayê bûye. Ger mirov bihizire ku li cihên din ên gitiyê di wan hingaman de tu deverên di ên wisa jî ne bûne, giringiyê Xirabreşkê hê zelal dibe û wê dike cihekî taybet ne tenê li kurdistanê, lê pê re li hemû cihanê. Ango bi peyvên hê pastir û zelal ev der cihê ewil ê şarisaniyê ye.Hîmê şaristaniya cihanê li vir hatiye darêştin. Ev jî kelecan balkêşiya mirovan her ku diçe zêde dikişîne ser xwe.

Vekolîn û Dakolîn

Xirabreşk di dema gercustên rûxalî ên projeya gercustên pêş-dîrokî ên başûrê rojhilatê Anadolê ango Kurdistanê ji aliyê Zanistana Stebol`ê û Zanistana Chicagoyê li sala 1963 an hat peytandin. Hinek girêleyên neasayî û nesirûştî ji parçeyê kevirên heste tije dixuyîn. Di encama gercustên rûxalî bi hilspartina dozemeniyên li rûyê gir, hatiye angaştin ku ev dever divêt warekî giring wek Goristana Biris, Kêlgeha Dara Biyê 1(Epîpaleolîtîk) an Kêlgeha dara Biyê 2(Paleolîtîk û Epîpaleolîtîk) be û wekî din jî tu xebatên din nehatine kirin. Cara ewil di gotara Peter Benedict de di a ku bi nave `surway work in Southeast Anatolia` ango gercustên rûxalî li herêma başûrê rojavayê Anadolê hatiye dabaş kirin. Dîsa jî kesî guh nedayê. Piştre li sala 1994 de Klaus Schmidt ji Zanistana Heidelbergê lêkolîneke din li herêmê rewand. Ta hîngah gewşeniyên bîrdarîn ên vê kavilê û vebestî vê, hêja wê a bastannasîn bala mirovên zanistê kişand ser xwe.

Xebatên dakolînê li sala 1995 an piştî dawinga gercustên rûxalî ên di bin serokatiya mûzeya Ûrhayê, di binê rawêjmendiya zanistî a Harald Hauptmann ji Daziya Bastannasiyê a Alman li Stembolê destpê kirin. Tavine re xebatên dakolînê dîsa di bin serokatiya mûzeya Bastannasiya Ûrhayê, bi rawêjmendiya zanistî a Klaus Schmidt destpê kirin. Dewra ji sala 2007 an pê ve kar û xebatên dakolînê bi biryara lijneya wezîran statûyeke dakolîna fermî wergirt û dîsa di bin pêşengiya Prof. dr. Klaus Schmidt ji Saziya Bastannasiya Alman hatin domandin.dûre jî Saziya Pêş-Dîrokî A Zanistana Heidelberg`ê a alman jî beşdarê vê projeyê bû. Kar û barên dakolînê ku bi salan nişmî û hûrgilî kûdiyan, encamên zanistî ên ewle ên ku merc û hoyên Şoreşa Neolîtîk ango Şoreşa Berdîna Nû amade kirine bi dest xistine.

Nihimandin

Di encama xebatên dakolînê de diyar bû ku li Xirabreşkê çar niham hene. Li niham û çîna herî jor pûwaza rûxalî heye ku ev ji kuncê bastannasiyê ve ne giring e. Her sê nihamên din ev in;

Nihama II A yê avahiyên bisûçe û bi kêl (B.Z. 8 hezar-9 Hezar)

Mêjûya vê nihamê ku tûşê bêlan û gihaneka Hingama Berdîna Nû a bê dîz û kûz tê. Li vir damezriyên çarkûje û pilankirî û bi kêlan ve hatin derxistin rûyê herdê. Bona xatirê dirûvandina van mezrên dabaşkirî bi ên hevhingamê wê ên li Nevala Çor hatibûn dakolandin ,mirov digihije wê encamê ku ev her du gûrfên avahiyan wek hev bi mebestên ayînî hatine çêkirin. Wek mezra şimşatî a vê nihamê hatî pejirandin ev mezra bişêr e ku ji çar kêlan li ser du ji wan nimûşên şêran bi awayê hilpetikandî hatine nexşandinê.

Nihama II B. mezrên girover û fêrşanî (Wek nihama navberê tê hilsengandin.)

Ev nihama ku gihaneka bihûrbarî a Neolîtîk a bê dîz û kûz A / B hatiye mêjûyandin, bi pilanên girover û fêrşanî an hêkane hatiye honandin

Nihama III. avahiyên cergewî ên bikêl(B. Z. 9 Hezar heta 10 Hezar salî)

Ew nihama ku rastê mêjûya bêlan a Hingama Berdîna Nû A yê a bê kûz û dîz tê ,nihama herî bin a Xirabreşkê ku wek girngtirîn niham tê hilsengandin.

Klaus Schmidt ku ji seretayê pê ve serokatiya xebatan dike, bê xêzên stûr xêr ji nihama rûxalîn dabaşa nihamên II. û III. dike. Li pey Schmîdt nihama III. nihama ku tê de cergeyek ji 10/12 kêlên wek T û dîwarek girover a ku navbera wan kêlan li hev girê dide û du kêlên hîn mezin di gerûya vê xirxalê de li hemberê hev hatine çikilandin pêk tê û kevintirîn niham e.

Nihama II. ji avahiyên biçûktir bi pilanên çarsûçe ên ku di gerûya wan de an kêlek û du kêlê hên biçûk hene an jî hîç kêl tê de tûne ne pêk tê. Mirov dikane nihama III. Neolîtîka bê kûz û dîz A,nihama II. jî gihaneka navmiyan û zû a Neolîtîka bê kûz û dîz B vewêrîne. Schmîdt wekat dikir ku nihama III. 10 hezar salî Berî Zayinê nihama hê nû jî 9 hezar salî Berî Zayinê bên mêjûyandinê. Dewra di encama mêjûyandina radyo karbonî de diyar bûye ku ev merzên nihama III. , ên hîn nû hatin dakolandin û derxistin ,bi ên din re ne sihê hevhingam in. Ya herî kevin merza D `yê li dûv van daneyan merza D di navmiyana hezareya 10. De hatiye bûnandin û di dawiya hezareya dehemîn de jî hatiye şemirandin. Dîwarê der a merza C ji dû honandina merza D hatiye bûnandin. Merza A jî ji her du avahiyan şûn ve hatiye çekilandin. Lewra bona dûpata van nirxandinan tê pejir kirin ku weçî bi hê zêdetir bi dane û agahiyan heye.

Dozemenî

Taqsazî

Di dakolînên Xirabreşkê de tu kavilên taqsazîn ên hêwirgehan bi dest nehatin gihiştin. Dêl wê ve gelekî merzên ayînî în bîrdarîn derkeftin miyanê. Kêlên ku di çikilandina wan mezran de hatini siviyandinê li dûv angaştan ji bestên qelaç ên derdorê yekpare hatine birandin û nexşandin bi Xirabreşkê hatine guhastin. Bejn û balaya hinekan di 7 metroyî digîhe.Lêkolînên jeofîzîkî dinimînin ku heta niha sêsed kêl di avahiyên Xirabreşk`ê hatine mezixandinê. Di nava van de ên ku ji binê axê derketî ji hene. Li herêmê hê jî kêlên hatin birrin lê hê nehatine nexşandin jî hene,bi ser de jî li bestên qelaç ên derdorê zaxe û nitir tên dîtin. Li rex din tê ramanîn ku kortên girover û fêrşanî ku piraniya wan li rojavayê bestê kom dibin, sarincên bi mebesta pengandina ava baranê ne.Ji van kortan ên gireover 120 cm heta 300cm kûr in ,dewra ên hêkane kûrahiya xwe nîv metro ne.

Navbera kêlan bi piranî bi kevirên bi awayê raperişandî hatine nexşandin,hatine honandin.di aliyê hindûrîn ên dîwarî de bi dirêjahî sekûyek kevirîn hatiye bûnandin. Di avakirina dîwêr de cihbicih pariyên kêlan ên şikestî û kevirê û berên ji derdora hatî cemandin û nexşandin. Di navbera keviran de hanhanika 2 cm xerca ritam hatiye bikar anîn. Ji ramana ku kêl niwênertiya şêwekarî a mirovan dike,hîngahê ev dîwarinan jî kom û cema mirovan diniwîne. Lêbelê ev xerc bû sedema arîşeyinên tewa. Sermesela ava baranê û bayê di ser van re avahî maşandine.Li rex din kezikan di van deran re bi riya qewaritinê ziyan gihandiye avahiyê.

Di nava mezrên hatin vedan de tu dozemeniyê ku şopa banên xaniyan dinimînin naxuyin. Hîngahê mirov jê vê encamê koz dike ku van avahiyan perestgehinên serpas bûne.

Nihama III.

Di nihama III. de ku girintirîn dozemenî di vir de ne , di sala yekemîn a dakolînê de çar mezr derketin holê û ew wek mezra A,B,C,D hatine navandin. Di encama dakolînên din ên pişt re jî sê avahiyên din bi navê E,F,G ji binê herdê hatin derxistin. Pîvanên jeomanyêtîk dinimînin ku hê ji van avahiyan nêzikê 20 avahiyên din di binê erdê de ne.Di vea van avahiyên ayînî de gewşeniyên taqsaziyek hevşêwe hatine peytandin.

Girşa binyadîn a mezran ji daçikilandina 10/12 kêlên bi navber bi şikleke xirxalî hatiye pêk. Navbera kêlan bi dîwarekî û sekûyeka ji kevir û berên daperişandî hatiye honandinê.Bi vî awayî di zik hev de du dîwar hatine bûnandin û di nava wan de nêvkoyek hatiye cemandin. Di gerûya xirxala herî hindûrîn de jî du kêlên hîn girsedîmen li hemberê hev hatine daniştin. Bi vî awayî her du kêlên navendî serbest in, Lewra kêlen derdorê pişkane di nav dîwar û sekûyê de hatine naştin.

Ji eşkêlên xirxalan ên avahiyên ku hatin vedanê, merza C û D her yek 30 metro ne,lewra eşkêla merza B 15 metro ne.Li rex din merza A bi teşeyk hêkane hatiye avakirin û eşkêlên wê 15 û 10 metro ne. Di gerûya hemû van merzan de du kêlên bi bilindahiya 4/5 metro hene ku ji kevirê kilsîn in û bi hilpetikandinan hatine nexşandin hene (dewra kêlên navenda avahiyên D 5,5 bilind in). Bi heman awayî kêlên bi hilpetikandî ên dîwarên hindûrîn û der jî li hindavê kêlên gerûyê lê hîn dîmenbiçûk bi qendî 3-4 metro bilind hatine çêkirin. Kêlên gerûyê xêr ji ên merza F hemû li hindava başûrê rojhilat dinihêrin.Lewra ên ku di mezra F de li hindava başûrê rojava dinihêrin.

Hem van avahiyan di hingama berdê nû de bi hişmendî û bilez hatine niximandin. Ew qûçan li ser hev hatine nicimandin bi piranî ji berdên kilsîn pêk tên ku bi zehfanî ji mistekê biçûktirin.Lêbelê di nava wan de çiştên din wek alavinên piraniya wan ji berdên hesteyîn,destar hwd. ên hincinandî û herijandî jî hene ku numa ye bi destên mirovan hatine hilberandin. Li aliyê din di vî kirariyê de jimarek mezin stro û hestiyên kewalan hatine siviyandinê. Pişkek mezin ji van hestiyan ên ask û gakûviyan hatin venasandin. Hestiyên din ê n bermayîn jî hestiyên kewalên din ên wek Sormamiz ,berazê kûvî û kerkûviyan in. Binema a herî balkêş ew e ku li tenişta hestiyên ajalan ,hestiyên mirovan jî di nava qûçan da derketin. Ew jî wek hestiyê ajalan hatine şikandin û hincinandin. Her çi qend ewilî dehbetî têt bîra mirovan jî , şîmanetir e ku ev neritandineka şewaza naştina mirovan e. Gelek caran li rojhilata nêz a Hingama Berdîn Nû a bê kûz û dîz dab û nerît hatiye peytandin ku laşê mirov piştî mirinê bi hinek kiryariyên nemazî hatine xebitandin.

Hê jî naye zanîn ku ser van merzan bi çi mebestê hatiye nixaftin. Li nik vê mamikê bi saya vê qûça nijandî ev mezrên hanê heta rojgara me bêrûxandin gihiştin. Ji vê balê de bastannasiya rojgarîn zehf minnetdarê vê qûça nijandî ye. Lewra dîsa ji kuncê bastannasiyê ve ev qûça nicimandî du dijwariyê giring diqewimîne. Ji ber her tiştî keristeya vê qûça nicimandî a sist di nava ku dakolandin dihatin meşandin dijwariyên qertafîn anîn pê. Dijwariya bingehîn jî ew şayişên şîmane ne ku encamên mêjûyandina radyo qarbonî şehitî bin. Jiber ku gava qûç dihate hilnijandin gengaz e ku parçeyên hê nû di bin kevin û ê hîn kevin bên ser.

Di nava Mezra C de kortek bi eşkêla 10 metro heye ku ji seretaya vedinan ve têt zanîn. Di nava lebt û xebta dakolîna vê avahiyê de mebesta vê kortê wisa hatiye peytandin ku ev jibo hincinandina van kêlên gerûyîn hatiye radin,ev mebest negihiştî be dawî jî bi pişkî armanc hatiy pê û serê hin kêlên navendî şikstiye. Bi şêwaza jendinên tund jibo radina kortê kêlên gerûyîn ên aliyê rojhilat di jor re perikiye û parçeyên wê li derdorê belav bûne. Dîsa jî girş û laşê wan di cih de mane. Dewra nimûşa ga ê hilpetikandî li ser girşê kêlê ji sedema bandora agirê gur ê dadayî cihbicih ferisiye. Tê angaştin ku ger mirov bi awayê gercustî li lîçên kûz û dîzan dinihêre ,difêrise ku ev korta hanê di navbera hingamê mefreqê û hesin de hatiye vedan.

Ev merzrên ayînî ku bi saya dakolandinan de derkeftin gitiyê ron,ji bilî C,D,E binkeyên wan wek hemû avahiyên ayînî ên kurdistanê ên hingama berdê nû ê bê dîz û kûz bi gelemperî bi fena terazzo hatine çêkirin. Binkeyên wan bi awayekî raperişandin,rewêrtin û nikirandinê hilû û bêgirûz kirina latî, hatine bi destxistin. Avahiyên din bi awayekî terazzo şayikandina kilsa vemirandî a ku bi hişkahiya beton hatine ava kirin. Kêlên navendî ên avahiya C jî bi şêwaza şaxorên latê bingehîn ên sitûnan bi kurahiya 50 cm hatiye daçikilandin û derdora wê bi hilik û berên biçûk û ritamê hatiye zexmandin û berkandin.Dewra şaxorên sitûnên kêlên gerûyîn ên avahiya D jî bi kûrahiyeke 15 cm ne.

Mezra C xwedî bastûreke cihê a zêde ji ên din e. Di beşa hinkefta ku li başûr dinihêre de beşek din a ber bi der ve dirêj dibe heye. Ew wisa wek dromosan dixuye ku bersivika çarkûj a di avahiyên girover de têt venasandin.

Di nava van avahiyên hatin hildin de çar ji wan(A,B,C,D) ên herî kevin in ku di hanhanika di nava heman hingamê de hatine ava kirin,tên têgihiştin ku ji berî 12 hezar salî hatine bûnandin. Tê doz kirin ku bi derengiyeke hezar salî avahiyên ayînî ên bi vî rengî li Qota Berçem (Çayonu), Çamê Hallanê,Nevala Çorî hatine sazandin. Wisa dixuye ku Xirabreşk cîgeheke pêşeng di nava wan de digire.

Li ser hin kêlan de,nemaze li ser kêlên mezra D hilpetikên dest û pîyên mirovîn hene ku şîroveyên wisa dide destpê kirin ku ev kêl bi xwe niwêneriya girş û laşên mirovan dikin.kevirên qinc û tîkane girş û laşên mirovan,dewra kevirên berwarî û qêrkaş serê mirovan diniwînin. Binema ev kêlên hanê ku em ji seretayê de dabaş dikin,kevirên tiraştî ne ku girşê mirov bi şêwazek şêwekar û sêdîmenî diniwînin. Her du rûxalên fireh paşî û pêşyên girşê mirovan, her du rûxalên teng jî her du teniştên mirovan diniwînin. Li ser kêlên navendî ên avahiya D(kêla 18 û kêla 31) berjenginên din hene ku ev kêl mirovan dawer dikin. Li ser her du kêlan jî hilpetikinên ku averû û pendî kemberê dawer dikin di binê piyan hene.Avzûnga kemberan jî hatine nexşandin. Xêncî wê ji jor kemberan de ber bi jêr nexş û nimûşên ku niwênertiya piştmalek ji kevalê rovî dikin tên dîtin. Bes li ser van hemû kêlan tu hêmanên ku zayenda van peykeran nîşan dide naxuyin. Di vê daweriya mirovîn da rûxala herî nizm besdar hatiye pejirandin.Her çi hinde kêlên gerûyîn ên mezra D xelî bi hûrgilî disehin jî piştmala ku me li jorê dabaşkirî ser zayendê niximandiye. Tê angaştin ku ji ber mêrbûna hemû nimûşên kilsîn û bi kember ku di nava hildinên nevala çorî de hatine dozîn ku Nevala çorî ji Xirabreşkê bi riya firîna tilûran 48 Km dûr e, ev şayesandinan jî divêt mêr bin.

Li ser rûxalê pêşîn ê girşê kêlan bi himbizî hilpetikinên bi awayê du şerîdan dirêj dibin hene ku kincên mirovan tînin bîra mirovan. Tê ramanîn ku ev kincên hanê kincinên arizî temsîl dikin ku li dêlindêzên giring de wek hêmaneke giring weynê dileyîze, û ji aliyê mirovninê nemaze têt poşandin. Lewma tê doz kirin ku ew mirovinên ku ji aliyê stûnên navendî ve tên temsîl kirin,divêtin di van dêlindêzan de gelek weynên giring wergirtibin ser milên xwe. Li dûv serokê dakolandinan Klaus Schmidt, ev her du kêlên navendî gengaz e ku cêwî an bira bin,lewra di dastannasî de ew cêwitî an biratî mijarek pert û berbelav e.

Dîsa jî nimûşên herî zêde tên dîtin ne ên mirovan in, bes ên ajalên kûvî ne. Çendetexlîdiyeke zehf berfireh heye û ew dirikibe ajalgeliya herêmê a wê heynê. Givirgel,ganêr,berazên kûvî,rovî,quling,miravî,kerkez,keftar,ask, kerê bejî,mar, pindepîr, dûpişk hinek ji van celeban in. Hilpetikên li ser kêlên avahiya A bi giranî ji maran pêk tê. Di nava şayesandinên vê avahyê de 17 celeb ajal hene ku herî zêde û bi himbiz mar tên dîtin ku xwe wek torek li hev badane. Dewra di avahiya B de hilpetikên roviyan xasma jî her du roviyên ên li ser rûyê pêşîn ên kêlên navendî bala mirovan dikişînin. Bes di avahiya C de giraniya nimûşên ajalan li ser berazê kûvî ye. Ne tenê li ser kêlan ev fîgûrinan hene piraniya peykerên ku ji kevir û beran hatine qewratin jî berazên kûvî ne. Lewma piraniya van peykerên berazên kûvî ku hatine derhênan di vê avahiyê de bûn. Lê bes di vê avahiyê de hîç nimûşên maran nehatine bikaranîn. Hilpetikek marekî bi tenê li ser latên qêrqaş ên beşa başûr cih digire. Di avahiya D de lêbelê, çendetexlîdiya nimûşan wek berazkûvî,gakûvî,ask,kerbejî,quling,legleg,miravî garanîk hebin jî giranî dîsa jî li ser nimûşên mar û roviyan e.

Pêşengê dakolînan Klaus Schmidt diangêşe ku ev peykerên ajalan ên ku derhatin pêşberê me, ne weç e ku di jiyana rojane a wan mirovan de weyneke giring bileyistana,mebesta afirandina van peykeran hildisprêre derbirineke dastanî. Li rex din mijareke bala mirovan dikişîne ev e ku nimûşên hemû van ajalên guhandar tenê wek nêrî hatine şayesandin. Di nav wan çi nexşê mirovan çi ên kewalan dibin bila bibin, hanhanika hîç mehe nayên dîtin.Di nava nexş û nimûşên derhatin de yeka tenê awerte ye.Jineka rût li ser latekî di nava kêlên wek stûnên şêrdar tên venasîn de hatiye şayes kirin.

Embazek balkêş di nava van hilpetikan de jî ew hanê ku li ser kêla bi jimara xxv ye. Ji hilpetikan yek hilpetika mirovekî bi şêwazî ji duçarê de hatiye şayes kirin e. Tê derbirin ku ew nimûşa ku wek `xwîngiyek beridî`,ji aliyê serî de bi sikûme wek kilox hatiye nexşandin. Gava mirov çiniyên kêl li hev kom dike,dibîne ku nimûşek ajalekî bi qasî 10 cm 25cm dûr li hindava nimûşa mirov disekine heye. Tê têgihiştin ku ev ajal ji segelan e û dixuye ku çar lingên wî ber jor hilhatine û boça xwe li girşa xwe badaye.

Nihama II.

Di vê nihamê de avahiyên bi planên girover nayên dîtin,dêl vê avahiyên bi planên çarsûçe hene. Bes daçikilandina kêlên wek T ku şengistên taqsaziya avahiyên ayînî ên nihama III. in, di van avahiyan de jî hê hatiye domandinê. Mezrên vê nihamê jî bi zehfanî heman avahiyên ayînî ne. Bes dîmenên avahiyan biçûkîn quncisîne, jimara kêlan hindikîne hem jî dîmenên kêlan civitîne. Heyna nihama III. de bilindiya kêlan nizingane 3,5 metro ne, bilindiya kêlên nihama II. nêzikane 1,5 metro ne.

Dozemeniyên hûrik

Beşek mezin ji dozemeniyên hûrik ,ji xeynî jêmayên taqsazîn ên ku di miyana dakolandinan de hatin ser rûyê erdê,ji alav û amûran pêk tê ku malê kesên li vir xebitiyane ne. Hanhanika hemû alav û amûr ji kevirê heste hatine çekiladin. Alavên berîn ên obsîdiyen awerte ne. Kaniya van kevirên obsidiyen ku pê van alavan hilberandine bi piranî wek Çewlik A,B û Gollûdax (kapadokya) tê zanîn. Anîna wan keviran ku jê alavên xwe çêkirine ta ji Kapadokyayê ku 500 km dûr e, ji Bêrma Wan`ê ku 250 km dûr e,ji bakûrê Kurdistan`ê ku dîsa 500 km dûr e,bixwe û jixwe çistonekek herî berzeq e. Ji bilî van alavên kevirîn hê kelûmelinên din ji kevirên kilsîn û bazaltîn hatine qewartin jî bi dest ketine. Ev jî bi piranî amanên berdîn,moriyên kevirîn, nimûşên biçûk,destar û sersindir in. Dozemeniyên hê biçûktir jî hene ku ew jî bivirên pehn ji kevirên nefrit û apmfiyolît,xişirên hatin dest jî ji kevirên serpentîn hatine taştin.

Ji bilî van alavên berîn gelek peyker hatin derxistin. Beşek ji van serê mirovan in ku bi dîmenên asa ne û ji kevirê kilsîn hatine dirûst kirin. Jêmayên şikestî tîne bîra mirovan ku ev ji peykerên binema qetiyane. Dozemeniyeke balkêş ji bilî van peykeran berhemeke wek totem e ku di dakolînên 2011 de derket holê. Bejna wê 1.87 m ,berê wê 38 cm ye ji kevirê kilsîn hatiye qewartin ku li ser darêjnivîseke hevdûdanî û nimûşên cûrbecûr cih digirin.

Dozemeniyên din

Di nava axa ku hatiye derxistin de piştî dakolînan hatiye dozîn ku genimên bejî ên yeklib hene. Tu berjengên ku nîşanê me bidin ku ka dexl û danên kedî kirî wî zemanî hebûne, nehatin şikaftin.Jêmayên riwekên din ên hatin peytandin tenê celebên behîv û fistiqên bejî ne

Dozemeniyên hestiyên ajalan, lewra aîdê gelek ajalên cûrbecûr in. Di nava wan de ên herî zehf tûşê me tên ev in ask,gakûvî,bet ku ev nimûneyên ajalgelên tejaneya Dîjleyê ne. Digel vê firecûretiyê cûreyên kedî di nava wan de nayên dîtin.

Hilsengandin û Şîrove

Heta dakolandinên Xirabreşkê gitiya zanistê cemawerên nêçirvan û hilçininde bihêsanî li ser standadên astnizim şîrove dikir jiber hizra ku ew bi awayeke gûrfên biçûk ên rewend xwe sazkiribûn. Bes di encama hildinan de derket holê ku ew cemawerên wî zemanî hîç nebe li vê herêmê weç e ku xwedî bastûreke civakî yeka pêşkeftî û firealî bin jiber ku navendeke ayînî bi taqsaziyeke bi dîmenên bîrdarîn,kêlên mezin ên qewartî,nimûşên direfşî, vejandinên şêwekar berjengên wê ne. Hemû ev dozemeniyên li Xirabreşkê derketin holê, nîşanê me didin ku seba çalakiyên bi vî rengî bên darastandin,pêwîstiyeke bi pêşkeftiyeke di biwarê rêxistiniya gûrfên gilûr,hêgîniyên arizî ên hunerê, tiz û niçên ayînî û hebûneka û lêgerîneke bîrbirî û rûbuwaryeke hunerê heye. Li ber roniya van dozemeniyên nû ku li vir derketin holê ,divê gitiya zanistê boçûnên xwe ên serwer li ser bastûra civakî û çandî ên qewtên nêçirvan û hilçininde venihêrin.

Encamên bi destkeftî,bûn sedema guhartina boçûnên berpejirandî li ser sembolîzmê an daweryariyê jî. Boçûnên bastannasiyê ên tîtal û kevneşopî li ser daweryariyê di hindaveke wisa de bûn ku bes şoreşa çandiyariyê ji qewt û civatên wî zemanî re kanistanên xurdemeniyê û dem û zemanekî bêdira ,boş û sewgir hinkivandiye,lewma wan kanîne ku taqsaziyeke bîrdarîn û derbirineke dawerî yeka dewlemend û sengîn geşandine.Lewra tê fêrisandin ku ên ku Xirabreşk ava kirine ne qewt û gûrfên çandiyar bûne. Gitiya zanistê dipejirîne ku qewtên nêçirvan û hilçininde yekeyên biçûk bûne û her roj jibo hinkivandina xurdemeniyan divêtin bikoşin,bibilin û bilebikin û tenê dikanîn wê roja tê de bifilitînin. Mezrandina avahiyên ayînî ên wiha û siviyandina van navendên wisa li pey mebestên xwe bêguş fer bû ku qewtek mirov jibo heyameke bihûrbar be jî diviya bû ji karê nêçirê û hilçinînê bên vekişandin. Klaus Scmidt û desteya wî diponijin ku jibo birîn û derxistina kêlên bi giraniya tonan ji leht û tehtan ,nexşandina wan,nêzikî nîv kilometro guhastina wan bi Xirabreşkê û avakirina wan hindiktirîn 500 kesî diviya bû bixebite. Ji ber her tiştî divêtin ew bihatana xwedîkirin û gewizandin. Ji bilî wê tê angaştin ku ger mivor vê yekê li ber çavan bigire ango weçiya hinkivandina xurdemeniyan diviya bûn van mirovan ber bi şikaftina çandiyariyê bizextandina. Bi rastî jî di nava qûça puwaza ku pê ser avahiyan hatibû niximandin de mêjereke di jimareke mezin digihîje hestiyên ajalan di nihama III. de derket. Jimara çiniyên hestiyên ajalan ji sed hezarî radibire. Ev rewşa hanê nîşana me dide ku li Xirabreşkê zehf goşt dihatiye berxwerandin. Tê fêrisîn ku berxwerandina ev qes goşt dixuyîne ku ligel bergîdan û berginda hewcetiya xebatkaran,di çeşnên ayînî ên li vê derê dihatin lidarxistin de jî dihatin siviyandin, tew di dêlindêzên dehî û goriyan de ji dihate siviyandin. Bêguman û bêgûş ev rewş şîmane ye ku mirovên wî zemanî berbi gercusta kanistanên xûrdemenî ên hê berfireh dehifandibe. Hemû ev tiştan derbirina xwe di doza bastannas Ian Hodder a ku diangêşe `guhartinên civakî û çandî ji ber cotemeniyê darastîne` de dibîne. Di vê bend û babetê de tê rapirsîn ku di bin rohahiya dozemeniyên Xirabreşkê de navenda şoreşa Neolîtîkê ne Levant e lê hê zêdetir qûntara çiyayên Zurgan û Torosan e ango Hîvoka Birişta a nava zikê Kurdistanê ye.

Mijareke din ên bastannas li ser disekinin ew ku çawa ev qewtên nêçirvan û hilçininde hinkivandina honandina wan avahiyan kanîn ku lebitandineke li pileya dawî têkel û girift pêwîst bû. Harald Hauptmann, ji Saziya Bastannasiya Alman wiha diangêşe ku ji vê hevlebitandinê re rêberên dînî pêşengî kirine. Hîngahînan divêt bê pejirandin ku di nava van civatan de çînayetiyeke bijarte derketiyê holê. Klaus Schmidt derbir ku ew civatên ku Xirabreşk bûnandine civatên çînî bûne.Lêbelê heta ku Xirabreşk derket miyanê,di nava cîhana zanistê de û quncê meyistin û nêrîna ferwer di wê hindavê de bû ku neritandin û hevlebitandinên dînî ên têkel tenê di nava wan kom û qewtan de der dikeve ku şêwaza debara ferwer di nava wan de cotemenî ye. Bes piştî kifşkirana Xirabreşkê zeveriya vepişkinandina vê nizingiyê derketiye holê. Bi rastî jî hevcivandin û xebitandina hêzên kar û xebatê ên avahiyên bîrdarîn ên bi vê şiklê dikarin ava bikin, ji kom û qewtên nêçirvan û hilçininde ji hawirdorê tenê li baweriyeke mêjîn û biriçal dikane bê dapesartin.

Li rex din nemaze hilpetikandinên ajalan bivê nevê hostatiyeke helez bala mirov dikişîne. Bi derbirinek din rêbazeke ku mirov bibêje huner e tê dîtin. Wisa xuya dike ku qaşo ev berhemeên hilpetikandî ji destê hunermendek pispor bi rêbazek xwemal derhatine. Lewma weçiya rabirdiyeke dirêj a vê rêbaza hunerî averû ye.

Li hêla din hêman û direfşên ên dirûvê Xirabreşkê,lêbelê ên bi pîvangên hê biçûktir di encamên dakolînên li başûrê Kurdistan`ê heta Rojavayê Kurdistan`ê de jî derkeftin qadê. Li ser van daneyan mirov dikane biangêşe ku Xirabreşk di hingama Neolîtîkê de ji quncê hevbandoriyê de navendeke giring bûye.

Veristandin û parastin

Xirabreşk wê di binê parastina berbesta heyiyên sirûştî û çandî a bi jimara 2863 a dûgela tirk de ye. Ji aliyê kargêriya lijneya herêmî a parasitna heyistên çandî a Amedê li 27. 09. 2005 bi biryara jimara wê 422 ne wek nêvenga wêran hatiye tomar kirin. Di neritandinên salên dawî ên xebatên hildinê de hindaveke ber bi `parastin û berpêşandina avahî û herêmê bi awayekî her wek xwe` derketiye.dîwar û kêl ,bi caw û axa bîtî û bastûrandinên depîn bê têlên direhîn tên parastin. Bes dîsa jî di maweya dirêj de gefa dêrsê û mercên hawirdorê fer dike ku avahiyên vir û berhemên bastannasîn nefsî bên sitirandin. Wek berginda vê weçiya hanê li 2010 de Fona Kelepora Giloverî daxuyand ku jibo sitara Xirabreşkê bernameyeke firesalî dê bê berdestkirin. Xebatên di vê hindavê de tên pêşbînî kirin ku wê bi hevkariya wezîrtiya geştiyariê û çandiyê a Komara Tirkiyê, şaredariya Ûrhayê,Saziya Bastannasiya Alman, fona gercuşta Alman tevde bê rewandin. Armancên vê rahijmendiyê ew in ku veristandineke bêdira a kargêriya avahî û derdorên wan, belitandina pêşnumayeke parastinê yeka guncav û hinkuf li pêşendê,piştevaniya çêkirina serpoşiyeke bo hêvişandina berhemên bên berpêşandin ji hoyên rêbayê û avêtina helc û pêngavên rahijmendiyên bi vê mebestê. Di vê çarçovê de tên pilankirin ku jibo desteya projeyê dam û dezgeh bên ava kirin,xêzên veguhastinê û cihên parkan bên bûnandin,nêvengên serdangeran bên honandin, bi hindê ku derawa weç dikin bi awayekî berfireh divê binavaya geştiyariyê bê geşandin.

(Min ev nivîsar ji Wîkîpediya `yê ji zimanên cûrbecûr wergerand kurdî,lê cih bicih min hizr û mengên xwe jî lêzêdandin. Her wiha ji gelek malperên navtorê jî min agahiyên çendetexlîd wergirtine.)


Cellikanî


5 Mijdarê 2014

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]


37°13′22.81″Bk 38°55′20.51″Rh / 37.2230028°Bk 38.9223639°Rh / 37.2230028; 38.9223639

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)